Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya azadiyê Zîlan li Stenbolê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan li gelek bajaran li dijî sansûrê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Xwendekarên Komunalîst: Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pîrozbahiyên Newrozê didomin
Rojane

Pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li gelek bajarên Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li gelek navendên Kurdistanê û Enqereyê agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiyan de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. Di şahiyan de govend hat gerandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

ŞIRNEX

Li gundê Hespîst ê navçeya Hezex a Şirnexê ciwanan agirê Newrozê vêxistin û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kirin. Ciwanên ku danê sibehê xwestin li girên ser gund agir vêxin, ji aliyê leşkerên li derdora gund ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê ciwanan li nava gund agir vêxistin. Piştî derdor tarî bû ciwanan tekerên li ber deriyê gund şewitandin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” li dora agir kom bûn û Newroz pîroz kirin.

QERS

Gel piştî fitarê li Taxa Aydinlikevlerê ya navenda Qersê hatin cem hev û bi vêxistina agir Newroz pîroz kirin. Tevî ku polîsan bi TOMA û wesayetên zirxî hewl dan taxê dorpêç bikin jî, gel guh nedan astengiyê û lastîkên ku berê amade kiribûn şewitandin. Agirê Newrozê ji aliyê TOMA’yê ve hat vemirandin. Li ser vê yekê gel agirê Newrozê li cihekî din ê taxê vêxist. Li gelek deverên taxê fîşekên hewayî yên ku hatin pêxistin reng dan pîrozbahiyê.

DÎGOR

Li gundê Tirmaşîn a navçeya Dîgor a Qersê agirê Newrozê hat vêxistin û şahî hat lidarxistin. Gundî piştî fitarê hatin cem hev û bi vêxistina agir Newroz pîroz kirin. Jin û mêran demeke dirêj li dora agir govend gerandin.

ENQERE

Rêxistinên girseyî yên demokratîk li Mamakê meşek li dar xistin û Newroz pîroz kirin. Li dû meşê gelê Mamakê bi xwendina deklerasyona Newrozê vexwend çalakiya Newrozê ya 24’ê Adarê ya ku dê li Anîtparkê bê lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Newroz, Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana Newrozê” hatin berzkirin û pankarta “Bijî Newroz, Newroz pîroz be” hat vekirin.

EDENE

Jin û ciwan li taxa 19 Mayisê ya Yuregîrê û Taxa Havuzlubahçe ya Seyhanê li hev civiyan û agirê Newrozê bi muzîk û berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” vêxistin. Gel bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi deqeyan li dora agir sekinî. Parlamenterê DEM partiye yê Mêrsînê Alî Bozan, Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Şaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Şaredariya Yuregîrê Şukran Efetûrk û Îbrahîm Kocaman û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya bûn. Di pîrozbahiyê de ciwanan pankarta “Her Newroz destpêkek nû ye” vekirin û bi meşaleyan meşiyan.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Newroza Amedê 126 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’Ê ADARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sûcê şer: Dewleta Tirk bombe li stasyona elektrîkê barand

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê bombe li stasyona elektrîkê barand û di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku nêzî mehekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê erd hejiya

Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Xwepêşandan li Fransayê bi beşdariya deh hezaran kesî didomin: 135 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?