Şemî, 23 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tahmaz: Komîsyon fersendeke dîrokî pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefilma Gulistan Tara sibe di Stêrk TV de tê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteyên DAÎŞ’ê li Beacê şivanek kuştin û pezê wî talan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîroknasê Yewnan Laikos piştgirî da Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê: Astengkirina Kurdî zirarê dide ruhê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îkbal Eren: Êdî ji wijdanê komîsyonê re maye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Tundî ne çareserî ye, pirsgirêk divê bi diyalogê werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî pevçûnên li Silêmaniyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zoom TV a girêdayî Lahûr Şêx Cengî hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlançoya şerê li Silêmaniyeyê giran bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Kurdî bila bibe zimanê fermî, ‘Mafê Hêviyê’ bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedêda Çûkê: Biryara betalkirina namzetiya min siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi sedan Gulistan wê kevneşopiya wê ya rojnamevaniyê dewam bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Corcêt Barsom: Li Suwêdayê jin bi xeteriyên mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 4 mehan de 45 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinan cezayê darvekirinê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo xwedîderketina li Şerîfe Mûhammedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’
Kurdistan

‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

Yek ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Gulçîn Gever diyar kir ku pêngava bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir hêviyeke nû ye û got, "Pîvanên PKK'ê wê têkoşîna me ya ji niha û pê ve jî diyar bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê Gulçîn Gever li ser biryara fesixkirina PKK’ê axivî. Gulçîn Gever ev nirxandin kir:

“12’emîn Kongreya PKK’ê di nava şert û mercên awarte de, îro hate lidarxistin. Çawa ku kongreya yekemîn ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin bû, bi heman kelecan û hêviyê, bi heman hestan îro Kongreya 12’an a fesixkirina PKK’ê hate lidarxistin. Bê guman her qonax, merheleya dîroka PKK’ê xwedî kelecaneke cuda bû. Lê weke min got çawa di sala 1978’an de dîroka PKK’ê bi kongreya yekemîn re hate destpêkirin kelecan, coş, moral û hêviya pêşeroja gelê Kurd di wê kongreyê de hate avakirin. Di Kongreya 12’an a PKK’ê de ev hêvî di rastiya paradîgmaya Rêber Apo de hîn mezintir bû, hîn zêdetir gerdûnî bû, hîn zêdetir ev xebat û keda 52 salan a Rêber Apo, her wiha di oxira vê rêyê de bi hezaran rêhevalên me yên ku bêteredut, ji bo azadiya civaka Kurd, ji bo azadiya civakên Rojhilata Navîn ked dane, di roja me ya îro de bi fesixkirina PKK’ê re ev ked, paradîgma û fikir tenê di çarçoveya Kurdistanê de nema, bû gerdûnî. Bê guman ev ji bo her kadroyekî PKK’ê kelecan û hêviyeke mezin e. PKK li ser navê nasnameya Kurd, azadiya gelê Kurd, hebûna gelê Kurd û azadiya jinên Kurd derket rê. Lê bi demê re Rêber Apo di warê paradîgma, zanist, felsefe û dîrok de jî bû gerdûnî. Bi fesixkirina PKK’ê re me hemûyan jî ferq kir ku ji bo PKK’ê demeke nû destpê dike. Her wiha bi pêşengiya jinan ji bo tevahî jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn, jinên cîhanê demeke nû destpê dike. Bi guhertina navê PKK’ê re ji bo tevahî gelên herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê qonaxeke nû destpê kir. Wek kadroyên PKK’ê ev pêvajoya hatî destpêkirin, ji bo me mijareke rexnedayînê ye jî. Divê berê em demdirêj derbasî qonaxeke bi vî rengî biban, lê belê gelek şert û merc, rastiya dijmin û weke tevgera PKK’ê gelek rastiyên me jî nehiştin ku em di dema xwe de derbasî qonaxeke bi vî rengî bibin. Her hevalên beşdarî kongreyê bûn, bi rastî jî di asta herî jor de û bi îdîa ev pêvajo pêşwazîkirin, bi rexnedayîneke xurt pêşwazîkirin. Her wiha ji bo em di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê di warê civakek demokrat, azad û wekhev de pêşengtiyê bikin, her hevalek xwedî hêvî û moral e.

Pîvan, esas û armancên PKK’ê, wê ji vir û şûnde, bi awayek mezin li gorî wateya xwe jinûve bibe ayîdê gelan û jinan. Ji ber ku me di dema xwe de gotinên Rêber Apo fêm nekir û me di vê astê de pêşengiya vê nekir, bê guman ev ji bo me mijara rexnedayînê ye. Nûjentiya fikrê Rêber Apo di mirovan de kelecantiyê çêdike. Em xwedî îdîa ne ku di qonaxa pêş de ji bo civakek exlaqî, wekhev, demokrat di asta herî jor de erkên xwe pêk bînin. Bê guman ev pêvajo wisa pir hêsan derneket pêş. Zêdeyî 45 hezar berdêl ji bo gihiştina rojên bi vî rengî, hatin dayîn. Ev kongre di çarçoveya bîranîna şehîdan de hate lidarxistin. Bi wesîleya vê kongreyê em di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên doza azadiyê, bi bîr tînin û li hemberî fedekariya wan bejna xwe ditewînin.

Her wiha weke jin di serî de em deyndarê Rêber Apo ne. Ji bo berdêl û keda hatî dayîn jî bê guman em deyndarê Rêbertiya xwe ne. Ji dil û can di serî de em vê rojê li Rêbertî, tevahî gelê xwe û rêhevalên xwe pîroz dikin. Fesixkirina navê PKK’ê wê bibe wesîle ku em di asta herî jor de erkên xwe pêk bînin, ji bo azadiya civakê têbikoşin. Li ser vî esasî em vê kongreyê li hemû hevalan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin û ji bo her kesê serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 23’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îran û Ermenistanê operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn

Îran û Ermenistanê di navbera 9-10’ê Nîsanê de li ser sînorên xwe yên hevpar ên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Meclîsa Tirk protestoya qeyûman: Li cihekî binivîsin, hûn ê têk biçin!

Parlamenterên DEM Partiyê li Meclîsê hatin cem hev û li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: Tundî ne çareserî ye, pirsgirêk divê bi diyalogê werin çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Piştî pevçûnên li Silêmaniyê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zoom TV a girêdayî Lahûr Şêx Cengî hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bîlançoya şerê li Silêmaniyeyê giran bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?