Şemî, 8 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyê hiqûqê vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Banga Birêz Ocalan banga aştiya Rojhilata Navîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PKK: Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin
Kurdistan

PKK: Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang kir ku di salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de komplo hîn bi xurtî bê redkirin û têkoşîn bê meşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke jin û ciwanan, weke gelê Kurd û dostên demokratîk em li her devera ku lê ne jiyanê bisekinîn û her tiştî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo çalakiya 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û got, “Di 17’ê Sibatê de em kolan û qadên Kolnê dagirin, hêza mezin a îrade û hişmendiya azadiyê ya Kurdan nîşanî dost û dijmin bidin. Em ‘Roja reş’ a 15’ê Sibatê ronî bikin û roja qirkirina Kurdan bi ketina sedsalê re bikin roja azadiyê. Em rastiya Rêber Apo hîn baştir fêhm bikin û bi vê rastiyê re hîn bi xurtî bibin yek. Em sala 26’an bikin sala hilweşandina bi temamî ya sîstema Îmraliyê, sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê bi vî rengî ye:

“Êrîşa komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku ji bo îmhakirina Rêber Apo hate kirin di salvegera 25’an de ye. Rêber Apo 25 sal in li dijî êrîşa komploger û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bênavber li ber xwe dide. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk 25 sal in li dijî komployê û sîstema Îmraliyê têdikoşin. Bi pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku di asta navneteweyî de bi rê ve diçe, em dest bi sala 26’an a berxwedana bi wate û ya herî mezin a dîrokê dikin. Em dixwazin di sala 26’an de komployê bi temamî têk bibin, sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bi temamî parçe bikin.

Li ser bingeha van hemûyan, beriya her tiştî em êrîşa komploger şermezar dikin, Rêber Apo yê ku 25 sal in li Îmraliyê berxwedana herî bi wate û mezin a dîrokê dimeşîne, Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin. Em her kesên ku 25 sal in mejiyê xwe bi vê berxwedanê re ye, dilê xwe bi vê berxwedanê lê dide û bi rê û rêbazên cuda piştgiriyê didin vê berxwedana herî mezin û bi wate ya dîrokê pîroz dikin. Şehîdên me yên leheng ên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rengekî fedaî 25 salan li ber xwe dan û bûn xelekek ji agir li dora Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Her kesên ku di sala 26’an de tevlî Pêngava me ya Azadiyê ya Navneteweyî dibin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşînê dewam bikin, serketinê ji hemûyan re dixwazin.

XWESTIN JI ALIYÊ SIYASÎ-ÎDEOLOJÎK Û FÎZÎKÎ VE RÊBER APO ÎMHA BIKIN

Weke ku tê zanîn, êrîşa komployê ya navneteweyî ku bi armanca îmhakirina Rêber Apo hate kirin di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û zêdeyî çar mehan di asta navneteweyî de bi rê û rêbazên cuda hate meşandin. Ji ber ku di hemû êrîşên plankirî de nekarîn encamê bi dest bixin, di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo ji Kenyayê revandin û xistin hundirê sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê. Li ser vê bingehê bi kiryarên tecrîda giran, êşkence û qirkirinê 25 sal in hewl didin Rêber Apo ji aliyê fîzîkî, ew nebe ji aliyê îdeolojîk-siyasî ve îmha bikin. Di nava sîstema Îmraliyê de ku xwediyên vê sîstemê jê re digotin ‘her roj deh caran dikuje’ zexta herî hovane ya fîzîkî û psîkolojîk hate kirin, her kêliyek bi kiryarên dîlgirtina mutleq a bi zexta giran derbas bû û bi vî rengî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê hate kirin.

Bêguman êrîşa li dijî Rêber Apo êrîşa li hemberî îradeya azadî û hebûna gelê Kurd bû, êrîşa li dijî îradeya demokratîkbûnê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn bû, êrîşa li dijî azadiya jinê û tevahiya mirovahiyê bû. Bi vê êrîşê xwestin ku Rêber Apo îmha bikin, li ser vê bingehê jî tevgera azadiyê ya Kurd PKK’ê tasfiye bikin, bi vî rengî Kurdan qir bikin. Li ser bingeha qirkirina Kurdan jî dihate xwestin ku Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahî bi temamî radestî rêveberiyên antîdemokratîk bêne kirin. Lewma êrîşa komploya navneteweyî êrîşa dijminatiya li Kurdan, êrîşa dijminatiya li azadî û demokrasiyê, êrîşa dijminatiya li jinê bû. Di nava sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê 25 sal in hewl tê dayin ku ev êrîş bê dewamkirin.

