Şemî, 28 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Birêz Ocalan peyamek ji Ozgur Ozel re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî hestiyên li şikefta li Farqînê hate dîtin 15 malbatan serlêdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şandeya DEM Partî û DBP’ê beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî bûn
Kurdistan

Şandeya DEM Partî û DBP’ê beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî bûn

Siyasetmedarên Rojhilata Navîn û cihanê li Silêmaniyê kom bûn û pêvajoya aştiyê, demokrasî û wekheviya di navbera gelan de nîqaş kirin. Tuncer Bakirhan got, "Paradîgmaya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn modelek e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk pêk dihat, beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî ya li Silêmaniyê bûn. Gelek siyasetmedarên ji Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê di konferansa ku wê 4 rojan bidome de hatin ba hev.

Di rûniştina ku ji hêla Basel Kamel ve hate birêvebirin de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubat Talabanî axivîn.

Bakirhan bal kişand ser rewşa Kurdan ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û got: “Bi deh hezaran kes tenê ji bo parastina ziman, nasname û mafê gelê xwe û siyaseta Kurdî hatine girtin.”

Bakirhan bibîr xist li Tirkiye bi banga Rêber Apo re Pêngava Aştiyê dest pê kir û wiha pêde çû: “Em dixwazî dawî li siyaseta tinekirinê ya 100 salî bînin. Dixwazin Komareke Demokratîk ava bikin. Eger ev pêngav bi ser bikeve, wê dawî li siyaseta tinekirinê were, dawî li karên nehiqûqî yên li ser muxalefet û Kurdan were û hemû girtî bên azadkirin.”

Bakirhan nêzîkatiya hikûmeta Tirkiye ya li ser zimanê Kurdî rexne kir û got: “Bi milyonan Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hene, nikarin bi zimanê xwe baxivin. Li komisyona ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin jî rê nehate dayîn dayikek bi zimanê Kurdî baxive nêzî 25 milyon Kurd li Tirkiye nikarin bi zimanê xwe baxivin. Zimanê wan qedexe ye.”

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û wiha got: “Avakarê Pêngava Aştiyê Birêz Abdullah Ocalan hê jî di bin tecrîdê de ye. Hê jî siyaseta tinekirinê ya sed salî dewam dike. Em ê dev ji xebata me dayî destpêkirin bernedin.”

Herî dawî Bakirhan anî ziman ku eger pêngava aştiyê bi ser bikeve wê bandora wê li Rojavayê Kurdistanê jî bike û got: “Dixwazin sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin.”

ŞANDE BI TALABANÎ RE CIVIYA

Li gorî Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK), Serokê YNK’ê Bafil Talabanî li Navenda Mekteba Siyasî ya li Silêmaniyê pêşwazî li Şandeya DEM Partî û DBP’ê kir.

Bafil Talabanî qala girîngiya pêngava aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye kiriye û got: “Em girêdayî pîvanên Mam Celal a ji bo pêşvebirina xwişk-biratiyê ne û em ê hewldanên xwe yên ji bo serketina vê pêngavê zêdetir bikin. Ji ber ku ev dikeve xizmeta temamê gelên herêmê.”

Di hevdîtinê de qedexeya li ser Balafirxaneya Silêmanî hate rojevê. Şandeyê xwest ku qedexe bê rakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şervanê HRE’yê Rizgar Aqîbê hat veşartin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî çû serdana partiyan

Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî dest bi serdana partiyên siyasî kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt

Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li Dêr Hafirê kargeha şekir û milkên şêniyan hedef…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?