În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çavkaniyên Yemenê: Erebistana Siûdî amadekariyê dike ku li dijî Hûsiyan operasyonê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Yildirim: Heta ku pirsgirêka baweriyê çareser nebe pêşketineke mayinde jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > PKK: Em di 1’ê Gulanê de Pêngava Azadiyê bigihînin lûtkeyeke nû
Rojane

PKK: Em di 1’ê Gulanê de Pêngava Azadiyê bigihînin lûtkeyeke nû

Komîteya Rêveber a PKK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir û bang li her kesê kir ku îsal bi çalakiyên 1’ê Gulanê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bang li her kesê kir ku ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bê veguheztina lûtkeyeke nû di 1’ê Gulanê de qadan tejî bikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrîşên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku di demên dawî de li dijî gerîlayên Kurdistanê pêk tîne û ev peyam hat dayîn: “Weke Tevger û gel em ê jî li dijî van êrîşan bi Ruhê Berxwedanê yê Îmralî û Zapê li ber xwe bidin û teqez em ê bi ser bikevin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:

“Em dikevin 1’ê Gulaneke nû ku roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya çîna karker e. Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, em 1’ê Gulana 2024’an bi Pêngava Azadiya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, pêşwazî dikin. Pêngava me ya Azadiyê bang li hemû karker û kedkarên cîhanê dike, hemû hêzên sosyalîst û demokratîk di nava xwe de dihewîne. Em bawer dikin ku wê bi çalakiyên 1’ê Gulanê Pêngava me ya Azadiyê ya Gerdûnî hîn xurttir bibe û belavî her qadê bibe.

Li ser vî bingehî di serî de Rêber Abdullah Ocalan, em 1’ê Gulanê li hemû hevrê, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên sosyalîst û demokratîk, karker û kedkaran, jin û ciwanan pîroz dikin; em di têkoşîna wekhevî û demokrasiyê ya li ser esasê azadî û cudahiyan de, serketinê dixwazin. Di serî de şehîdên me yên 1’ê Gulanê Abdulkadîr Çûbûkçû, Ramazan Kaplan û Mehmet Emîn Aslan, em di şexsê Şehîdên Taksîmê ya 1’ê Gulana 1977’an de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û kedkar û dostên xwe yên demokrat dikin ku di vê 1’ê Gulanê de kolan û qadan tejî bikin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.

GELÊ ME Û DOSTÊN ME DIVÊ JI HER KESÊ ZÊDETIR XWEDÎ LI 1’Ê GULANÊ DERBIKEVIN

Gelek eşkere ye ku piştî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Cejna Azadiyê ya Newrozê, derfeteke mezin hatiye afirandin ku em di 1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ya çîna karker de Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî li her qadê pêş bixin û hîn gerdûnîtir bikin. Teqez e ku gelê me û dostên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê, her devera Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê wê vê derfeta navborî pir baş binirxînin. Ji bo vê yekê jî gelê me û dostên me yên bi temamî bûne kedkar, divê ji her kesê zêdetir xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin, li her deverê bi aktîf beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û pêşengiyê bikin. Em bawer dikin ku jinên Kurd û ciwan, Kurdên bi zane û xwe rêxistinkirî wê li her derê wiha tevbigerin, mîna Newrozê wê xwedî li 1’ê Gulanê derbikevin û wê vê rojê veguherînin roja pêngava têkoşîna me ya azadiyê.

JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊDIVÎ BI YEKÎTÎ Û PIŞTEVANIYÊ HEYE

Weke tê zanîn, 1’ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşîna çîna karker e û divê li gorî vê wateya xwe jî bê jiyandin. Qasî li Kurdistanê li her devera cîhanê jî, weke karker û kedkaran ji her demê zêdetir baweriya me bi yekîtî, piştevanî û têkoşînê heye. Weke hêzên hilberîner û afirîner hêz û potansiyela me heye ku em yekîtî, piştevanî û têkoşînê li her qadê pêş bixin. Lê divê ev potansiyel were aktîfkirin û ji bo vê yekê jî divê zanebûn û rêxistinbûna azadî û wekheviyê bê pêşxistin. Yekîtî, piştevanî û bi taybetî jî têkoşîn encex bi zanebûn û rêxistinbûneke sosyalîst re dikare pêş bikeve. Xwezaya me ya ku em li ser dijîn û civaka me ya ku ji aliyê me ve hatî afirandin jî, encex bi têkoşîneke wiha dikare ji wêran û talana modernîteya kapîtalîst rizgar bibe.

Sîstema modernîteya kapîtalîst, di roja me de dema herî bi nakok û şer a di dîrokê de, dema xwe ya herî lewaz dijî. Ev nakokî û şer tam di rewşeke kaos û krîzê de didome. Pêşengên sîstemê bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku 30 sal derbas kirin, li rêya derketina ji vê kaos û krîzê digerin. Lê çareseriyeke wisa pêş xistin ku ji bilî zêdekirin û kûrkirina şer û nakokiyê, tiştek din nekir. Lewma derketina ji vê kaos û krîzê, derbaskirina vê şer û nakokiyê encex ji hêzên modernîteya alternatîf re yanî hêzên modernîteya demokratîk re dimîne. Lewma rizgariya xweza û civakê di destê hêzên modernîteya demokratîk de ye. Bi têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya ku ji aliyê van hêzan ve bê meşandin, mirovahî wê jiyaneke azad û rêveberiyeke demokratîk bi dest bixe. 1’ê Gulanê hêza îlhamê û sembola herî bi bandor a têkoşîneke wiha ye.