RÊBER APO ÊRÎŞÊN ÎMHAKER TÊK BIR

Êrîşên komploger ên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an bêguman êrîşeke siyaset û mejiyê qirkirina Kurdan bû ku ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst a global ve hate afirandin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê pêşengên hegemonya kapîtalîst a global mîna DYE, Îngilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û meşandin, dema ku pêwîtsî pê hate dîtin ji aliyê hemû desthilatdar û hêzên dewletan ve ev êrîş hate bikaranîn. Li ser vê bingehê bi taybetî rêveberiyên Misir, Yewnanistan, Rûsya, Elmanya, Fransa, Kenya û PDK jî bi roleke bi bandor rabûn. Sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê jî 25 sal in li ser bingeha van hêzan tê meşandin û li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê tê kirin. Prosedurên hiqûqî yên ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin 25 sal in bi cih nayên anîn, hêzên navborî rewşa xwe ya sûcdariyê hîn mezintir kirin. Li hemberî êrîşeke bi vî rengî ya dijminê mirovahiyê, di serî de Rêber Apo berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Bi rêbaza xwe ya baldar, pêşdîtî û lêpirsînê, êrîşên îmhakar a komploya 9’ê Cotmehê hate pûçkirin. Aliyên komployê yên têkildarî Tirkiyeyê ji destpêkê ve bi piralî nirxand û armanca îdamê ya komployoa 15’ê Sibatê pûç kir. Ya ku ji bo mirovan ‘nepêkan’ bû, pêkan kir û warê tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ji bo xwe kir cihê kûrbûnê, veguherand dibistanek ji bo hilberandina fikrên nû û bi bernameya ‘Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk’ ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kir, bernameya ‘Mafên şexsî’ yên hikumeta Bulent Ecevît têk bir. Bi vî rengî têkoşîna Îmraliyê ya dîrokî qezenç kir û polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê têk bir.

SÎSTEMA ÎMRALIYÊ VEGUHERÎ DIBISTANA BÛYÎNA RÊBERTIYA GLOBAL

Rêber Apo lîstika ‘ummeta Îslamê’ ya ku hêzên komploger bi rêya rêveberiya Tayyîp Erdogan ferz dikirin û ferzkirinên provokatîf-tasfiyekar ên navxweyî, bi guhertina paradîgmayê bi temamî têk bir. Li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya modernîteya demokratîk afirand, sîstema dewletê û desthilatdariya pênc hezar salî ya ku dixwestin wî darizînin, wî bi xwe ew darizand û mehkûm kir. Civaka polîtîk û exlaqî li dijî mêtingeriya kapîtalîst, civaka ekolojîk li dijî endustriyalîzmê û konfederalîzma demokratîk li hemberî netewe dewletê destnîşan kir, di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka jinê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên ji aliyê sîstema dewlet û desthilatdariyê ve hatin afirandin, projeyên çareseriyê destnîşan kir. Bi vî rengî dîwarên Îmraliyê rûxand, xwe li cîhanê belav kir û xwe kir rêberê bindestan hemûyan. Li hemberî siyaset û mejiyê bi serweriya mêr, Şoreşa Azadiya Jinê Jineolojî afirand, xwe kir hevrê û pêşengê jinên bindest hemûyan. Li ser vê bingehê sîstema îmhayê ya Îmraliyê veguherand dibistana Bûyîna Rêbertî ya Global.

BERXWEDANA 25 SALAN BERIYA HER TIŞTÎ JI ALIYÊ JIN Û CIWANAN VE HATE MEŞANDIN

Rêber Apo çaryek sedsal e li dijî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê, li hemberî hemû êrîşên wê bi rêbaza herî bi wate û encamgir li ber xwe dide, ev êrîş hemû şikand û sîstema Îmraliyê bêwate kir. Di vê têkoşîna dîrokî de di serî de jin û ciwan, gelê me û dostên me bi wî re tevgeriyan. Li hemberî êrîşên hovane yên topyekûn ên 25 salan ên sîstema modernîteya kapîtalîst a global, weke Tevgera Azadiyê, gel û hêzên demokratîk 25 salan berxwedaneke demokrasî û azadiyê ya topyekûn hate meşandin. Ev berxwedan bi fedakariyeke gelekî mezin beriya her tiştî ji aliyê jin û ciwanan ve hate meşandin, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ji aliyê gelê Kurd ve hate meşandin, li çar aliyên cîhanê ji aliyê mirovahiya bindest ve hate meşandin. Bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê di çaryek sedsala derbasbûyî de destaneke berxwedanê ya kolektîf hate afirandin. Bêguman hêza bingehîn a vê berxwedana dîrokî fedaîtiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bû, şehîdên leheng ên vê fedaîtiyê bûn, hêzên gerîla yên leheng bûn ku şûrê tûj ê Xeta Şehîdan û Rêbertî ne. Di serî de Zap li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çar aliyên Kurdistanê, hêza şervan û fermandariyê yên leheng ên HPG û YJA Starê her cûre êrîş şikandin, bi berxwedana bi lehengî ruhê fedaî yê Apoyî gihandin asta herî bilind û ji bo her cûre lêgerîna azadî û demokrasiyê bûn hêz û çavkaniya sûdwergirtinê.

