Piştî ku Îsraîlê dest bi êrîşa li ser Hîzbûllah a Lubnanê kir, bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn û bi deh hezaran jê xwe gihandin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyê bide penaberan û bike ku bê pirsgirêk xwe bigihînin herêmê, Maseya Krîzê ava kir. Li gorî agahiyên Ofîsa Koçberiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 20 hezar penaberên Sûriyeyî derbasî herêma Rêveberiya Xweser bûne. Pêwîstiyên penaberan li cihê ku lê ne ji aliyê komunan ve têne peydakirin.
Ji mirovên ku ji ber şer neçar man ji cih û warê xwe bibin Ehmed Ebdil Dêrî got, “Destpêkê li başûrê Lubnanê êrîşê destpê kir. Lê belê gav bi gav li seranserê Lubnanê belav bû. Febrîqeya ku em lê dixebitîn hate bombekirin; keçên min hene, ji bo ewlehiya wan neçar mam ji wir biçim. Di roja duyemîn a êrîşan de em jê derketin. Dema ku ji Lubnanê derketin bêguman me di rê de zor û zehmetî dît. Destpêkê em neçar man ji çiyê derbas bibin. Dema ku em bi rê ketin nekarîn tiştekî bi xwe re bibin. Em neçar man ku her tiştên xwe li wir bihêlin.
Piştî ku em ji sînor derbas bûn, dema ku me xwe gihand Reqayê ji me re gelekî bûn alîkar. Em birin komunê. Li wir piştî ku navê me qeyd kirin, alîkarî bi me re kirin, pêwîstiyên me bi cih anîn. Niha em li cihekî ofîsa xizmetên civakî yên Rêveberiya Xweser dimînin û gelekî piştgirî dan me. Lê belê em alîkariyê ji saziyên navneteweyî dixwazin. Keçeke min a astengdar heye. Hevjîna min nexweş e, ez bi xwe nexweş im. Qet nebe di vê mijarê de divê alîkariyê bi me re bikin. Ji ber ku li vê derê gelek penaber hene û alîkariya bi wan hemûyan re bêguman zehmet e. Li Lubnanê 3.5 milyon penaberên Sûriyeyî qeydkirî ne. Pêwîstiya van hemûyan bi alîkariyê heye. Ji ber vê jî divê saziyên navneteweyî bi berpirsyarî rabin.”
Penaberê bi navê Musenna jî got, “Dema ku êrîşê destpê kir ez li mala xwe bûm. Êrîşa destpêkê li avahiya ku em lê bûn hate kirin. Lê belê ji ber ku li depoya mezin a avê ya li ser avahiyê ket, zerareke mezin li me nebû. Piştre ji xwe em derketin. Destpêkê heta ku ji Lubnanê derkevin me gelekî zor û zehmetî kişand. Lê belê piştî ku gihîştin Reqayê her tişt baş bû. Em gelekî baş pêşwazî kirin. Komunan bersiv dan pêwîstiyên me. Lê belê gelek penaber hene û divê saziyên mirovî yên navneteweyî alîkariyê bi penaberan re bikin.”
Penaberekî din Huseyîn Elî Huseyîn jî got, “Dema ku şer destpê kir, yên ku karîbûn xwe xilas bikin xwe xilas kirin, gelekan jî nekarîn. Gelek kesan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Em destpêkê debasî Bukaayê bûn û ji wir jî derbasî aliyê Sûriyeyê bûn. Dema ku em gihîştin Sûriyeyê me ji sê rêxistinên civakî alîkarî xwest, lê belê heta niha ti alîkarî bi me re nekirine. Saziyên navneteweyî bi berpirsyarî ranabin. Em li naverastê diman; me betanî û erzaq ji mirovna dixwest. Piştre em derbasî aliyê Reqayê bûn. Piştî ku derbasî vê derê bûn, rewşa me baş bû. Bi alîkariyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin kirin bersiv ji pêwîstiyên me re hate dayin.”