Pêncşem, 19 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza ku Dozger got ‘Şîdet heye, lê êşkence tune ye’ birin Dadgeha Destûra Bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: Bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê baweriya bi pêvajoyê zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo yekane hêz e ku dikare pêşî li şerê navbera gelan bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li quntarên rêzeçiyayên Zagrosan Newroza azadî û yekîtiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dûtaxê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Partiya Yekîtiya Ermenî kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist
Rojava

Partiya Yekîtiya Ermenî kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist

Partiya Yekîtiya Ermenî bi dirûşma "Bîra fermana Ermeniyan..soza dadmendî û nûjenî" kongreya xwe ya damezrîner lidarxist. Aldar Xelîl anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk rêya rûbirûbûna înkarê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Yekitiya Ermenî bi diruşma “Bîra fermana Ermeniyan…soza dadmendî û nûjenî” kongreya xwe ya damezrîner li bajarê Hesekê li dar xist. Di kongreyê de kesayetên navdar, nûnerên ji pêkhate û eşîreyan, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Fermandariya Giştî ya QSDˊê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), kesayetên rewşenbîr, civakî û jin amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, axaftina destpêkê sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Tetriyan kir. Tetriyan bixêrhatina beşdaran kir û damezrandina Partiya Yekitiya Ermenî li gelê Ermenî û Sûriyeyiyan pîroz kir.

Tetriyan belgeya siyasî ya partiyê û armancên wê yên pêşerojê xwendin. Di belgeyê de ev xal hatine diyarkirin; temsîlkirina Ermeniyan di Sûriyeya nû de, xurtkirina hevkariya di navbera Ermeniyan û hemû olan de, xebata ji bo vegerandina nasnameya neteweyî û çandî ya Ermeniyan, avakirina pirên ragihandinê bi partiyên Ermenî yên li derve re, xurtkirina têkiliyan bi hêzên demokratîk ên li herêmê re, peywendiya bi saziyên navneteweyî yên ku bi parastina hindikayiyan re eleqedar in, avakirina têkiliyên hevseng bi dewletên herêmî û navneteweyî re bi awayekî ku xizmeta aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê bi giştî bike, komîteyek ji bo şopandina pirsgirêka Ermeniyan li seranserê cîhanê were avakirin da ku zexta navneteweyî li ser Tirkiyeyê bike ku qirkirina Ermeniyan nas bike û mafên Ermeniyan vegerîne, û piştgiriya diyaloga navxweyî ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ya berfireh were kirin.

Tetriyan da zanîn ku ev belge ji bo xebata partiyê lêvegereke siyasî û exlaqî ye û pabendbûna xebata hevbeş bi tevahî hêzn niştîmanî û demokratîk re nîşan dide ku Sûriyeyek azad û demokrat were avakirin, da ku mafên tevahî pêkhateyan bêyî cudahî were parastin.

Li ser navê Fermandariya Giştî ya QSDˊê û YPJˊê Fermandara Giştî ya YPJˊê Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de lidarxistian kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî, li gelê Ermenî û gelên herêmê pîroz kir. Rohilat şehîdên qirkirina Ermenî bi bîr xistin û diyar kir ku gelê Ermenî di dirêjahiya dîrokê de gelekî ku bi çand û nasnameya xwe ve girêdayî ye û li hember hewlên çewisandin û qirkirinê sekinîn.

Rohilat destnîşan kir ku têkoşîna gelên Kurd û Ermenî bi hev re di asta herî bilind de pêdivî bi girêdana bi nasname û çandê heye, û diyar kir ku li Sûriyeya heyî aramî û ewlehî nîn e, pêwîstî bi xwerêxistinkirinê û avakirina hêzên hêzan heye ku li hember siyasetên qirkirin û înkarê bisekinin û gelên herêmê werin parastin.

Rohilat anî ziman ku tevahî gel, pêkhate û taîfeyên li Sûriyeyê hewla pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê dikin û sekna li hember netewe-dewletê û rejîma yekalî bi rêya pergala nenavendî pêkan e. Rohilat got QSDˊê û YPJˊê di salên borî de herêmê parast û wê di siberojê de jî parastinê bidome.

