Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş, bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket
Çand û Hûner

Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

Pirtûka bi navê “Çîroka Zarokên Roj û Agir I” ê ku tê de gotin, nota û çîrokên 50 berhemên hûnermend Rotînda cih digire, hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Jimara pirtûkên derbarê muzîka Kurdî de her çend hêdî be jî zêdetir dibin. Vê hefteyê pirtûkeke nû hat weşandin. Navê wê, “Çîroka Zarokên Rojê û Agir I” ye.

Pirtûk ji aliyê hunermend Rotînda û aranjor Merdan Zirav ve bi hev re tê amadekirin. Di pirtûkê de gotin, nota û çîrokên 50 stranên Rotînda cîh digirin.

Notasyonên stranan û grafîka pirtûkê Merdan Zirav amade dike, gotinên stranan û çîrokan jî Rotînda dinivîse. Pirtûk bi mezinahîya A4 û 142 rûpel e. Ji bo ku muzîkjen dema li ser dikê ne rûpelan bi hêsanî biguherînin, kêlekên pirtûkê bi spiralê hatiye girêdan.

Berhemên di pirtûkê de cîh digirin:

Lo Vedat, Çar Stêrk, Dîrok, Yekitî, Gûlê, Egîd, Kedkar, Şervanê Gelê Me, Dildarê Min, Bê Te Nabe, Dilşo, Sîser, Bawerî, Oxir Be, Çima Tenê, Delala Min, Qêrîn, Gerîla, Koçberî, Zîlan, Çarçela, Benda Te Me, Veqetin, Sê Jinên Azad, Êvarda, Avaşîn, Bihişt, Li Te Geriyam, Carna, Biçilmisî, Avî, Erdal Heval, Welatê Min, Gimgim, Nîvcû, Şev Nîvê Şevê, Newroz, Axîn, Ji Kerema Xwe, Ya Star, Roboskî, Koîro, Kurdim, Tekoşîna Jin, Dîlanê, Wenda, Sakîne, Heval Atakan, Nabihîsin.

Rotînda van stranan di navbera 1990-2019an de dinivîse û beste dike. Di pirtûkê de hatiye nivîsandin ku kîjan stran kengî û li ku hatiye çêkirin.

Roja şanenavê tê lidarxistin

Ji bo pirtûka “Çîroka Zarokên Rojê û Agirî I” dê di 27ê Kanûna Pêşîn de li Hannoverê û di 14ê Çile de jî li Baselê roja şanenavê were lidarxistin.

Merdan Zirav got, “Em cîlda duyemîn a pirtûkê jî amade dikin. Di cîlda duyemîn de jî dê 50 stran bi gotin, nota û çîrokên wan cîh bigirin.”

Dema cîlda duyemîn jî were weşandin, dê bi tevahî 100 stran bi gotin, nota û çîrokên wan hatibin belgekirin. Ev yek erkên nû dide pêşberî lêkolîneran. Heke em werin ser ka ev erk çi ne.

Erkên dikevin ser milê lêkolîneran

  1. Antropologên Çandê divê têkiliya van berheman bi dîroka Kurdistanê û têkoşîna civakî ya dawî re derxînin holê. Rotînda beşeke girîng a van berheman li çiyayan, di nava şerê germ de, di nav gerîlayan de nivîsî û beste kir. Divê were nivîsandin ku ev tê çi wateyê.
  2. Muzîkolog divê aranjeya, avahiya melodîk û bîrkariya berheman şîrove bikin. Her wiha divê tomar bikin ku Rotînda ji stranan yekem heta strana dawî, di muzîkê de çawa pêşve çûye.
  3. Rexnegirên muzîkê yên me nîn in. Lê belê rexnegirên muzîkê dê di pêşerojê de derkevin. Divê ew kêmasiyên hunermend derxînin holê û pêşniyarên xwe bikin.
  4. Di dawiyê de jî, divê ev berhem bi zanyarîya Jineolojîyê, yanî bi nêrîna jinê werin nirxandin.

Van metodên ku me rêz kirin divê ji bo hemî hunermend û komên muzîkê yên girîng werin kirin. Mînak, ji bo Aram Tîgran, Koma Berxwedan, Zozan, Şemdîn, Koma Botan (Qamişlo), Dilovan, Xelîl Xemgîn, Şehrîbana Kurdî û hunermend û komên din…

Îro derfetên me zêde bûne. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê zanko û dibistanên muzîkê hatine vekirin. Divê derketina lêkolînerên muzîkê di van saziyên perwerdeyê de were teşwîqkirin û muzîka Kurdî bi nivîskî were belgekirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yuksel Genç: Bê rêxistinî pêla tundiyê mezin dike
Nûçeya Pişt re HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr tînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Balafirên şer bombeyan li gundekî Kobanê dibarînin

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li gundekî bajarê Kobanê dibarînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Karkerên Ozak Tekstilê yên li mafên xwe digerin hatin binçavkirin

Karkerên Ozak Tekstilê ên di roja 75'emîn a çalakiya xwe ya li ber avahiya girtîgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek kesan serdana şîna gerîlayê HPG’ê Eser kirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Muhammed Eser li Farqînê şîn hate danîn. Gelek kes serdana şînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Dema nû, destpêka nû: Komînal

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?