Şemî, 17 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Nêçîrvan Barzanî re rûnişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Koyê ji bo piştevaniya bi Rojava û Rojhilat re meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên çeteyan hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Celal Baymış hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi hezaran kes meşiyan: Rojava berxwedan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan gundekî derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin
Li başûr û rojavayê Tebqayê pevçûnên dijwar didomin
Çeteyan bi çekên giran Dêr Hafirê bombeberan dikin
Çeteyên hikumeta demkî gundên Dêr Hafirê bombebaran dikin
Çeteyan bi 2 dronan derdora Tişrînê hedef girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Piştî Şoreşa Rojava asta pêşketina zimanê Kurdî zêde bû’
Çand û Hûner

‘Piştî Şoreşa Rojava asta pêşketina zimanê Kurdî zêde bû’

Rewşenbîrên ziman û wêjeya Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku bi Şoreşa Rojava re zimanê Kurdî gihişt qonaxeke nû û bang li hemû rewşenbîran kirin ku xwedî li ziman û wêjeya Kurdî derbikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 12’ê Mijdarê de li bajarê Kobanê 2’emîn Festîvala Wêjeyî destpê kir. Gelek wêjevan ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di festîvalê de amade bûn. Beşdarên festîvalê têkildarî pêşketin û rexneyên li ser ziman tên û piştî Şoreşa Rojava zimanê Kurdî gihîştiye çi astê, ji ANF’ê re axivîn.

 

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê diyar kir ku festîvalên bi vî rengî gelekî girîng in û got: “Ji bo me wêjeya Kurdî cuda ye, him guhdar im, him jî çîroka xwe û pirtûka xwe îmze dikim. Em jî bi rêya festîvalên wisa, çalakiyên wisa, hêdî hêdî ziman û wêjeya xwe jî bi pêş bixin. Em ê hîna zêdetir zimanê xwe dewlemed bikin. Em ê wan kêmasiyên di zimanê de bi rêya panel û semîneran guftûgo bikin û cihê vala dagirin. Divê em weke saziyên wêjeyî û desteya çandî hîn zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”

Narîman Evdikê destnîşan kir ku timî rexne li ser ziman û wêjeya Kurdî tên, ew rexne jî ji bo pêşketinê ne û wiha got: “Kesên ku serpereştiyê ji van çalakiyên wêjeyî re dikin, gelekî girîngiyê nadin çalakiya wêjeyî. Divê em zêdetir ji bo zimanê xwe têbikoşin. Divê wêjevan û rewşenbîrên me timî di nava nîqaş, goftugo û komxebatan de bin, ji bo ku asta zimanê me hîn dewlementir bibe.”

Narîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Şoreşa Rojava gelek destketî bi xwe re anî. Wêje di destpêka şoreşê û piştî wê de jî di qonaxeke nû re derbas bû. Lê hîna kêm e. Dema gava pêşketinê hebe, hêviya mirov jî pê re pêş dikeve. Vaye çapxaneya me, ziman û wêjeya me jî bi pêş ketiye. Ew jî di derbarê pêşxistin û bilindkirina asta ziman û tîpên wê de ye.” 

 

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Firatê Ziyad Elî jî wiha axivî: “Armanca me ya sereke ya vê festîvalê ew e ku em bi hêza xwe ziman û wêjeya xwe bi pêş bixin. Gelek wêjevan ji gelek deverên cuda ji bo ku bikaribin hîn zêdetir asta wêjeya Kurdî bi pêş bixin, festîval dan destpêkirin.”

Elî anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava zimanê Kurdî di qonaxeke nû re derbas bû û wiha bilêv kir: “Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, di her sazî û dezgeha Rêveberiya Xweser de, zimanê Kurdî bû hîma sereke, bû wêjeya civakê û bilindkirina asta civakê. Festîvala Kobanê ya Wêjeyî jî roleke xwe ya girîng di pêşxistina wêjeyê de heye. Ew jî bi rêya şevbuhêrkan, çîrokan, helbestan û semînerên cur be cur tê kirin.”

 

Nivîskar, lêkolîner, helbestvan û mamosteyê beşa ziman û wêjeya Kurdî ya klasîk û zargotinê ya zanîngeha Rojava Salihê Heydo ragihandin ku ziman û wêjeya Kurdî bi sedan salî qedexekirî û tunekirî bû û di nava pencên qirkirinê de, zimanê me qirkirî, qedexe û di nava asîmîlasyonê de bû û got: “Lê festîval û gelek çalakiyên wêjeyî tê wê wateyê ku zimanê me yê Kurdî di nava pêşketinê de ye. Pirtûkên me bi rengekî dizî hebûn, lê di roja me ya îro de em bi hezaran pirtûkên xwe bi navnîşana Kurdî dibînin.”

Salihê Heydo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em xwedî dîrokeke kevnar û xwedî zimanekî dewlemend in. Asta pêşketina zimanê Kurdî piştî Şoreşa Rojava zêde bû. Ev yek jî bi saya şehîdên me ne. Xwendekarên zanîngehê bûne afirîner û pêşketineke gelekî mezin di warê zimanê Kurdî de çêdikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Hevşaredarê Dersimê M.Alî Bûl 8 sal û 9 meh ceza hate dayîn
Nûçeya Pişt re Li Zurîchê çalakiya fîlmên Kurd destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşa li dijî hikumeta veguhêz: 3 mirî, 9 birîndar

Li Dêrazorê di êrîşa bombeyî ya li ser wesayita hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên hikûmeta Şamê du ciwan qetil kirin

Hêzên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 24 saetên dawî de du ciwan qetil kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KCK’ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Kobanê: Du tax li hemberî du dewletan bi ser ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê merasîma ji bo veşartina cenazeyê şehîd Ziyad Heleb destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?