În, 19 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê civîna gel a Aştî û Civaka Demokratîk: Aştî bi bi hevfêmkirinê pêk tê 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Manîsayê li dijî êrîşên nijadperest û zayendperest ên li ser Leyla Zanayê bertek hatin nîşa

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tayîp Temel: Qonaxa duyemîn bi zagonan dimeşe, ne bi mijûlkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eyşe Şan di 29’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 4 Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hate revandin, êşkence lê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YNK’ê: Em ê dest ji daxwazên xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jina Elewî ya ji Humsê, Buşra: Rizgarî nîne, qirkirina sîstematîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di asta navneteweyî de êrişên li ser parêzvanên mafên jinan zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > PKK: Em 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Roja Azadiyê
Rojane

PKK: Em 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Roja Azadiyê

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û bang li her kesê kir ku qadan tejî bikin û 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan bikin Rojava Azadiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, peyameke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Em ketin 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê.  Ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana dîrokî de ku bi şîara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” tê meşandin, zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bivê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê têk çûye. Pir eşkere ye ku di salvegera 26’emîn de dê ronahiyeke dîrokî pêş bikeve ku tarîtî werin derbaskirin û pêşî li azadiyan were vekirin. Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê geşedaneke dîrokî rû bide û ji bo her kesî veguherîneke demokratîk pêk were.

LÊBORÎNA XWE JI GELÊ KURD BIXWAZIN

Em dubare bi tundî êrîşa Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an û hemû hêzên ku komplo bi rê ve birine û piştgirî danê şermezar dikin. Em bang li van hêzan dikin ku êdî zîhniyet û avaniya siyaseta xwe ya tarî, zextkar û dagirker rexne bikin, biguherînin, ji ber van kiryarên xwe yên ku ev 26 sal in hûn pêk tînin lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin û li pêşiya jiyana gelê Kurd ya azad û demokratîk nebin asteng.  Em têkoşîna mezin ya mirovahiyê û azadiyê ya ku ev 26 sal in bi pêşengtiya Rêber Apo Tevgera me, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî dimeşînin, silav dikin û pîroz dikin. Em hemû şehîdên vê berxwedana lêhengiyê ya dîrokî di şexsê yekem şehîdên berxwedana fedaî ya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” Halît Oral û Aynûr Artan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 27’emîn de komployê bi temamî bişkînin û ji bo dabînkirina azadiya Rêber Apo pratîkên serkeftî nîşan bidin û ji hemû kesên ku girêdayî vê yekê têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin re serkeftinê dixwzin.

Weke tê zanîn ev êrîşa Komploya Navneteweyî ya di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de û bi armanca îmhakirina Rêber Apo ji aliyê DYE, Îngilîstan û Îsraîlê ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin û xwe dispêre hemû pergalên dewlet û desthilatdariyê, ne tenî li dijî PKK’ê û gelê Kurd bû. Di heman demê de li gel van yekan di serî de gelên Tirkiyeyê li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bû.  Ji ber ku êrîşeke pergala modernîteya kapîtalîst bû ku dixwest gelê Kurd înkar û îmha bike. Girêdayî van yekan tişta ku weke “Pirsgirêka Kurd” hatî binavkirin, xwe dispêre pergal û zîhniyeta qirkirina gelê Kurd; ku bi astengkirina çareseriya vê pirsgirêkê, berdewamkirina qirkirina gelê Kurd û pevçûnan dihat armanckirin ku ji vê yekê berjewendiyên aborî û siyasî werin bidestxistin.

DI SALA 26’AN A KOMPLOYÊ DE, TÊKOŞÎN ENCAMÊN ŞÊNBER DIDE

Ji ber vê yekê têkoşîna li hemberî êrîşa Komploya Navneteweyî jî ne tenê weke têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd pêş ket, li gel wê yekê bû têkoşîneke wisa ku yekîtiya gelên Rojhilata Navîn û tevgera demokrasiyê ya cîhanî pêş ket. Bi kurtasî hemû kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li ber xwe dane, di rastiyê de ji bo azadiya xwe û rêveberiyeke demokratîk li ber xwe dane. A niha di salvegera 26’emîn de bi vê berxwedana dîrokî encamên şênber û mayînde tên bidestxistin. Encamên berxwedana dîrokî ya 26 salan a li hemberî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê tên zanîn. Rêber Apo guhertina paradîgmayê di nava vê berxwedana mezin de pêk anî û bi pêşxistina paradîgmaya ekolojîk, civaka demokratîk û azadiya jinan esas digire re rêya rizgariyê nîşanî hemû gelên bindest da. Serdema me ronî kir û bû rêberê hemû gelên bindest. Girêdayî azadiya jinan, jiyana azad û civaka demokratîk pênase kir û li hemberî şaristaniya dewletê xeta şaristaniya demokratîk pêş xist. Îro ex xeta berbehs, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di serî jinên serhildêr rêya rastîn a azadî û demokrasiyê nîşanî hemû gelên bindest dide. Bêguman êrîşa Komploya Navneteweyî, erîşa herî neheq, zalim û hovane bû. Li hemberî vê yekê ev 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me berxwedana azadiyê ya herî mafdar, rast û watedar dimeşînin. Di nava vê berxwedana dîrokî de gelê Kurd û dostên wan ji 30 hezarî zêdetir şehîd dan. Her wiha em girtin, êşkence û êşên din bilêv nakin jî. Yanî tu tişt bê berdêl, xwe bi xwe û bêyî têkoşîn pêk nehat. Her tişt bi ked û berxwedaneke mezin pêk hat. Di encama vê berxwedanê de zîhniyet, siyaset û pergala qirker, dagirker û faşîst ku pirsgirêka Kurd derxistine, hate deşîfrekirin; çeteyên paşverû yên weke DAÎŞ’ê hatin têkbirin; Rojhilata Navîn a ku pergala modernîteya kapîtalîst hewl dida bifetisîne, hate ronîkirin û li Rojhilata Navîn alternatîfa modernîteya demokratîk hate jiyîn û pêşxistin. Li ser vê zemînê ku serweriya mêran awayê herî tund tê jiyîn, Şoreşa Azadiya Jinan hate destpêkirin.

