Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê 15’ê Tebaxê pîroz kir
Kurdistan

PJAK’ê 15’ê Tebaxê pîroz kir

PJAK’ê salvegera 41'an a Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an pîroz kir û destnîşan kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li çar parçeyên Kurdistanê wê bi serkeftinê bi encam bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) di derberê salvegera 41’an ya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê îro gihiştiye qonaxa Cejna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’. Ew têkoşîna şoreşgerî ya Rêber Apo dayî destpêkirin, bi teqandina fîşeka yekem ya ji aliyê Hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) Fermandarê 15’ê Tebaxa 1984’an gelê Kurd ji qirkirinê rizgar kir. Ev şoreş bi saya Fermandarê 15’ê Tebaxê, plana qirkirina dijminan vala derxist, heman demê bû Cejna Vejîna gelê Kurd.

Vejîna 15’ê Tebaxê li dijî faşîzimê li hemû Kurdistanê bersiveke mezin bû. Pêngavek welê bû ji bo hemû hêzên cîhanî û herêmî piştrast kir ku vîna gelê Kurd nayê şikandin. Bi pêşengtiya Rêbertî û fedekariya Rêber Apo gelê Kurd gelek carî ji komkujî û asîmlasyonên hovane rizgar kir. Bi vî rengî rêya azadiyê vekir. Gihiştina me ya vê qonaxê bi saya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê ya Rêber Apo û fermandar Hevrê Egîd gihiştiye lûtkeyê. Ev yek bû sedemê destkeftiyên xurt bên girtin û bûye Cejna Vejînê ya gelê Kurd.

Dewletên ku hikum li ser her çar parçeyên Kurdistan dikin, bi piştgiriya zêde ya welatên cîhanê li ser esasê jenosîd û asîmlasyona li dijî gele Kurd bûne yek. Bêyî Vejîna 15’ê Tebaxê ne mimkûn bû ku ev tevgera tirsnak bê tinekirin. Fermandar Hevrê Egîd û têkoşîna fedayî ya hêza gerîla afirêneriyeke mezin di nava gelê Kurd de xuliqand. Ev pêngaveke bi hêz ya şoreşgerî ya li dijî faşîzma li Kurdistanê bû. Destkeftiyên vê pêngavê îro di warê siyasî, civakî, çandî û azadîxwaziyê de sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Gelê Kurd mindetdarê vê pêngavê ya bihêz û cesarete.

Îro gelê me gihişte qonaxeke welê ku Rêber Apo sala 2025’an dest bi pêngava ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Eruh-Şemzînan ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Fermandar Egîd destpê kir, têkoşîneke bê eman û mînak bi xwe re anî. Gelê Kurd yê bindest gav bi gav nêzî azadiyê kir.

Nabe ku em qirkirina çandî û fîzîkî ya ji aliyê dijmin ve bi rengekî herî hovane hatî kirin ku di encamê de bi deh hezaran kesên bê guneh bûn qûrbanî, ji bîr bikin. Di encama Cejna Vejînê ya li dijî vê hovîtiyê de hişyariyeke netewî pêk hat. Dîsa Kurdistan bû çeperên azadî û demokrasiyê. Niha dîrokeke rasteqîn ya nivîskî ya gele me afirandî heye. Ev dîroka geş, çîroka têkoşînê ya dehan salan ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatî destpêkirin, di rêza herî pêş ya dîrokê de cih digire.

15’ê Tebaxê îspat kir ku mirina dewleta netewe û faşîzma wê rastiyeke bi saya îradeya pola ya gelê Kurde û ev îrade iradeye jî bi bidestxistina azadî û demokrasiyê ye.

Îro, çanda ‘Berxwedan Jiyane!’ me gihandiye qonaxa têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ ku pêvajoya bidestxistina azadiya piralî. Ji ber vê yekê, tu hêz nikare vê pêvajoyê rawestîne û îradeya gelê me bişkîne. Peyama Pêngava 15’ê Tebaxê ewe ku serdema faşîzmê, peymanên wê bi hêzên navnetewî re û dan û wergirtina pereyek bêhempa bi armanca tunekirina gelê Kurd, bidawî bûye.

