Yekşem, 27 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de em ê daxwazên xwe bipeyivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em Kurd ji rêveberiya demokratîk re namzet in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navek, du jiyan: Agir Adar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakas: Berdana girtiyên nexweş nabe bibe mijara bazariya polîtîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Çarenûsa Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş nayê zanîn, berpirsiyar Komara Îslamî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Pêngava 15’ê Tebaxê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin
Rojava

Pêngava 15’ê Tebaxê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coş hate pîrozkirin

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê bi coş hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahî hatin lidarxistin.

REQA

 

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqayê bi diruşma ˊBi rihê 15ˊê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikinˊ bi beşdariya xelkê kantona Reqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, meclis û Partiya Sûriya Pêşerojê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Feyroz Xelîl axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê, pêngava rizgarkirina gelên bindest e, di serî de gelê Kurd e. Ji lew re dijmin nikare azadî û nasnameya me biçewisîne û vîna me têk bibe. Ji ber ku şoreşa pêngavê hîna dewam dike.”

Her wiha koma Şehîd Avêsta şanoyek li ser tirsa dagirkeriya Tirk ji hêzên gerîla û fedakariyên hêzên gerîla  di oxira azadiyê de û azadiya Kurdistanê de bi dest xistine, pêşkêş kir. çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi heman boneyê şahî li Parka Serdem bi beşdariya xelkê Hesekê, Şedadê û Holê hat lidarxistin.

Di şahiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Şervan Zîlan axivî û got: “Tevgera azadiyê bi ciwanên şoreşger dest pê kir û bi şehadeta Hakî Kerar ev tevger hat damezrandin. Bi berxwdana girtîgeha Amedî hêzên me hatin avakirin. Di 15ˊê Tebaxê de fîşeka yekemîn hat avêtin û bi wê re têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriya Tirk hat îlankirin.”

Şervan Zîlan wiha domand: “Pêngava 15ˊê Tebaxê ji bo Kurdan roja vejînê bû. Ji wê dîrokê ve gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Fîşeka yekemîn ku şehîd Egîd avêtiye Kurd şiyar kir û îro sekna me ya li vir, berhema wê ye û şervanên azadiyê berhema wê ne.”

Dûre komên hunerî stranên xwe pêşkêş kirin. Di şahiyê de ev kom beşdar bûn; koma şehîd Zelal a stranan, koma Şehîd Hogir. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê helbestên gotin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

QAMŞLO

Şêniyên Qamişlo bi coş û tevlîbûneke xurt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

Şahiya pîrozbahiyê li Parka Azadiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê piştî ku daqeyek rêz hat giritin, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir.  Di çarçoveya bernameyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê Pêngava 15ˊê Tebaxê de bi sînevîzyonekê hat pêşkêşkirin. Komên mûzîkê girêdayî TEV-ÇAND’ê (Koma Serhad, Koma Serdem û Koma Botan) hunermend Sîpan Xelat û hunermed Sumeya Mihemed stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.  Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, alên KCK’ê hatin bilindkirin.

Girseya pîrozbahiyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can bi Xwîn Em bi te re ne Ey Serok” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê heya derengiya şevê dom kir.

DIRBÊSIYÊ

Xelkê Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl, meclis, Kongra Star û tevgerên jinan li Parka Şehîd Zevîn a bajêr şahî li dar xist.

Di şahiyê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a şaxê Diribêsiyê Raziye Îbrahîm axivî û got: “Fîşeka yekemîn şehîd û fermandar Mahsûm Korkmaz avêt û bi wê re xewna têkbirina gelê Kurd bi dawî kir. Şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama Pêngava 15ˊê Tebaxê ye.”

Di şahiyê de hunermend Nesrîn Botan stranên şoreşgerî gotin û dîlan li ber hatin gerandin.

 TIL TEMIR Û ZIRGAN

Xelkê bajarên Til Temir û Zirganê bi çalakiyekê li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi boneya Pêngava 15ˊê Tebaxê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de xelkê her du bajaran bi tevahî pêkhateyên xwe bi cil û bergên xwe beşdar bûn.

Her wiha nûnerên ji partiyên siyasî, hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Meclisa Parastina Xabûr ya Asûrî beşdar bûn.

Di şahiyê de endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Temirê Azad Ararat axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê keyaseta Kurd a demokrat ku niha nûnertiya azadiya tevahî gelan dike aşkera kir. her wiha jinan azad aşkera kir. Berhema wê jî hêzên YPG û YPJˊê ne. Pêngav ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zemînek bû.”

Ararat wiha domand: “Bi rihê şehîd Egîd, Arîn û Avesta em ê destkeftiyên vê şoreşê biparêzin. Şoreşa me hîna negihîştiye dawiyê, ji me gelek parastin û perwerde tê xwestin.”

Şahî bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî û gerandina dîlanan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê şahî li parka Rêber Abdullah Ocalan a rojhilatê bajêr li dar ket. Tê de bi navê Însiyatîfa Gel Welat Ehmed salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Piştre komên hunerî berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

 ÇILAXA

Li Parka Jin a Çilaxa,  bi beşdariya xelkê Çilaxa, rûspiyên eşîran, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, meclisa bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star şahiya Pêngava 15ˊê Tebaxê hat pîrozkirin.

