Şervanên YPG-YPJ’ê ku di çarçoveya seferberiya giştî ya li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta dagirker de hatiye destpêkirin, di eniyên pêş de gel û xaka xwe diparêzin, peyam ji gelê Kurd re şandin.
Şervanan gotin, “Heta ku fedayiyên Apoyî li vir bin, kes nikare îradeya gelê me bişkîne. Bila gelê me vê baş bizanibe. Bijî berxwedana gelê me. Bawerî bi gel û şervanan bînin.”
Her wiha şervanê YPJ’ê got, “Em ê wekî şervanên YPG’ê çi dibe bila bibe bi ser bikevin” û bang li gel kir ku tevlî seferberiya giştî bibin.

