Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“16’ê Adarê salvegera komkujiya gelê me ya li Helebceyê ye. Sedsala bîstan, ji ber gelek karesatên rejîma Baas a Iraqê ku di nav de komkujiya Helebce û Enfal jî hene, di dîrokê de sedsala herî bixwîn a Kurdan bû. Mirovahiyê jî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van sûcan, xalek reş di dîroka xwe de qeyd kir. Di 38’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de, em vê sûcê li dijî mirovahiyê şermezar dikin û bi hurmet şehîdan bi bîr tînin. Gelê Kurd tu carî van sûcan ji bîr nake û heta azadiyê wê têkoşîna xwe berdewam bike.
Komkujiya gelê me ya li Helebceyê di 16’ê Adara 1988’an de bi destê rejîma faşîst û dijmirov a Baas a Iraqê pêk hat ku bû sedema şehîdbûna nêzî pênc hezar kesan, beşek ji plana dijminan a ji bo tunekirina gelê me bû. Bê guman komkujiyeke wisa berfireh û tawaneke wisa tundûtîj, bêyî pişgtiriya hinek dewletên hegemonîk pêkanîn ne gengaze. Piştre belgeyên hevkariya wan welatên ku pirsgirêka Kurd afirandine û alîkariya rejîmên serdestên Kurdistanê kirine di tunekirina Kurdan de, hatin eşkere kirin. Ev xala reş a ji bo sîstema cîhanî ku bi çavgirtina hêzên desthilatxwaz rû da, encama zêdetirî sed sal zilm û bindestiyê bû ku ji peymanên navneteweyî derketibûn holê. Yek ji wan jî Peymana Lozanê ye. Encamên wê peymanê û komkujiyên li dijî gelê me heta îro jî berdewam dikin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û îradeyek cîhanî ji bo çareseriyê neyê nîşandan, metirsiya dubarebûna Helebceyê ji holê ranabe.
‘TEVGERA AZADIYÊ BI DEHAN KOMKUJIYÊN MÎNA KOMKUJIYA HELEBCEYÊ ASTENG KIR’
Dema mirov li bûyerên ku îsal li Rojavayê Kurdistanê rû da û şerê berdewam yê li Îranê dinêre, tê dîtin ku Kurdistan hîna jî navenda şerek dirindane û tê ferzkirin li ser gelê me. Her çiqas tevgera azadî ya gelê Kurd hişyare û bi helwest û siyaseta xwe rê li ber bi dehan komkujiyên wek ya Helebceyê girtiye, lê dijmin hîna jî difikire ku welatê me bindest bihêle û komkujiyên mîna ya Helebceyê pêkbîne. Di vê rewşê de ku dibe şerê cîhanê yê sêyem bigihe lûtkeyê, metirsiya berdewamiya siyaseta înkar û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd a li beşên din ên Kurdistanê hîna jî berdewame. Hîna jî Kurdistan bi êrişên bêserûber yên wan dijminên ku dixwazin carek din Kurdistanê dagir bikin re rû birûye. Eger Kurd berxwedan û têkoşîn bikin, komkujî û qirkirinê wê pêkbînin û komployan li ser bikin.
‘EM Ê RÊ NEDIN ZILMA KU LI SER KURDAN TÊ MEŞANDIN’
Bê guman heta cih û statûyek di vê cîhanê de ji bo Kurdan rewa neyê dîtin, wê qeyranên cewherî berdewam bikin. Arastekirina pirsa Kurd ber bi rewşek aloz û kaotîkve birin, wê ji bo dijminan nebe rêyek ya gihiştina daxwazên xwe yên faşîst. Îro jî berdewambûna pirsa Kurd ya li çar beşan tê wateya berdewamiya qeyranan a li tevayî Rojhilata Navîn. Niha jî ku hewl tê dayîn herêm ji nûve were dizaynkirin, ev sîstem bêyî ku cihek bi rûmet ji Kurdan re diyar bike, wê bisernekeve. Wê ti aştî û aramiyek ji bo xwe nebîne. Ger bixwazin sed salên din Kurd di jêr zilm û armancên xwe de bihêlin, stratejiya qirkirin, bişaftin û komkujiyan îro bi saya têkoşîna gelê me û tevgera azadîxwaz de têkçûye. Ti rêyek ji bo mayîna sedaman nîne û rê bi berdewamiya zilma ku li Îran û Rojhilat li Kurdan tê kirin nayê dayîn. Asta tehemûla cîhanî li dijî hemû zilma li ser gelê me gihîştiye astek teqîner. Eger civak demokratîk bibin û di nav aştî û aramiyê de bijîn, ji bilî naskirina mafên demokratîk û azadîxwaz ên Kurdan rêyek din namîne. Di vî warî de, banga dîrokî ya Rêber Apo ji bo agirbest û çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd derfetek dîrokî ye ku dê herêmê bîne ber peravên ewlehî û aştiyê û bê guman dê rê li ber çêbûna çend Helebce û Xezeyê bigire.
‘RÊYA TEKANE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DESTHILATÊ YE’
Ji azadiya jinan heya azadiya gelan, tekane rêyek heye, ewjî têkoşîna dijî vê sîtema herêmî ku hikumraniya Kurdistanê dike û her tim bûyerên wekî Helebceyê weke çareseriya pirsgirêkan dibînin. Madem Kurd bi saya têkoşînê gihiştine asta pêşengtiyê, wê demê naskirina hemû mafên Kurdan, di berjewendiya hemû gelan û welatên herêmê, taybet jî Îranê deye.
PJAK hemû şehîdên Helebceyê bibîrtîne û komkujiya Helebceyê şermezar dike. Xwedî derketina li şehîdên Helebceyê, xwedî derketina li daxwazên wan ên rewa û dewamkirina têkoşîna ji bo bidestxistina mafên Kurdane. Ev rêya azadî û demokrasiyê ye. Ev daxwaz li ser bingeha têkoşînê hatiye avakirin û ev rê ji bo pêşgirtina li komkujiyane. Tevlîbûna gelê me ya di qadên têkoşînê de, yekitiya partî û hêzan, rêya herî baş ya ji bo garantîkirina têkoşîn û bidestxistina pêşerojek azad û demokratîk e. Gelê me û hêzên gerîla, dikarin hîn zêdetir rêya xwe ji her demê xurtir, bidomînin û pêşengtiya Rêber Apo û azadiya Rêberê me garantiya vê pêşerojê ye. Bêguman dê azadî biserkeve.”