Di şahiyê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebduselam Ebas axivî û got: “Pêngava 15ˊê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke nû bû. Ji ber ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve dihat înkarkirin û qirkirin.”

Ebas wiha domand: “Em ê bi rihê Berxwedana 14ˊê Tîrmehê û 15ˊê Tebaxê li hember planên li dijî me û Rêberê me tên meşandin bisekinin, serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”

Dûre hunermend Heysem û koma Ribû El Cizîre ya ji Til Koçer stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û xelkê dîlan gerandin.

DÊRIK

Bi sedan xelkê bajarê Dêrik, bajarokên Berav û Koçberiya 15ˊê Tebaxê li Parka Dicle ya Dêrikê pîroz kir.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa axivî û got: “Biratiya gelan, jiyana hevbeş û pêkanîna aştiyê bi saya Pêngava 15ˊê Tebaxê û saya têkoşîna tevahî şehîdên rizgariya Kurdistanê ye.”

Sûad wiha domand: “Şehîd Egîd fîşeka yekemîn li dijî dagirkeriyê avêt û rê li ber mirovahiyê û têkoşîna li dijî helandina netewe û pêkhateyan vekir.”

Di şahiyê de koma Şehîd Xebat Dêrik a ji Tirbespiyê û koma Alefteriya ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî gotin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

KOBANÊ

 

Li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi beşdariya şêniyên bajêr, endamên saziyan û nûnerên partiyên siyasî şahiya Pêngava 15ˊê Tebaxê hat lidarxistin.

Di serî de rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hîlal Elî destnîşan kir ku ev 40 sal e dijmin bi balafir, top, tank û çekên xwe yên kîmyewî nikaribû vê têkoşînê vemirîne.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Sara Xelîl jî diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka şoreşekê bû ku ew şoreş îro bû hêviya gelên bindest ên cîhanê û got: “Em vê şoreşê bikin şoreşeke neteweyî.”

Piştre peyama fermandarê Fermandariya Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê hat pêşkêşkirin.

Piştre komên hunerî berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin û şahî bi stranên hunermend Ehmed Omer ê ji Reqayê û Subhî Dadilî yê ji Kobanî bi dawî bû.

ŞEHBA

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma “Bi rihê 15’ê Tebaxê em ê bi Rêber Ocalan re têkoşîn bikin ji bo ku jiyanek azad li Kurdistanê bijîn” şahiyek orgîzane kir.

Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarokê Ehdasê ya Şehbayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Endamê Meclisa rêxistina (PYD) ya Kantona Efrîn û Şehbayê  Ferhan Kobanê axivî û tevahî şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Bi pêngava 15’ê Tebaxê re em ji xewneke giran şiyar bûn û ew roj ji bo Kurdan bû roja vejînê. Bi navê gelê Efrînê û Şehbayê em berxwedana HRE’ê û gerîlayên Kurdistanê pîroz dikin.”

Ferhan Kobanê wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwazin vîn û armaca gelê Kurd bişikînin. Lê belê bi berxwedana gel, gerîla û hêzên xwe em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”

Ferhan Kobanê wiha anî ziman: “Xiyanetiya ku niha tê meşandin nayê wesifkirin, divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li hember xiyanetê serî hilde. Em bi rihê Pênava 15ˊê Tebaxê dagirkeriyê têk bibin.”

Ferhan Kobanê di dawiya axaftin xwe de roja vêjînê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Pêwîst e bi vê rihê em têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Her wiha endama Koordansiyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Rîhan Elo roja vejînê li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Bi fîşeka yekem ku şehîd Egîd avêt, jiyana gelê Kurd ji nû ve hate avakirin. Ev şoreş bû binegeheke jiyanê tevahî gelan, bi taybet jî ya gelê Kurd. Divê em tu carî koletiyê qebûl nekin.”

Rîhan Elo diyar kir ku pêwîste gel li hemberî van êrişan bi şerê gel ê şoreşger tevbigere.

Her wiha koma Kela Horî û şehîd Mizgîn û hunermed Rêzan Bekir hûnerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha girse li ber stranan govend gerandin.

Di dawiyê şahiya de jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD’ê şanoyek têkildarî şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin pêşkêş kir.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker Biradost bombebaran kir
Nûçeya Pişt re Enqere û Bexdayê lihevkirina hevbeş îmze kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê 9 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li rojhilatê Dêrazorê di operasyonê de 9 çete hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

NY’yê ji bo ‘bêçekkirina nukleerî’ bang li DYE û Rûsyayê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li DewletênYekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û…

Ji aliyê Stêrk TV

Nîşaneyên nîzameke nû ya navneteweyî

Bûyer û pêvajoyên sereke yên sala 2023’yan yên di siyaseta navneteweyî de nîşan didin ku…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amed û Sultanbeyliyê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?