Sêşem, 21 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Waliyê berê Tuncay Sonel ku delîlan tune kiribû, hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Eşmeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    110 madenkar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re Şevîn Tetwan û Seyît Dersim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta Mexmûrê de banga ji bo dewleta Tirk: Qanûnên xwe biguherîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Ji bo têkbirina DAÎŞ’ê pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ya xurt heye
Rojava

QSD: Ji bo têkbirina DAÎŞ’ê pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ya xurt heye

QSD’ê, bi wesîleya salvegera têkbirina DAÎŞ'ê ya li Baxozê daxuyanek da û got ku tehdîda DAÎŞ'ê berdewam e û li dijî vê yekê hevkariya navneteweyî pêwîst e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) bi minasebeta salvegera 5’an a hemleya Baxozê ku dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin û 23’ê Adara 2019’an hebûna çeteyan a erdnîgarî hatibû bidawî kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD’ê hat weşandin de, şehîdên hemleya Baxozê hatin bibîranîn û hat gotin, “Şehîdên me bi xwîna xwe rê li ber serkeftina Baxozê vekir. Di vê hemleyê de destanên lehengiyê nivîsandin.” 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa têkoşîna li dijî çeteyan de sekna gel û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin bû û di têkçûna DAÎŞ’ê de xwedî rol bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku hêzên QSD’ê li dijî rêxistina çeteyan a herî hov ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye, berxwedaneke dîrokî daye meşandin û wiha hat domandin: “Cîhanê şahidiya vê yekê kir. Baweriya şervanên me bi doza ku ji bo wê têdikoşîn dikin hebû; xwediyên wê hêza moralê bûn ku dê karibin efsaneya derewîn têk bibin û hewayê ku çeteyan bi şêwazên kuştina qurbaniyan ava kiribû, ji holê rakin.”

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê derbeyên giran ji hêzên QSD’ê xwarin, kontrola wê ya erdnîgarî kêm bû, lewma li Baxozê sivîl wekî mertal bikar anîn û li hemberî pêkanînên çeteyan têkoşîna QSD’ê hat birbîrxistin: “DAÎŞ’ê çeteyên herî herî hov li bajaroka Baxozê kom kirin. Dema fêm kirin ku dawiya wan tê, sivîlên ku revandine weke mertalên zindî bikar anîn. Lê hêzên me bi pisporî û pîvanên mirovî nêzî sivîlan bû. Gelek caran navber dan operasyonê û korîdorên mirovî vekirin da ku sivîl ji destê rêxistina terorîst birevin. Sivîl li gorî yasa û pîvanên mirovî ber bi herêmên bi ewle ve hatin kişandin. Her wiha me endamên rêxistinê yên ku xwe radest kirin jî veguhestin cihên taybet ên binçavkirinê.”

Girîngiya serkeftina li Baxozê di daxuyaniyê de bi gotinên wekî, “Hêzên me karîbûn bi mîlyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin” hat vegotin û hat destnîşankirin ku bi vê operasyonê dawî li rêxistina çeteyên ku li piraniya Sûriye û Iraq belav bibûn û ji gelek welatan jî bibûn metirsî, hatiye anîn.

‘METIRSÎ DIDOME’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rêxistina DAÎŞ’ê hîn jî ji bo herêmê û cîhanê metirsiyeke mezin e û hat gotin: “Çete hewl didin bi rêya şanên xwe yên veşartî xwe ji nû ve rêxistin bikin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola erdnîgarî pêk bînin. Êrîşên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî de kar dikin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku operasyonên QSD’ê yên leşkerî li dijî şaneyên çeteyan didomin, lê heta ku çavkaniya bîrdozî ya DAÎŞ’ê neyê zuwakirin, li herêmê û cîhanê serkeftinek tê xwestin nayê bidestxistin û ev gavên ku divê werin avêtin wiha hatin rêzkirin: “Li tevahiya cîhanê pêwîstî bi hevkariyeke bi bandor a welatan ji bo hêzên me heye. Beşdariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ji bo şerê li dijî terorê û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst a ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî rêxistinê girîng e. Her wiha ji bo ji nû ve avakirina herêmê ku terorê di salên borî de hilweşînek mezin çêkiribû, hevkarî pêwîst dike. Lewma ji bo avakirina dezgehên giştî pêwîstî bi beşdariyeke berfireh a navnetewî heye. Dîsa ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên rêxistina terorîst û vegerandina wan a ji bo welatên wan hevkarî girîng e. Damezrandina dadgeheke navneteweyî ya li herêmên me ku dê çavdêriya dadgehkirina wan li gorî yasayên navnetewî bike pêwîst e. Her wiha çareserkirina dosyaya malbatên rêxistinê yên li kampa Holê karekî sereke ye ku nayê paşguhkirin. Tevî ku hêzên me hewl didin çavkaniya ku çeteyan li hundirê kampê ava kiriye zuwa bikin jî, hîn wekî bombeyekê disekine. Ev bi serê xwe cîhanê dixe metirsiyê û divê herkes pê re mijul bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyan dike û hin êrîşên çeteyan ên li herêma Dêrazorê DAÎŞ’ê zindî dike û hate gotin: “Em dibînin ku têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navnetewî heye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komkujiya li Moskowayê: Hejmara miriyan zêdetir dibe
Nûçeya Pişt re MSD: Êrîşa li Moskowayê nîşan dide ku gefa DAÎŞ’ê dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

Di rojnameyê de rola pêşengiyê ya jinan a li pêvajoya avakirina civaka demokratîk, rêxistiniya komun…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş Çerçel bi kêfî nayê berdan

Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel bi sedemên kêfî nayê berdan. Berdana Çerçel herî dawî meha Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Amedê trafoya tîmên taybet hedef girt

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li navçeya Sûr a Amedê li dijî trafoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Waliyê berê Tuncay Sonel ku delîlan tune kiribû, hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di kontrola dewleta Tirk de li qadên arkeolojîj kolan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Vegera koçberên Serêkaniyê hate nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîsyona Siyasî bi PYD’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?