În, 20 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokê PYD’ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê DW Turkçe Alîcan Ûlûdag hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a 15-18’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘PKK îro ji bo mirovahiyê bûye hêviya azadiyê’
Kurdistan

‘PKK îro ji bo mirovahiyê bûye hêviya azadiyê’

PKK ji partiyeke Kurdistanî veguheriye partiyeke navneteweyî û ji bo tevahiya mirovahiyê bûye qibleya hêviya azadiyê. Gerîlayên azadiyê jî di oxira vê armancê de 46 sal in bênavber têdikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gerîlayên HPG’ê salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin û diyar kirin ku bi saya têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, Kurd hemû rabûn ser piyan.

Gerîlayê HPG’ê Mordem Efrîn: Partiya me PKK’ê 46 sal li pey xwe hişt û kete sala 47’an. Em vê roja bi wate û dîrokî li Rêber Apo, gerîlayên HPG û YJA Starê yên li çeperan, li tunelên şer têdikoşin û li gelê me pîroz dikin. Bêguman şert û mercên ku bûn sedema avabûna PKK’ê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng bû. Wê demê civak di nava zext, tundî û qirkirinê de bû. Rêber Apo di nava van şert û mercên zehmet de gavên destpêkê avêt û PKK ava kir. PKK bi komeke biçûk destpê kir; îro jî bû xwedî bi hezaran kadro, bi milyonan sempatîzan û dostan. Ev yek ji bo me gelekî bi wate ye. Di dîrokê de gelek tevgerên şoreşgerî rabûn, lê belê PKK xwedî cihekî cuda ye. PKK ku rastiya wê demê bi kûrahî nirxand û di nava gel de bû, li dijî modernîteya kapîtalîst şoreşeke civakî ava kir. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hate nîşandan ku divê sosyalîzm li ser bingeheke rast bê rûniştandin. Ji ber vê yekê PKK’ê têkoşîna xwe heta niha dewam kir.

Bi taybetî li hemberî hêzên ku Kurdistan dagir kirine, di serî de li hemberî dewleta Tirk a dagirker têkoşiya. Dewleta Tirk îdîa dikir ku Kurd qedandiye, lê belê bi têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê Kurd rabûn ser piyan. Gelê Kurd îro bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji gelên cîhanê re dike. PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û mirovahî jî rizgariya xwe di nava PKK’ê de dibîne. Têkoşîna ku gerîla dimeşîne ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Gel jî ev têkoşîn weke têkoşîna xwe dît û xwedî lê derket. Gel bi meşa xwe piştgiriyê dide berxwedana gerîla. Têkoşîna 46 salan îro jî dewam dike û wê bi serketinê bi encam bibe. Bi piştgirî û biryardariya gel ev serketin wê zû bi dest bikeve. Sîstema modernîteya kapîtalîst wê hilweşe. PKK hêza gel e. Bi taybetî îro li Başûrê Kurdistanê, li Behdînanê şerekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Ya ku gerîlayên HPG û YJA Starê li ser piyan dihêle hêza manewî û îdeolojîk a partiya wan PKK ye. Ew ji bo parastina gelên xwe canê xwe feda dikin. Gerîla nirxên mirovahiyê diparêzin. PKK ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiyeke gerdûnî ye û îro ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviya azadiyê.

Gerîlayê HPG’ê Şahîn Botan: PKK partiyeke şehîdan e. PKK ji bo bîranîna hevrêyê me yê pêşeng şehîd Hakî Karer ji aliyê Rêberê me ve hate avakirin. Bi saya fedakariya Rêber Apo û şehîdên me heta roja îro me gelek destketî bi dest xistin. Naskirina PKK’ê û fêhmkirina rastiya wê gelekî girîng e. PKK tevgereke mirovahiyê ye. PKK xwedî li çand, ziman, gel û welatê xwe derket. Beriya PKK ava bibe bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehatibûn hiştin. Kurd nikarîbûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, nikarîbûn bi çanda xwe bijîn.

Lê belê têkoşîna ku bi gotina ‘Kurdistan mêtingeh e’ ya Rêber Apo destpê kir îro gihîştiye nuqteyeke gelekî xurt. Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên emperyalîst êrîşî gelê Kurd û tevgerên wê yên azadîparêz dike. Lê belê li hemberî van êrîşan li tunelan hevrêyên me li ber xwe didin û fedakariya herî mezin dikin. Gelekî girîng e ku ev rastî bê fêhmkirin û di vê çarçoveyê de mirov bijîn.

Kesekî ku rastiyê nebîne nikare li hemberî dijmin têkoşîneke rast bimeşîne. Yên ku nikarin têkoşîneke rast bimeşînin jî di nava dijmin de asîmîle dibin, ji mirovahiyê, ziman, çand û nasnameya xwe dûr dikevin. Ji ber vê yekê jiyana bi PKK’ê re, PKK’bûyîn gelekî girîng e. Rêberê me partiyek ava kir ku nasname da gelê me. Îdeolojiya Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê belav bûye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn dewam dike. Şoreşa Rojava û têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê rastiya PKK’ê ava kiriye. PKK tevgereke ku Kurdistanê û dîroka mirovahiyê di nava xwe de vedihewîne. Bêyî PKK’ê jiyan nabe. Yên ne PKK’yî ne bi dijminên Kurdan re hevkariyê dikin, xiyanetê li gelê xwe û welatê xwe dikin. Lê belê PKK û gerîla li ber vê dagirkeriyê radibin. PKK ne tenê tevgereke Kurd e, tevgereke navneteweyî ye. PKK nirxên mirovahiyê û çanda jiyana azad diparêze. Herî dawî salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hemû hevrêyan û gelê me yê ku têkoşîna azadiyê dimeşîne pîroz dikim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Pirtûka ‘Vejîna li welatê rojê-Amara’ bi Kurdî hate wergerandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

Jinên Kurd ên ji beşên cuda yên ol, sazî û beşên cuda yên civakê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tişrînê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li herêma Bendava Tişrînê endamê wan Fadî Elî şehîd bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa Ûkrayna ya li ser xaka Rûsyayê dewam dike

Artêşa Ûkraynayê êrîşên xwe yên li hemberî herêma Kursk a Rûsyayê roja Înê jî dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?