Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurd, wekî gelê ku li welatên cuda yên mîna Îran, Azerbaycan-Ermenistan, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê belav bûne, bi zext û pevçûnan re rû bi rû ne; tevî vê yekê dîrok, çand û lêgerîna azadiyê ya hevpar Kurdan li gel hev digire.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola diyarker a gelê Kurd a di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û hat bi bîr xistin ku Kurdan bi fedayitiya bi hezaran şehîdan mirovahî ji barbariya cîhadîst parastiye. Li hemberî vê yekê hate destnîşankirin ku hêzên Rojavayî, bi taybetî jî DYA, gelek caran Kurd bi tenê hiştine. Hat diyarkirin ku îro beşek ji Rojavayê di bin êrişan de ye û Kurd li ser bingeha mafê gerdûnî yê diyarkirina çarenûsa xwe ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire, ji her demê zêdetir hewceyî piştgiriya navneteweyî ne.
Partiya Sosyalîst a Hindistanê bal kişand ser wê yekê ku parastina jinan pêdiviyeke lezgîn e û diyar kir ku êrişên komên çekdar ên girêdayî Colanî ji bo jinan gefeke giran e. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rojava ji aliyekî ve gotina Îslamafobî û ewlehiyê hildiberîne, ji aliyê din ve jî piştgiriya nerasterast an jî eşkere dide komên cîhadîst ên li herêmê, ku ev yek polîtîkayeke durû ye.
Di daxuyaniyê de hate parastin ku DYA di çarçoveya berjewendiyên xwe yên emperyalîst de li herêmê roleke bêîstîkrar lîstiye û hat diyarkirin ku Kurd wekî berê, îro jî ji bo hesabên jeopolîtîk ên hêzên mezin bi tenê hatine hiştin. Li hemberî vê tabloyê hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiya Kurdan di qada navneteweyî de heqê piştgiriyeke hîn bihêztir û biperensîp dike.
Di dawiya daxuyaniyê de Partiya Sosyalîst a Hindistanê diyar kir ku ew bi têkoşîna gelê Kurd re di nav piştgiriyê de ne û bal kişand ser pêwîstiya helwesteke gerdûnî û biperensîp a li dijî polîtîkayên durû yên Rojavayê. Daxuyani bi banga piştgiriya têkoşîna azadî û diyarkirina çarenûsa gelê Kurd bi dawî bû.

