Platforma Saziyên Demokratîk ji bo rojbûna 77’an a Rêber Apo li peravên Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê pîknîkek lidar xist. Gelek jin, zarok û ciwan serê sibehê li peravê civiyan. Li gel tedbîrên giran ên polîsan, girseya gel li peravê sifreya pîknîkê danî.
Lê belê polîsan piştî demekê êriş birin ser gel û bi lêdanê 3 kes binçav kirin. Girseya gel nerazîbûn nîşanî êrişê da û li ser vê yekê polîs neçar man xwe vekişînin. Pîknîkê jî bi vî rengî dewam kir.