Berê, Rêber Apo hewcedariya têkoşîneke sîstematîk û armancdar ya gelê Kurd hîs kiribû û îro jî derket holê ku gihiştina pêvajoya têkoşîna azadiyê ya piralî bi saya Cejna Vejînê misogere. Berxwedan û têkoşîn ji çiyayên bilind û asê yên Kurdistanê bigire heya zindanên tirsnak yên dijmin Tevgera Azadiya Kurd gihandiye astek pêşveçûnê ku dê sûdê bide tevahiya Rojhilata Navîn.

Îro, hişmendiya dijmin a li ser qirkirin an asîmîlasyona Kurdan bêwate bûye. Ji ber ku îradeya dilsoz û xurt a gelê me ji bo bidestxistina azadiya mayînde êdî têk naçe. Ger faşîzm îro li hember gelê me û hêzên gerîla bêçare maye, ev bi saya pêşengiya Rêber Apo û Fermandariya Heval Egîd’e.

Li Rojhilatê Kurdistanê, tiştê ku tevgera şoreşger a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêş xistiye, têkoşîna bi dehan salan a gelê me li ser rêya Tevgera Apoyî bû. Rêya demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê destkeftiya vê serhildana mezine. Di civaka pir-etnîkî ya Îranê de, derfeta bidestxistina azadiyê ji bo hemû netewan tenê wê demê pêk tê ku ew ji destkeftiyên demokratîk û azadiyên Cejna Vejînê û Cejna Azadiyê ya gelê Kurd sûd werbigirin.

Ev destkeftî ji helwest û gotina ‘netewa demokratîk’ pir cuda nîne û mirovahiyê şansê wê yekê bidest xistiye ku jê sûd werbigire. Bêgûman vejîna gelê Kurd, vejîna jinan û vejîna netewên bindest di pêvajoya dehsalan a Pêngava 15’ê Tebaxê de li hev civiyane û îro ew nêzîkî qonaxa dawî ya azadiyê dibin. Jin di navenda qada azadiyê de ne û bêgûman bêyî azadiya jinê, azadiya netewan nabe. Jin hêza pêşeng û dilxwaz ya Tevgera Azadiyê ne û li ser vê bingehê têkoşîna xwe watedar kirine.

Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, malbatên şehîdan, hêzên gerîla, tevahiya gelê Kurd, hêzên azadîxwaz û demokratîk yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dike.

Îro, jin û ciwan pêşengên vê têkoşînê ne. Bi destpêkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re, Rêber Apo hewl dide ku vê têkoşîna bi dehan salan bi bidestxistina azadiya mayînde bidawî bike. Bila ev rêya azadiyê tijî rêwiyan û mîrateya 15’ê Tebaxê be, ku mîrateya azadiya gelê me û hemû neteweyên bindest yên Rojhilata Navîn e. Bi çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd li her çar beşên Kurdistanê dê bi serkeftinê bidawî bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pakistanê baranên tund ên muson: Hejmara miriyan bû 320
Nûçeya Pişt re Koçyîgît: Bi bombekirina Kobanê re li Amedê aştî nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Mexmûrî: Dengê xwe bidin wan kesan ku karibin Kurdistanê biparêzin

Jinên Wargeha Penaberan ên Mexmûrê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ev bang kirin: "Kijan partî…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM: QSD hêviya rast a gelê Sûriyeyê ye

TEV-DEM’ê diyar kir ku QSD’ê di nava 10 salan de îspat kir ku hêviya rast…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi banga DEM Partiyê kedkar ji çar aliyan ber bi Meclîsê ve meşiyan

Fînala meşa "Budçeya ji bo Nan û Aştiyê" li ber Meclîsa Tirkiyeyê pêk hat, ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin; 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Berf û seqemê êşên koçberên Waşûkanê zêdetir kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?