Li Liqa 3 ya PDK’ê ya li Kerkûkê tevayî partiyên Kurdî yên li Kerkûkê civînek lidar xistin. Hat ragihandin ku armanca civînê tekezî kirina li ser yekrêzî û yekhelwestiya tevayî partiyên Kurdî yên Kerkûkê li ser mijarên netewî bû. Hat ragihandin ku civîn bi dirûşma “Bijî Kurd, bijî Kurdistan” bi dawî bû.
Piştî civînê li ser navê partiyan Berpirsê Liqa 3 ya PDK’ê Mihemed Kemal daxuyaniyek da çapemeniyê got: “Di civînê de partiyan tekezî li ser pêwîstiya parastina yekrêzî û hemahengiya navbera xwe ya ji bo parastina maf û daxwazên Kurdan kirine. Her wiha taybetmendî û rewşa Kerkûkê wek deverek taybet pêwîstiya wê bi helwestek yekgirtî û biryarek hevbeş heye.”
Di beşek din ya daxuyaniyê de behsa êrişa duh ya artêşa Iraqê ya li ser taxa Newroz ya Kerkûkê jî hat kirin û hat gotin: “Êrişa li ser taxa Newroz nîşaneya zihniyeta dijminane ya li beramberî Kurdan û mafên wane. Helwesta ku li beramberî taxa Newroz hatî nîşandan, ne tenê li beramberî xelkê taxê ye, di heman demê de helwesteke li beramberî tevayî gelê Kurde. Em daxwazê ji parlamenterên xwe dikin ku li parlamentoya Iraqê zextan li ser wezareta parastinê bike daku sîmayê leşkergehan li nava bajarê Kerkûkê de nemîne.”
Di dawiyê de jî ev bang hat kirin; “Em bang li hemû pêkhateyên Kerkûkê dikin ku bi ruhê hevrejiyanê çareserî ji pirsgirêkan re bibînin. Rê bi hewldanên alozkirina rewşa siyasî û ewlehiya bajêr nedin.”

