Di sala derbasbûyî de, piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina Heyet Tehrîr El Şam ser desthilatê, li Sûriyeyê rêzekiryarên siyasî, leşkerî û medyayî ji hêla hikumeta veguhêz ve hatine kirin. Van kiryaran bandoreke kûr li ser tevna civakî û têkiliyên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kir.
Tevî sozên avakirina dewletek yekgirtî, polîtîkayên ku hatine pêkanîn bû sedema zêdebûna aloziyan di nav welêt de û afirandina nakokiyên nû li herêmên cuda. Em ê bi kurtasî vê pêvajoyê binirxînin.
KÛRBÛNA NAKOKIYÊN MEZHEBÎ Û KÊMBÛNA HEVGIRTINA CIVAKÎ
Li gorî daneyên belgekirî, ji hilweşîna rejîmê heta Mijdara 2025’an, 3 hezar û 908 kes li ser bingeha mezhebî û olî hatine kuştin. Di heman demê de nîngeke sorkirinê hat afrandin hişt ku kombûnên giştî veguherin platformên kîn û nefretê li dijî mezheb û pêkhateyên cuda.
Ev rewş bû serdema reftarên tund li dijî xwendekarên Durzî û ciwanên Kurd, her wiha bi dehan sivîlên ji civaka Elewî bûn hedefa êrişan û kiryarên kuştinê.
PERAVÊN SÛRIYEYÊ… DÛRXISTIN Û ASTENGKIRINA TEVGERA SIVÎL
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwe spart gotara dûrxistina endamên civaka Elewî û wan bi mîrata ewlehî û siyasî ya rejîma berê ve girê da. Ev yek bû sedem ku herêmên peravê bibin armanca êrişên cur bi cur, bi taybetî êrişa berfireh a di Adara 2025’an de pêk hat ku hem di rêya medyayê de û hem ji minberên mizgeftan li Idlib, Heleb, Hema û bajarên din ên Sûriyeyê banga tevlêbûna van êrişan hat kirin.
Tevî bangên dubare yên ji hêla kesayet û berpirsên Elewî ji bo avakirina lêvegerke sivîl û siyasî ji bo têkiliyê bi hikumetê re, lê ev hewldan hatine paşguhkirin. Di Sibata 2025`an de “Meclisa Îslamî ya Elewî li Sûriyeyê û Dîasporayê” wekî çarçoveyeke olî-siyasî ji gelek meclis û dezgehan hate damezirandin. Serokê Meclisê, Şêx Xezal Xezal, piştî bûyerên dawî yên li Humsê banga xwepêşandanan kir û ji bo rawestandina êrişên li dijî Elewiyan daxwaza garantiyan kir.
Wekî din “Meclisa Siyasî ya Sûriyeya Navîn û Rojava” di Tebaxê de hate ragihandin, lê çalakiya wê bi sînor ma û nekarî bandoreke rastîn li ser erdê bike.
SIWÊDA: HIKUMET PAŞGUH DIKE DI HUNDIR DE XWE BI RÊXISTIN BIKE
Li Siwêdayê, siyaseta hikumetê hêzên herêmî yên ku bi salan ev herêm ji DAÎŞ’ê parastin, paşguh kir. Tevî ku van hêzan ji bo entegrekirina nav saziyên dewletê pir hewldan kirin.
Lê di sala 2025’an de, hikumeta veguhêz sorkirina xwe ya li dijî civaka Durzî hem li hundir û hem jî li derveyî Siwêdayê zêde kir. Ev yek di êrişên li dijî taxên Durzî yên li gundewarên Şamê de xwe nîşan da, û piştre jî êrişa Tîrmeha 2025’an li ser Siwêdayê û deverên derdora wê pêk hat, ku di bin maskeya eşirên herêmî de hat kirin û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin.
Li hember van êrişan “Komîteya Bilind a Hiqûqî” li Siwêdayê ji bo birêvebirina kar û barên xizmetguzarî û ewlehiyê ofîsek rêveberiyê ya demkî ava kir û komîteyên lêpirsînê û alîkariyê û mafên mirovan jî ava kir. Di vê navberê de, komên çekdar ên xwecih xwe kirin yek û di bin ala “Parêzvanên Neteweyî” de xwe bi rêxistin kir. Armanc ew bû ku di bin rêberiyek olî û civakî ya yekgirtî de bi serokatiya Hikmet El Hicrî xwe bi rê ve bibin.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BI RÊVEBERIYEKE SERBIXWE RÊYA XWE BERDEWAM DIKE
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji van êrişên medyayê û nefretê ku ji hêla hikumeta demkî ve hat kirin, ne dûr bû. Rêveberiya Xweser bi xwestina parçekirinê û bi girêdanên bi aliyên biyanî ve hate tawanbarkirin. Lê rêveberiyê ji bo kontrolkirina van hewldnan xwe spart peymana xwe ya civakî.
Di Adara 2025’an de, Rêveberiya Xweser bi hikumeta demkî re peymanek îmze kir, bi armanca yekkirina saziyên îdarî, leşkerî û aborî. Lê li gorî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peyman ji ber xemsariya hikumetê, û hîn bêtir ji ber destwerdana Tirkiyeyê bi tevahî nehat bicihanîn.
Hêzên siyasî yên Kurd jî di ‘Konferansa Yekhelwestî û Yekrêziya Kurdî’ de nêrîna xwe ya yekgirtî ragihandin. Di meha Tebaxê de jî, li Hesekê konferansek ji pêkhateyên Sûriyeyê re li dar xist da ku diyalogê di navbera aliyên cuda de pêş bixe, ev gav bû cihê nerazîbûna hikumetê.
Li ser erdê jî, rêveberiyê piştî êrişên li ser Siwêdayê alîkarî ji bo gelê wê deverê re rêkir, her wiha ji bo vemirandina şewatên Ii peravê jî alîkarî kir.
Tevî hemû hewldanên hikumetê û medyaya siyasî ya hikumeta veguhêz û alîgirên wê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pabendbûna xwe ya ji bo bicîhanîna peymana 10`ê Adarê nîşan da û diyar kir ku Sûriye dê venegere rewşa berî 2011’an.
REWŞA HEYÎ YA SÛRIYEYÊ
Li Sûriyeyê rewş li ber her îhtimalekê vekirî ye; gurbûna alzoiyê yan jî pêkanîna aramiyê. Rewşa heyî nîşan dide ku nebûna rola hikumetê ya yekgirtî yek ji astengiyên herî girîng e li pêşiya aramiya civaka Sûriyeyê û ji nû ve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên wê yên cihêreng de.
Çavkanî: ANHA

