Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku ji bo ‘Mafê hêviyê’ li nava sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê bê bicihkirin, pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye û got, di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê meclîsê.
Parlamenterê Colemêrgê Parlak ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku eger Rêber Apo xwedî derfetên azad ên kar be, wê fikrên wî il qadeke hîn berfireh belav bibe, lê belê ji vê yekê ditirsin. Parlak diyar kir ku ev tirs rast nîne û got, “Mafê hêviyê yê ku ji bo birêz Abdullah Ocalan bi cih bê anîn wê civakîbûna aştiyê hêsan bike. Di encama polîtîkayeke bi zanebûn de Birêz Ocalan bi salan weke fîgurekî dijmin ji gelê Tirk re hate nîşandan. Halbûkî bi sistbûna tecrîdê re yekemcar hate dîtin ku fikrên Birêz Ocalan çiqasî aştiyane ye û ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Em bi paradîgmaya Birêz Ocalan û hewldana wî ya aştiyê ya 35 salan zanin, lê mixabin beşeke cidî ya gelên Tirkiyeyê bi vê nizane. Eger ‘pîvana hêviyê’ ji bo Birêz Ocalan bi cih bê anîn, ev yek wê bibe sedem ku fikrên wî li nava derdorên civakî yên berfireh belav bibe û ev jî wê derfeteke mezin bide aştiya civakî.”
‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ MECLÎSÊ’
Parlak ragihand ku ji bo mafê hêviyê li nava sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê bê bicihkirin pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye û di vir de jî işaret bi berpirsyariya mezin a meclîsê kir.
Parlak got, “Ya ku vê sererastkirina qanûnî bike Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê ye. Komîsyona kku ji bo pêvajoyê li meclîsê hate avakirin, di demeke nêz de bi karên li ser qanûneke aştiyê, qanûneke taybet a ku PKK’yiyan bixe nava xwe, wê karên xwe temam bike. Ev qanûn wê ji Civata Giştî re bê şandin û li wir bibe qanûn. Ev komîsyon weke qanûna aştiyê divê li ser qanûneke ku ‘pîvana hêviyê’ destnîşan dike, dikare bixebite. Ji bo vê jî sererastkirinên li Ewropayê dikare ji xwe re bike referans. Piştre vî karî dikare bişîne Civata Giştî û dikare bibe qanûn. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de girîngiyê dide meclîsê. Divê meclîs jî di vê dema dîrokî de berpirsyariya xwe bi cih bîne û ‘pîvana hêviyê’ jî di nav de wan sererastkirina pêk bîne ku ji aştiyê re bibe bingeh.”