Rohilat xîtabî jinan kir û da zanîn ku rola mezin a azadiya Sûriyeyê li ser pişta jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhate û taîfeyan e û wê jin bibin pêşengên avakirina Sûriyeya ku tevahî Sûriyeyî xewna wê dikin.

Li ser navê PYDˊê, endamê Desteya Serokatiya PYDˊê Aldar Xelîl jî damezrandina Partiya Yekitiya Ermenî pîroz kir û hêvî kir ku bibe bingeha lihev civandina Ermeniyan li ser vê xakê.

Xelîl anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û xwişk-biratiya gelan rêbaza yekane ya rûbirûbûna siyasetên qirkirinê yên li dijî netewe-dewletê ye.

Dûre hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku gelên bi maf û rûmeta xwe ve girêdayî ne dikarin rabin ser pêyan û bi pêş bikevin. El Mislit da zanîn ku damezrandina partiyê temsîla nûkiirna sozê û xurtkirina amadebûna dîrokî ya kûr li ser vê xakê dike.

Li aliyekî din jî cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid li ser navê Rêveberiya Xweser damezrandina partiyê pîroz kir û diyar kir ku ev dîrok ji bo gelê Ermenî yê ku di qirkirinê re derbas bûye welidîneke nû ye.

Bi dîmeneke qeydkirî Şêx Murşid El Xiznewî jî got çi gaveke siyasî ji hevkarên welat bên avêtin ragihandine ku tevahî pêkhate ne hindikahiyên ku li parastinê digirin, lê belê gelên ku li azadiyê digerin e. El Xiznewî anî ziman ku projeya fitneyê têk çû û îro Ermenî ji Hesekê de rûpele nû di pirtûka azadiya Sûriyeyê de dinivîsin.

Di kongreyê de li ser navê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêxê Eşîra El Teyî Hesen El Taî axivî û diyar kir ku gelê Ermenî parçeyek ji erdnîgariya Sûriyeyê ye, pêkhate hevgirtî ne, tu kes nikare fitneyê bixe navbera wan.

Bi dawîbûna axaftinan re, kongre li pêş dezgehên çapemeniyê ji bo nîqaşkirina rêziknameyê girtî dewam kir.

ÎMAD TETRIYAN BÛ SEKRETERÊ PARTIYÊ

Di kongreya damezrîner a Partiya Yekitiya Ermenî de Îmad Tetriyan wek sekreterê giştî yê partiyê û endamên Nivîsgeha Siyasî ya partiyê hatin hilbijartin. Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Xalên di kongreyê de hatine destnîşankirin wiha ne:

Redkirina têgeha kêmneteweyan, Ermen beşek resen a civaka Sûriyeyê ye, ne kêmnetewe ye.

Pêwîstiya beşdarbûna Ermen di Kongreya Niştîmanî ya Sûriyeyê de.

Divê nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê bendên zelal ên ku nasnameya Ermenî û zimanê Ermenî garantî dikin bihewîne.

Parastina tevahî pêkhateyan berpirsiyariya niştîmanî ya hevpar e.

Bêyî serî li Partiya Yekitiya Ermenî were dayîn nabe tu navend an jî mecliseke bi navê Ermeniyan were vekirin.

Temsîlkirina Ermenan di nava tevahî saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet, li Sûriyeyê bi giştî de.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wan û Manîsayê li dijî êrîşên nijadperest û zayendperest ên li ser Leyla Zanayê bertek hatin nîşa
Nûçeya Pişt re Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Derbarê Bakirhan, Ozel û 4 parlamenterên din de fezleke hatin vekirin

Tuncer Bakirhan, Ozgur Ozel jî di nav da derbarê 6 parlamenteran de ji bo ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar: Em ê ji bo Kobanê timî daxwaza edaletê bikin

Emîne Şenyaşar tevlî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê bû û got, "7 salan…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîr sozên xwe bi cih neanîn, Emîne Şenyaşar car din dest bi çalakiyê dike

Ji ber ku Wezîrê Edaletê sozên xwe bi cih neanîn, Emîne Şenyaşar ku yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komeke din a dîlgirtiyan hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyama Newrozê ya Hevpeymaniya Rojhilat: Yekîtî pêk hat, serkeftin nêzîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikûmeta demkî li Siwêdeyê 7 kes kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Deriyê Sînor ê Başmax wê ji bo 24 saetan bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?