Li Wanê ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hatibû plankirin. Meşa pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanêopk hat, ji aliyê polîsên Tirk ve rastî êrîşê hat. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.
Di nav de hevserokên DEM û DBP, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û hevserokên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr hebûn nêzî 100 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên ku hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine.

