Di daxuyaniya nivîskî ya PJAK’ê de hate destnîşankirin ku tu têkiliya rûpela navborî ne di aliyê ramanê ne jî medyayê de bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re tune ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Em ji raya giştî û gelê têkoşer ê Kurdistanê re radigihînin ku tu têkiliya rêxistinî, ramanî yan jî medyayî ya rûpela ku bi navê “Qandil Press” fealiyetê dike, bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Tevgera Azadiya Kurdistanê re tune ye.”
‘HEWLDANA XAPANDINA RAYA GIŞTÎ’
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rûpela navborî bi zanebûn hewl dide raya giştî bixapîne.
PJAK’ê wiha got, “Rûpela navborî bi zanebûn bi karanîna navê ‘Serketina Qendîlê” ku di wîjdana hişmend ê gelê me de sembola berxwedana û fedakariyê ye, hewl dide raya giştî bixapîne û seyra têkoşîna azadiyê xira bike.”
‘NÊRÎN Û DAXUYANÎ LI SER KANALÊN FERMÎ TÊNE KIRIN’
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku nêrîn û daxuyaniyên derbarê rêxistinê de tenê li ser kanalên fermî tene kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em her curê têkiliyê bi vê rûpela bi guman re red dikin, em careke din destnîşan dikin ku nêrînên fermî yên PJAK û Tevgera Azadiya Kurdistanê tenê bi rêya platfor û kanalên me yên medya yên fermî ve têne weşandin.”