AZADIYA RÊBER APO WÊ KURDISTANÊ AZAD BIKE, TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKE

Niha pêvajoyeke bi vî rengî ya dîrokî çaryek sedsalê temam dike û dikeve sala 26’an. Di bin sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de hewl tê dayin ku êrîşa komployê ya navneteweyî bi israr bê dewamkirin. Ev yek jî bi rengekî eşkere çavkaniya her cûre nebaşiyan e. Bi ferzkirina neçareseriyê li ser pirsgirêka Kurd hewl didin Kurdistanê bikin qada şerekî dawî lê nayê, dikin ku Tirkiye di bin dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de bê hiştin, Rojhilata Navîn û cîhanê jî dikin zemîna êrîşên qirker, mêtinger û faşîst. Halbûkî têkçûyîna komployê û hilweşandina sîstema Îmraliyê wê berevajî van hemûyan biafiranda û bibûya sedem ku tiştên herî bedew şîn bibin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biafirîne, Kuristanê azad bike û Tirkiyeyê demokratîk bike. Ev yek jî wê bibe sedema demokratîkbûna tevahiya Rojhilata Navîn, di asta navneteweyî de jî wê jiyaneke hîn azad û demokratîk bide mirovahiyê.

Wê demê têkoşîna me ya li dijî êrîşa komployê ya navneteweyî û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike, ji bo Kurdan û hemû gelan, ji bo jin û ciwanan, ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî wateyeke mezin û dîrokî ye. Niha jî em bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî dest bi sala 26’an a vê têkoşîna bi wate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin. Pêngava me ya Azadiyê ya Global ku di asta stratejîk de pêngaveke serketinê ye, di 10’ê Cotmehê de destpê kir, belav bû û niha bi çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê gihîşt hev. Li çiyê, li zindanan, li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê bi pêşengiya jin û ciwanan ev Pêngava Azadiyê dewam dike. Eşkere ye ku bi çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê digihêje asta herî bilind. Çalakiyên ku li her qadê beriya bi hefteyan destpê kirin, wê di 15’ê Sibatê de bigihêjin fînalê, veguherin wan çalakiyan ku êrîşa komployê rawestînin û sîstema Îmraliyê parçe bike.

ŞERT E KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN, FAŞÎZM BÊ HILWEŞANDIN

Eşkere ye ku salvegera 25’an naşibe yên beriya niha. Divê sîstema Îmraliyê bê parçekirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bê misogerkirin. Jiyanek di bin sîstemeke bi vî rengî ya tecrîd, êşkence û qirkirinê de êdî nayê jiyîn. Sê sal in ti agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, dewamkirina vê rewşê ti carî nayê qebûlkirin. Zilm, komkujî û zexta faşîzma AKP-MHP’ê ku gardiyaniyê ji komployê re dike, êdî nayê qebûlkirin. Şert e ku êdî tecrîd bê şikandin, faşîzm bê hilweşandin û ev yek wezîfeya bingehîn a vê demê ye. Ev yek jî tê wateya serxistina Pêngava me ya Azadiyê ya Global.

Wê demê di salvegera 25’an de em komploya 15’ê Sibatê hîn bi xurtî red bikin û li dijî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hîn bi xurtî têbikoşin. Weke jin û ciwan, weke gelê kurd û dostên demokratîk, em her devera ku lê ne jiyanê lê rawestînin û her tiştî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî têkoşînê bikin. Em çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ku li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê têne meşandin di 15’ê Sibatê de bigihînin asta herî bilind. Weke Kurd û dostên demokratîk di 17’ê Sibatê de kolan û qadên Kolnê dagirin, hêza mezin a îrade û hişmendiya azadiyê ya Kurdan nîşanî dost û dijmin, nîşanî her kesî bidin. Em ‘Roja reş’ a 15’ê Sibatê ronî bikin û roja qirkirina Kurdan bi ketina sedsalê re bikin roja azadiyê. Em rastiya Rêber Apo hîn baştir fêhm bikin, bi vê rastiyê re hîn bi xurtî bibin yek. Em sala 26’an bikin sala têkçûna komployê, hilweşandina sîstema Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ji bo serketina Pêngava Azadiyê ya Global em seferber bibin!

Bimirine komploya 15’ê Sibatê!

Bijî Rêber Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CÎK: Divê civaka Kurd bawerî bi Diyanetê neyîne
Nûçeya Pişt re Li Wanê 5 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Naskirina Hakî Karer naskirina PKK’ê ye’

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim got, "Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kongoya Demokratîk ji ber karesata lehiyê 104 kes mirin

Hat ragihandin ku li Komara Kongeya Demokratîk, ji ber karesata lehiyê herî kêm 104 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandarê giştî yê nû yê Îranê hate kuştin, li Tel Avîvê teqînên mezin

Piştî êrîşên bi fûzeyan a Îranê li dijî Îsraîlê li Tel Avîvê û Qûdsê dengê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tecrûbeyên komînê-1: Rêxistinbûnên destpêkê yên li dijî dewletê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî pêşniyara guhertina xala 4’an a pêşnûmeyê kir

Ji aliyê Stêrk TV

Yenî Partî: Em ê tevî kêmasiyan piştgirî bidin pêşnûmeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?