DI 1’Ê GULANÊ DE DAXWAZÊN JI BO AZADIYA RÊBER APO, DIVÊ ZÊDE BIBIN

Eger em bala xwe bidinê, piştî belavbûna sosyalîzma reel, li ser nirxên sosyalîst ên hatine afirandin her tişt hatibû gotin, lê belê 1’ê Gulanê ji wateya xwe ti tiştek winda nekir. 1’ê Gulanê her tim weke sembola bi bandor a sosyalîzmê û meşaleya têkoşîna azadiyê maye. Rêber Apo bi pêkanîn û veguhertina paradîgmayê re û bi pêşxistina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re wateya 1’ê Gulanê bêhtir derket pêş, sosyalîzm li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî ji nû ve hate pênasekirin û sosyalîzma demokratîk a zanistî ji serweriya desthilatdarî û dewletê rizgar bû û derfetên ku bi rengekî serketî werin bicihanîn dabîn kir. Bi vî rengî meşaleya 1’ê Gulanê bêhtir şewq û ronî bûye.

Ji vî alî ve tevkariya Rêber Apo ya li wate û bandora 1’ê Gulanê kiriye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber vê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyên 1’ê Gulanê de û belavkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo li her cihî, wezîfeyeke bingehîn e ku bi cih were anîn û deynekî were dayîne. Di esasê de partiya me û gelê me ji bo ku vê peywirê bi serketî bi cih bîne, têkoşîna herî watedar a îdeolojîk, polîtîk û pratîk a dîrokê dimeşîne û bûye hêza herî karîger ku li dijî pergala kapîtalîst a modernîteyê têdikoşe.

OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ JI BO BINDESTAN ÇAVKANIYA MORAL Û ENERJIYÊ YE

Îro gelê Kurd li her qadê li ser piyan e û Kurdistan bûye keleha şoreşa azadiyê. Jinên Kurd bi hişmendiya azadî, rêxistinî û çalakiya ku pêş xistine re, pêşengiya şoreşa civakî dikin. Cesaret û fedekariya ku ciwanên Kurd di xeta fedaiyane ya Apoyî de bi pêş xistin, îlhamê dide her kesî. Têkoşîna ku gelê Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst, mêtinger û qirker dimeşîne, ji aliyê hemû gelên bindest ve pîroz tê pêşwazîkirin. Operasyonên şoreşgerî yên ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve li her qadê bi taybetî li Zapê hatin pêşxistin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst ku bi artêşbûna duyemîn a NATO’yê pesna xwe dide, xist. Di heman demê de ev yek hêzên faşîst-qirker ditirsîne, lê ji bo hemû bindestan jî çavkaniyeke mezin a moral û enerjiyê ye. Berxwedana çapemeniya azad a Kurd a li dijî êrîşên li Ewropa û hem jî li Tirkiyeyê, hêvî û vîna azadiyê hîn bêhtir xurt dike.

Bê guman hemû berxwedanên heyî heq dike ku bi xurtî werin silavkirin û pîrozkirin. Hêzeke mezin li têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya ku 1’ê Gulanê di nav xwe de vedihewîne zêde dikin. Bi vala derxistina her cure demagojî û derewên şerê taybet ên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê re, Kurdistanê vediguherînin keleha têkoşîna azadiyê ya gerdûnî. Hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû ku di 1’ê Gulana 1982’yan de li Beyrûdê dema bi gelê Fîlîstînê re mil bi mil şer dikir şehîd bû, xwişk-biratiya dîrokî ya gelên Fîlîstînî û Kurdistanê xurt dike û dostaniya sexte ya Tayyîp Erdogan derdixîne holê.

Di demeke ku gelê Kurd û hemû bindest pêvajoya 1’ê Gulanê dijîn, bi awayek vekirî pergala modernîteya kapîtalîst û zarokê wê yê şaqizî faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên xwe didomînin. Li aliyekî li Metîna li dijî gerîlayên Kurd êrîşên dagirkeriyê yên nû pêş dixîne û li aliyê din jî zext û terora xwe ya li ser Çapemeniya Azad zêde dike. Her çend bi şêwazên cuda bên ravekirin jî, êrîşa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Kurd jî parçeyek ji vê planê ye. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP’ê û alîgirên wê, dê di dema pêş de jî êrîşên bi heman rengî pêk bînin. Lê belê weke Tevger û gel em ê bi Ruhê Berxwedanê yê Îmraliyê û Zapê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û em ê teqez bi ser bikevin.

Li ser vî esasî em careke din berxwedana ku gerîla li Metîna û çapemeniya azad pêşxistî pîroz dikin, her kesê ku qadên 1’ê Gulanê tijî bikin silav dikin û bang li hemû gelê xwe dikin ku li her cihê lê ne bi awayekî çalak tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û pêşengtiyê bikin! Bijî 1’ê Gulanê! Bijî sosyalîzma demokratîk a zanistî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji bo Abdullah Ocalan divê rewşeke azad bê afirandin’
Nûçeya Pişt re Înîsiyatîfa Zarokên Agir li Stenbolê agir berdan çar wesayitan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Moskowê teqîn: Generalekî payebilind mir

Li nêzî paytexta Rûsya Moskowê di encama teqîna wesayiteke bombebarkirî de generalekî payebilind ê Rûs…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan konê sersaxiyê

Li Kantona Firatê bi sedan şênî berê xwe dan merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li pêşiya nexweşxanyê daxuyanî dan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çavkaniyên Yemenê: Erebistana Siûdî amadekariyê dike ku li dijî Hûsiyan operasyonê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ahmet Yildirim: Heta ku pirsgirêka baweriyê çareser nebe pêşketineke mayinde jî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?