Bi Şoreşa Rojava re ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêk hat, Mala Jinê ku yekem saziya jinan li herêmê hate avakirin û qanûna jinê hate diyarkirin; Bi têkoşîneke ku mafên jinan diparêze, wekheviya jin û mêr misoger dike û li dijî zîhniyeta baviksalariyê radiweste, gihaştiye roja îro. Di beşa destpêkê ya dosyeya xwe de em ê Mala Jinê û “Qanûna Jinê” binirxînin.
MALA JINÊ
Mala Jinê ya ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û parastina mafên jinan hatibû avakirin, di salên piştî şoreşê de baweriya civakê ya ku bi zîhniyeta baviksalarî xwedî bûbû, bi jinan zêdetir bû. Êdî her jineke ku neheqî lê hatibe kirin, berê xwe dide Mala Jinê. Vekirina Mala Jinê hêviyek mezin da jinan. Jinên ku bi dehan caran rastî tundiyê hatin û neçar man bêdeng bimînin, niha deriyek wan ku lêbidin heye.
Vekirina Mala Jinê hem bi coş û hem jî bi guman hatibû pêşwazîkirin. Jin di destpêkê de rastî gelek zehmetî û nerazîbûnan hatin.
Mala Jinê di salên destpêkê yên şoreşê de rastî dijberiya mêran hat. Êdî ji bo mêrê ku bi kêfa xwe nêzî jinê dibe, sînorek dihate xêzkirin. Ji ber vê yekê mêrên ku ji vê pêngavê aciz dibûn, li dijî Mala Jinê dijpropaganda kirin û gotin, “Mala Jinê mala hevberdanê ye, malan xira dike.” Di rastiyê de Mala Jinê ne xwedî erk û roleke bi vî rengî bû. Karê wê yê sereke aştî û çareserkirina pirsgirêkan e.
Mala Jinê ya ku xwedî hêza çareseriyên daxwaza hevberdanê ye jî, her wiha mafên jinan parastin û wekî çavdêr di navbera dadger û hevjînan de tevgeriyan. Bi guhdarîkirina her du aliyan jî dest bi muzakereyeke lihevkirinê kir.
Mala Jinê ji 4 beşan pêk tê: Rêveberî, Aştî-Lihevanîn, Arşîv û Desteya Çavdêriyê. Mala Jinê ji sedî 90 pirsgirêkên li Kantona Cizîrê çareser dike û ya mayî jî derdixe dadgehê.
Mala Jinê ne tenê ji bo parastina mafên jinan, her wiha ji bo parastina mafên civakê dixebite. Şer bû sedema bingehîn a kêmbûna pîvanan di nava civakê de. Mala Jinê di heman demê de mafên mêran jî diparêze. Her çiqas nirxên ku ji aliyê jinan ve hatine avakirin bi awayekî zelal hatibin dîtin jî, carnan ji nedîtî ve dihatin. Bi demê re hurmeta li van nirxan derkete holê. Li şûna bêbaweriyê, bûye cihê bawerî û parastinê. Yekbûna şoreş û têkoşînê di vê rêyê de jî serketinan bi xwe re aniye.
Mala Jinê, li hemû kanton, navçe û taxan şaxên xwe hene. Di rastiyê de bi têgihiştina ku divê pirsgirêk mezin nebe, divê di cih de bê çareserkirin re rêxistinbûyîneke tam hat çêkirin. Bi vê têgihiştinê, kengî bajarek bi şer hat rizgarkirin, li wê derê Mala Jinê hat avakirin û ket xizmetê. Agahdarkirina civakê bi rêya perwerdeyê, danasîna qanûna jinê bûye karekî girîng. Beriya her tiştî pêwîstî bi civakeke bi zanebûn hebû. Civakeke zana û rêxistinkirî bû bingeha berdewamkirina şoreşê.
QANÛNA JINÊ
Di sala 2014’an de bi derxistina qanûna jinê re, li dijî nêzîkatiya zayendîperest a li jinê û civakê tê ferzkirin, têkoşîn hat meşandin. Li dijî destdirêjiya zayendî, pirzewaciyê, zewicandina zarokan û destavêtina li jinê, bi helwesteke tund mafên jinan hatin parastin. Ji yên ku qanûn piştguh kirin, hesab hat pirsîn. Tevî ku dadgeran jî li gorî rapora Mala Jinê biryar dan, zîhniyeta baviksalariyê dem bi dem ket dewrê. Kuştina jinan weke sûcekî herî giran hat dîtin. Hinceta kuştina jinan di bin navê ‘namûsê’ de ji aliyê tevgerên jinan ve hat redkirin. Kuştina jinan û tecawiz ji efûyê bêpar hatin hiştin. Li dijî ferasetên feodal û zayendîperest ên qetilkirina jinan, têkoşîneke mezin hat meşandin.
Ji ber bi qanûnan re tedbîr û bend ji bo parastina jinan pêk hatibû, ev yek ji aliyê zîhniyeta baviksalariyê ve rastî nerazîbûnek mezin hatin. Ji ber vê yekê gelek caran nakokî derketin û dadger di pêkanîna qanûnê de rastî zehmetiyan hatin, ji ber ku piraniya dadger mêrbûn pirsgirêkên mezin derxistin. Lê belê jinan dest ji têkoşîna hiqûqî bernedan. Qanûn bi nêrîn û vîna jinê hatin amadekirin. Her wiha tevî ku gelek kêmasiyên wê hebûn jî, heta astekî rola xwe bi cih anî. Meclîsa Edaleta Jinê bi beşdarbûna jinan li her kantonekê qanûna jinan di saziyan de nîqaş kir û aliyên kêm mayî hatin temamkirin. Li bajaran di perwerdeyên giştî û xweser de, qanûnên jinê hatin danasandin.
Di 2’yemîn Konferansa Meclîsa Edaleta Jinê de ku di sala 2018’an de hate lidarxistin, rojev û mijarên girêdayî qanûna jinan bi biryara ku careke din nêrîn û pêşniyaran ji kantonan bê girtin di sala 2019’an de, gavek nû avêt. Qanûna Jinê hê jî ji pêşniyar û nûbûnan re vekirî ye. Di Qanûna Jinê de rêgezên parastina darazê û ya herî girîng jî azadiya jin û civakê heye. Di vê çarçoveyê de Qanûna Jinan di sala 2020’an de ji aliyê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate nûkirin û ket meriyetê.
Şer, şoreş û avakirina pergalê bi hevre, gelek zehmetiyan bi xwe re pêk tîne. Ji bo qutbûna ji pergala rejîma Sûriyeyê û avakirina pergal û hişmendiyeke demokratîk dem pêwîst bû. Qanûn qeyran û aloziyên di civakê de û bandora şer kêm nake. Lê belê di nava şert û mercên heyî de jî, bêhiqûqî bûn çareserî nebû. Di pergaleke demokratîk de armanca dawî zêdekirina qanûn û edaletê nîne; ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, avakirina malbateke demokratîk e.
Sibe: Pêvajoya avakirina Mala Jinê li kantonan.