RÊBER APO WÊ CAR DIN PÊVAJOYEKE ÇÊKER BIDE DESTPÊKIRIN

A niha di salvegera 26’emîn de di encama vê berxwedana mezin de ku ji aliyê Rêber Apo, gelê me û dostên me ve tê meşandin, diyar e dê pêşketinê nû rû bidin. Bi vê berxwedana mezin ya 26 salan û bandora şerê cîhanî yê sêyemîn ê li Rojhilata Navîn êdî êrîşa Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê ya tecrîd, êşkence û qirkirinê bi temamî hatiye teşhîrkirin û şikandin û perçekirin. Êdî ev pergal û êrîşên neheq, bêedalet û hovane tên derbaskirin; tu kes xwedî li pergala berbehs dernakeve û xwediyên wê jî êdî nikarin ji bin barê wê derkevin. Di salvegera 26’emîn de di serî de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû cîhan li benda derketina Rêber Apo ya nû û destpêkeke nû ye.

Wisa dixuye ku ger aloziyeke cidî û destwerdaneke derbeyî pêk neyê wê ji aliyê Rêber Apo ve pêvajoyeke nû, ji bo her kesî pêvajoya veguherîn û jinûveavabûnê dest pê bike.  Dê PKK û gelê Kurd biguherin, dewleta Komara Tirkiyeyê biguhere, Rojhilata Navîn û hemû cihan biguherin. Bila dewlet netirse; Rêber Apo û gelê Kurd dê dewletê xirab nekin, dê girêdayî demokrasiyê bi awayekî zelal ji nû ve ava bikin. Bila civaka Tirkiyeyê netirse; Rêber Apo û gelê Kurd wê Tirkiyeyê perçe nekin, girêdayî azadiya gelê Kurd dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebitin.  Hewlên Rêber Apo û gelê Kurd ên têkildarî azadî û demokrasiyê, wê ne li Rojhilata Navîn û cîhanê ne li hemberî tu kesî bin; dê ji bo her kesî berjewendiyên demokratîk werin esasgirtin.

Diyar e ku li gel daxuyaniya Rêber Apo ya tê hêvîkirin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Bêguman her tiş dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tişt dê ji aliyê Rêber Apo ve neyê kirin. Weke ku pirsgirêk ya me hemûyan e, berpirsiyarî jî ya me hemûyan e. Divê her kes di vê pêvajoya nû de erk û berpirsiyariyên xwe rast fêm bike, xwedî lê derkeve û di pratîkê de bi cih bîne. Pêvajoya nû dê bi bendewariyan jî daxwazan pêk neyê; berovajî wê dê bi têkoşîn û xebatên zanedartir û birêxistinbûntir ser bikeve.

Girêdayî van yekan di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hemû dostên xwe yên demokratîk dikin ku Rêber Apo ji nêz ve bişopînin û rast fêm bikin û di pêvajoya nû de bi awayekî xurttir xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derkevin. Her wiha em dubare bang dikin ku di salvegera 26’emîn de berê xwe bidin kolan û qadan bi awayekî xurttir Komploya 15’ê Sibatê protesto bikin û 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Gelê Kurd veguherînin Roja Azadiyê ya rastîn!

Bimire Komploya Navneteweyî û Pergala Îmraliyê ya Qirkirinê!

Bijî Rêber Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji QSD’ê bîlançoya 24 saetan
Nûçeya Pişt re Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê û 7 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin

Derbarê 15 girtiyên ku li Girtîgeha Rihayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Dadgeha Tirk 27 sal ceza li 4 siyasetmedaran birî

Siyasetmedar Aysel Tûglûk, Halîl Aksoy, Nazmî Gur û Adil Zozanî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine”…

Ji aliyê Stêrk TV

MYK a DEM Partiyê bi rojeva ‘Îmraliyê’ civiya

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rosemary DiCarlo: Em aliyan ji bo gavên çêker teşwîq dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?