Şemî, 14 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Ridvan Karakoç bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê em li dijî hêzên komploger di nava çalakiyan de bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Melbourneyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Besra Erol hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Caro Sommer: Em weke ciwan ji bo modela Rojava ku alternatîf e belav bikin derketin rê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Saziyên Zimanê Kurdî peyama 21’ê Sibatê: Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Ji bo Konfederalîzma Jinên Cîhanê gaveke mezin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir
Kurdistan

PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir

PJAK’ê ragihand ku yekîtiya netewa demokratîk a gelê Kurd komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava, têk bir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 28’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ku li dijî Rêber Apo hate pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê û hewldanên wî yên ji bo pêşxistina têkoşînê ya li her çar beşên Kurdistanê û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd silav dikin ku bê guman dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sudmend be. Em hemû şehîdên ku ji bo şkandina Komploya Navneteweyî têkoşîn kirin û ji bo vê armancê canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin.

Komplogeran bi girtina Rêber Apo û tecrîdkirina di hucreya yekkesî ya li Îmraliyê de, xwestin gelê me ji jiyana azad û demokratîk bê hêvî bikin û dûr bixin. Her wiha planên xwe yên otorîter û berjenwedîparêz pêk bînin. Ji wê demê ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji ber teşwîqdana şerê leşkerî û siyasî ku berdewamiya heman komployê ye, deryayeke xwînê rijandiye. Ev pêvajo, ku ji wê demê ve veguherî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, bi komployek li dijî Kurdan destpê kir û heta ku veguherî komployek li dijî hemû neteweyên Rojhilata Navîn berdewam kir.

Bi îradeyek xurt û têkoşîneke mezin a fikrî, Rêber Apo rê li ber vê komployê girt û rêyeke nû amade kir. Ji bo vê armancê, wî di dawiyê de paradîgmaya ‘Civaka demokratîk û ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê’ derxist pêş. Bi vê yekê Komploya Navneteweyî û hêzên komploger têk bir. Têkoşîna Rêber Apo xwîneke nû xist nav demarên tevgerên rizgariya civakî yên enternasyonalîst. Ev têkoşîna mezin a Rêber Apo ku li ser bingeha şiyarbûna gelê Kurd, azadîxwazan û gelên bindest ên cîhanê hatiye avakirin ku gelek ji wan berê xwe dan ezmûna nû ya Rojavayê Kurdistanê, berovajî komploya komplogeran bû.

Hêzên ku dîtin şoreşa gelên Rojava gihîşte lûtkeya xwe, qonaxa duyemîn a komployê dan destpêkirin û piştî peymana li Parîsê di 5’ê Çileya 2026’an de, komploya xwe bi vêxistina ronahiya kesk ji bo êrişkirina di 6’ê Çileyê de li ser Rojava pêk anîn. Wan nexwest modela Rojava bibe model û îdeala Rojhilata Navîn. Lê berxwedana gelê Kurd û hêzên di bin pêşengtiya Rêber Apo de zirara komployê heta radeyekê rawestand. Rêber Apo li Îmraliyê ‘hiş û îradeya siyasî ya Kurd’ ava kir û gihand asteke bilind. Bi vî awayî, gel ber bi qonaxa yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve bir. Bi vî awayî, wî gel ber bi qonaxa yekîtiya neteweyî ya demokratîk ve bir. Di encama yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê de, têkoşînek mezin di bin pêşengiya şervanên Rojava de derket holê û senaryoya hêzên hegemon careke din têk çû.

Êrişkirina ser Rojava hewldaneke ji bo têkbirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ qonaxa duyem ya komploya navdewletî bû ku qonaxa yekem 15’ê Sibata 1999’an pêkhat. Êrişa li ser Rojava ji bo pêşîlêgirtina li serkeftina paradîgma Rêber Apo û belavbûna wê ya li her çar beşên Kurdistanê bû. Xwestin gelê Kurd bê hêvî bihêlin û rê li ber gihiştina jiyana azad bigrin. Rêber Apo sala borî pêşbîniya vê komlopya nû kiribû, pêvajoya aştî û entegrasyona demokratîk destpê kir.

Ji ber vê çendê di 27’ê Sibata sala borî de çareseriya demokratîk a pirsa Kurd ragihand. Lê avakerên sîstema Îmraliyê ku vê yekê berovajiyê berjewendiyên xwe dîtin, bi plandanîna ji bo qonaxa duyem ya komployê hewldan vê pêvajoyê têk bibin. Bi temamî eşkere ye ku ev komplo rehendên wêyên cîhanî hebû, Tirkiye tenê rola pêkanînê ya bi awayek xirabker ya vê pêvajoyê lîstiye. Nîşanda ku berdewamirina tecrîd û sîstema Îmraliyê nîşaneya siyaseta komujiyên li dijî Kurda ye. Her wiha bersiva gelê Kurd gelek zelal bû. Mîna bersiva ku di sala 1999’an de nîşanî hemû hêzên cîhanî dayî bû. Gelê me bi pêşxistina têkoşînê pêvajoya yekitiya netewî ya demokratîk a hemû beşên Kurdistanê gihand astek bilindtir ku bi qasî serhildana 1999’an bi rûmet bû. Bi vî rengî jî şoreşa Kurdan ber bi qonaxek nû ve birin û dengê xwe gihandin astek bilindtir a qada navneteweyî. Ev jî destkeftiyeke din a bi cîhanîkirina pirsgirêka Kurd a li beramberî qonaxa duyem a komployê ye.

Qirkirina gelê Kurd ya li Rojhilatê Kurdistan, taybet jî li Îlam û Kirmaşanê, êrişên ser Rojava, êrişên ser Başûrê Kurdistanê, hewldanên têkdana pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê, ispat dike ku şerê cîhanê yê sêyemîn û komploya dijî Gelê Kurd dijwartir bûye. Lewma divê têkoşîn jî li gorî vê rastiyê were kirin û şerê cîhanê yê sêyemîn gihitşiye asta herî metirsîdar. Lê belê rêyên leşkerî êdî ji bo çareseriya pirsa Kurd nabin çareserî û qeyran û şeran gurtir dike. Şer û komployên dijî Kurdan tevî dijwartir bûne, lê hemû jî mehkumî têkçûnê ne.

Weke her carê gelê Kurd gelê herî fedekar û têkoşere, di heman demê de palpiştê herî mezin ên şoreşa Kurd û gelên bindestin. Niha gelê me li Rojhilatê Kurdistanê carek din rubirûyî kuştin, bêdengkirin, girtin û êşkenceyê tê. Divan şert û mercane de, ji bo gihiştina demokrasî û çarenûsa azad, tekane rê têkoşîn û yekîtiya netewî ya demokratîke. Muxalefeta Kurd bi bicihanîna vî erkî ve girêdayiye. Wê Partiya me PJAK li gorî vê rastiyê û têgihiştina vê qonaxa hesas, têkoşîna xwe bidomîne. Têkbirina komploya navnetewî, azadiya Rêber Apo û gelê Kurd, temamkerê hevin. Em yekitiya gelê xwe silav dikin, em bawerin ku emê bikarin komploya navnetewî bişkînin û gelê xwe bigihînin azadiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 26 roj ji dorpêçê: Berxwedanî di asta lûtkeyê de ye
Nûçeya Pişt re KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika Şemiyê Emîne Ocak birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê

Dayika Şemiyê Emîne Ocak 20’ê Hezîranê ji ber krîza dil rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji bo çareseriyê helwesta medyayê girîng e’

Hevseroka DGF'ê Dîcle Muftuoglu got, ji bo çareseriyeke ku hemû civakê eleqedar bike pêk were,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?