Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind binwesîleya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd,û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî bi hûrmet bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serhildana Şêx Seîd û hevalên wî li dijî rejima Kemalîst a zalim, ji bo gelê Kurd di dirokê de bu wesîla riya azadiyê. 100 sal li ser darvekirina (şehadeta) Rêberê Serhildana Netewî ya sala 1925´an bi rêberiya Şêx Seîdê nemir û 47 hevalên wî yên welatparêz û qehreman derbas bû.
Şêx Seîd û hevalên wî di roja 29´é Hezîrana 1925´an de ji terefê dewleta Tirk a zalim hatin dardekirin. Şêx Seîd, li hember zilmê, li hember bêdadî û asîmîlasyonê rabû ser piyan. Wî, bi cesaret û baweriyeke bêhempa, ji bo rûmeta gelê xwe, ji bo parastina ziman, çand û nasnameya Kurdî canê xwe feda kir. Şahadeta wî ne dawî bû, lê destpêkek bû; destpêka têkoşîneke ku heta îro di dilê her Kurdekî de dijî.
Şêx Seîd ne tenê rêberek bû, ew sembolek e: sembola berxwedanê, yekîtiyê û xewna azadiyê.
Dewleta Tirk a nîjadperest hê jî polîtîkaya xwe ya înkar û qetlîamê ya li dijî gelê Kurd û rêberên Kurdan didomîne.
Wekî Rêber Şêx Seid gotinên xwe yê dawî yê da gotî: Ez hatim dawiya jiyana xwe ya li vê dinyayê. Ez qet ne poşmanim ku di ber miletê xwe da şehîd ketim. Bes bila neviyên min li hemberî dijmin min şermîn dernexînin.
Ey rêberên me yên dîrokî! Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî em ê tim di riya weda bi meşên, riya we ji bo me ronahî ye.
Ey gelê Kurd! Werin, em xewna Sêx Seîd û hemû Rêberên gelê Kurd bikin rastî. Dest bi dest, mil bi mil, bi dengekî bilind bibêjin: Bijî yekîtya Netewî û Kurdistana serbixwe û azad.
Em bi hûrmet şehadeta rêber Şêx Seîd û hevalên wî yê qehreman û hemû Rêber û Şehîden Kurdistanê bi bîr tînin.
Ew hemû rûmet û serbilindiya gelê Kurd in. Cîhê wan cennet be înşallah.”