Hêzên girêdayî HTŞ’ê şeva 28’ê Nîsanê bi çekên giran li dijî herêma Jaramana ya başûrê Şamê êrîş dan destpêkirin. Ev êrîş tenê bi Jaramana re sînordar nema û heta Sahnaya, Eşrefiye û Siwêydayê belav bû; bi dehan sivîl di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.
Weke ku bê bîrê; malpera “Lekolîn org” di nûçeyên xwe yên 7’ê Adar û 13’ê Adarê de planên qirêj ên dewleta Tirk ên bi destê MÎT û koordînasyona HTŞ’ê li dijî herêmê eşkere kiribû. Rayedarên MÎT’ê di civîna Balyozxaneya Tirkiyê ya Sûriyê de, ji fermandarên HTŞ’ê xwestin ku li sahe û bejahiya Suweydayê serweriya xwe pêk bîne, rê li ber berfirehbûna leşkerî ya Durziyan ber bi herêmên cuda ve bigirin û ji bo bersivdana êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser baregehên T-4 û Palmîra ku Tirkiye wê bi cih bibe, tevlîheviyê ava bike.
Di vê çarçoveyê de ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve aqilê çêkirî hat bikranîn û dîmekî ku heqeretê li Hz. Muhammed dike wekî aîdê serokê Durzî Marwan Kiwan e amade kirin û weşandin. Piştre êrîşa li dijî gelê Durzî dest pê kir. DAÎŞ’î û cîhadîstên biyanî yên di nava HTŞ’ê de, piştî êrîşên xwe yên li ser xwendekarên Durzî yên li Humus û Şamê şeva 28’ê Nîsanê bajarê Jaramana ya girêdayî Siwêdayê hedef girtin û bi dehan sivîl qetil kirin.
Her çiqas serokê Durzî hem qeydê deng ku hat weşandin, hem jî êrîşan şermezar kir jî komên Tirkmen ên girêdayî dewleta Tirk êrîşên li ser herêmên Jaramana, Sahnaya, Eşrefiye, Thala û Siwêdayê zêde kirin. Piştî êrîşê ewil rêveberiya Şamê bêdeng ma. Piştre hat ragihandin ku di navbera şêxên Durzî û hikûmeta Şamê de lihevkirinekî hatiye çêkirin, lê êrîş bênavber dewam kirin û hîna jî ranewestiyaye.
ÎSRAÎL JÎ KET DEWRÊ
Îsraîl piştî êrîşên HTŞ’ê bi devkî bertek nîşan da, piştre ragihand ku ew karwanê cîhadîs ku wê Durziyan hedef girtiba xistine. Her çiqas rayedarên leşkerî û siyasî yên Îsraîlê gotin ku ew ê hedefgirtina Durziyan qebûl nekin jî ev destwerdan têrker nebû. Rewşa nediyariyê dewam dike.
GEFA KOMKUJIYÊN NÛ
Civaka Durzî birêxistinkirî ye, lê bêtecrube ye. Berdewamkirina êrîşan wê gefa komkujiya topyekûn a li dijî gelê Durzî çêbike. Komkujiyên li dijî Elewiyan wê bi Durziyan re dewam bike. Tiştên ku tên kirin pêkanînên destpêkê yên zîhniteyekî ku di rewşa xwe ya herî bêhêz de ye. Dema ku HTŞ bi hêz bibe wê polîtîkayên xwe yên komkujiyê bidomîne, êrîşên komkujiyê wê li dijî gelên Sûriye û gelên herêmê pêk bîne. Ev qonaxa amadekariyê ye. Ji ber vê yekê divê gelên Sûriyeyê bi lezgînî xweparastin û rêxistinbûna xwe ya cewherî ava bikin.
BI ÊRÎŞAN GELEK PEYAMAN DIDIN
Bi êrîşên li ser Durziyan dixwazin peyamê bidin gelek aliyan. Erdogan di daxuyaniyekî xwe de wiha gotibû, “Em ne damezrênerê lîstikê bin jî em ê lîstikê xira bikin.” Bi vî rengî bizanebûna ku di hevkêşe û pêşeroja Sûriyeyê de cih nagire, dixwaze hevkêşeya gengaz ji niha ve xira bike û şer belavî erdnîgariyekî berfireh bike. Dewleta Tirk peyamê dide hemû bawerî û qewmên li Sûriyeyê, Îsraîlê, Koalîsyonê, erdnîgariya Ereb û bi taybet Kurdan.
Peyam dide ku wê li dijî êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser baregehên T-4 û Palmîra, êrîş bike. Îsraîl diyarkiribû ku ew Durziyan wekî hêzên tifaqê dibînin. Dewleta Tirk ji Îsraîlê re dibêje ku ew ê bi rehetî nikaribin li ser Sûriyeyê tevbigerin.
Dewleta Tirk hewl dide peymanên Îsraîlê yên bi dewletên Ereb re xira bike. Eger encamê bigre wê nîşanî hêzên koalîsyon bike ku lîstokan baş xira dike û wê di hevkêşeya herêmê de cih bixwaze.
Gef li Kurdên ku di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê li Rojava konferans li dar xistin bixwe û zor li wan bide ku şert û mercên HTŞ’ê qebûl bikin. Herî kêm ji bo ku yekîtiya Kurd ava nebe, êrîşên xwe yên komkukiyê bidomîne. Li bajarên Durziyan pêş amadekariyên vê tên kirin. Ji xwe komên Tirkmen ên girêdayî dewleta Tirk gef li Kurdan jî xwarin. Her wiha wê bixwaze têkiliyên Îsraîl-Kurd ku dibe li herêmê pêş bikeve, asteng bike û bi mijûlkirina Îsraîlê li başûrê Şamê li dijî Kurdan êrîşekî nû bike.
DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN
Êrîşên li dijî Durzî û Elewiyan wê di erdnîgariyekî berfireh de li dijî hemû gelan pêk were. Ji ber vê yekê dive li dijî êrîşên li ser Durziyan bêdeng nemînin. Divê rê li ber êrîşan were girtin an dibe ku sibê dereng bibe. Hêzên birêxistinkirî dikarin rê li ber êrîşên komkujiyê bigrin. Divê ji bo vê yekê dem winda nekin.