În, 13 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yılmaz: Li Tirkiyeyê çalakiyên aştiyane tên krîmînalîzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo, ji bo dewletê veguherî ezmûna samimiyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komplo şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ciwanên ku tevlî berxwedana rûmetê ya Rojava bûn, bi coş hatin pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî Komploya 15’ê Sibatê protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariyên ku ji Amedê hatin şandin, gihîşt Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Metirsiya herî mezin sekinandina sîstematîk a saziyên herêmê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Abya Yala’yê heta bi Kurdistanê jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Abya Yala û Kurdistanî li ser berxwedan û sîstemên alternatîf nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elmanyayê jinek hat qetilkirin: Qetilkirina jinan ne takakesî ye, pergalî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Dr. Abbas Valî: Çekdanîn divê ne şertê pêşî yê aştiyê be, lê encama wê be!
Rojane

Prof. Dr. Abbas Valî: Çekdanîn divê ne şertê pêşî yê aştiyê be, lê encama wê be!

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt nîne û got, "Çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Piştî banga ‘Civaka Demokratîk û Aştiyê’ ya Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir, PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û ji bo çaerseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd biryarên dîrokî wergirt.

Pisporê Navneteweyî Prof. Dr. Abbas Valî ku bi bi karên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdan deng vedaye, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘PKK’Ê ARMANCA XWE BI CIH ANÎ’

Prof. Dr. Valî işaret bi derbasdariya argumanên Rêber Apo kir ên li ser rawstandina têkoşîna çekdarî û got, “Têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê armanca xwe bi cih aniye. Armanceke vê têkoşînê hebû û ev armanc ji aliyê PKK’ê ve hate pêkanîn. Ev têkoşîna çekdarî dikare demeke dirêj dewam bike; lê belê ji bo ne ji bo Kurdan ne jî ji bo dewleta Tirk bi kêr nayê. Ne Tirk, ne Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ne jî bi giştî tevgear Kurd dikarin bi vî şerê çekdarî bi ser bikevin. Ev şer 20 salên din dikare dewam bike lê belê kes bi ser nakeve. Her wiha divê em vê jî ji bîr nekin: Şert û mercên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn guherîn û ev guherîn jî hin rewşan ferz dike.”

‘ÇEKDANÎN NABE KU BIBE ŞERTÊ PÊŞÎ YÊ AŞTIYÊ’

Prof. Dr Abbas Valî destnîşan kir ku Kurd di siyaseta sivîl û demokratîk de israr dike, lê dewleta Tirk li gorî ruhê pêvajoyê gavên guncaw neavêje û got, “Li aliyê Kurdan daxwazeke heye ku tevlî pêvajoya demokratîk û sivîl bibe. Lê belê Kurdan gelek gav avêtibin jî hikumetê bersiva van gavan neda. Bi dîtina min, rawestandina têkoşîna çekdarî û çekdanîn du tiştên ji hev cuda ne. Têkoşîna çekdarî dikare bê rawestandin, ji xwe ya ku niha hatiye kirin ew e. Lê belê çekdanîn, yanî teslîmbûna bi temamî cuda ye. Çekdanîn divê di encama danûstandinan de be, ne şertê pêşî yê ji bo danûstandinê be. Dewleta Tirk dixwaze çekanînê bike şertê pêşî yê ji bo destpêkirina danûstandinan; yanî ji bo pêşîvekirina li pêvajoya siyasî, rewakirina PKK’ê û bi rêya nasnameyeke nû tevlî pêvajoyê bike û gavên di wê çarçoveyê de biavêje. Li gorî min, bêyî sozeke dewleta Tirk çekdanîna ji bo pêşîvekirina li pêvajoya siyasî gaveke rast nîne.”

‘DEWLETA TIRK DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’

Prof. Dr. Abbas Valî anî ziman ku azadiya Rêber Apo jî di nav de çekdanîn divê bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî bin û got, “Weke ku min got, hincetên ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî rast in. Lê belê meseleya ‘çekanînê’ ku gava di rojê de ya ji bo vê pêvajoya li Tirkiyeyê ye, bi hin sozên dewleta Tirk ve girêdayî ye. Azadiya Ocalan û pêşîvvekirina li pêvajoya siyasî di nava van gavan de ne.”

‘TEVGERA DIVÊ BÊ PARASTIN’

Prof. Dr Abbas Valî destnîşan kir ku dawî li têkoşîna çekdarî bê jî gelekî girîng e ku têkoşîna siyasî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam bike, tevger bê parastin û bi vî rengî dewam kir, “Tevgera ji îdeolojiyê hîn bêhtir girîng e. Tevgera ji hêmanên din hemûyan girîngtir e. Divê ev tevger bê parastin. Armanca stratejîk a tevgera Kurd a li Tirkiyeyê, hewldanên xwe hemû divê ji bo parastina vê tevgerê be. Tevger veguhere pêvajoyeke siyasî jî divê bi vî rengî be. Tevger divê teqez bê parastin.

Ev tevger nebe ne girîngiyeke lîderê wê dimîne, ne jî îdeolojiya wê. Ya destpêkê, beriya her tiştî divê parastina vê tevgerê be. Û ji bo jê jî pêwîstî bi danûstandineke nû û hîn bi bandor a bi dewletê re heye. Divê dewlet di vê mijarê de bê îqnakirin kku çareseriyên erênî hilberîne. Ji aliyê siyasetê ve em niha di asteke nû de ne. Em di asteke welê de ne kuı pêngavên dîplomatîk hene, tevgera Kurd di pêvajoya jinûve avabûn û jinûve birêxistinbûnê de ye. Ev rewşa nû wezîfe û berpirsyariyên nû dide lîderiya vê tevgerê. Ew jî ev e: Ji avaniyeke leşkerî derbasî avahiya siyasî bibe, yek ji karên herî zehmet ên siyasetê ev e. Me ev yek li Efrîkay Başûr dît, li deverên din dît, li Vîetnamê, li Efrîkaya Başûr. Lewma Ji bo Tirkiyeyê ji rêxistiniyeke leşkerî-siyasetî derbasbûna li nava rêxistiniyeke siyasî girîng e û ji bo ev yek pêk were divê avaniya vê tevgerê jinûve bê avakirin. Armanca vê jinûve avakirinê divê parastina vê tevgerê be. Weke ku min got: Ti tişt ji vê tevgerê girîngtir nîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Girtiya bi nexweşiya giran rojnamevan Perîhan Sevda Erkilinç nayê dermankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eger Îsraîl beşdar bibe Hollanda dê Eurovisiona 2026’an boykot bike

Hollanda jî piştî Îrlandayê ragihand ku eger Îsraîl beşdar bibe dê Pêşbirka Stranan a Eurovisionê…

Ji aliyê Stêrk TV

Daxwaza ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ mezin dibe

Kampanyaya ‘’Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’’ ya Platforma Aşitî û Azadiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Li dijî tecrîdê em ê di Meşa Azadiyê de bin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser 'Meşa Azadiyê ya Mezin' a 1'ê Sibatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rêxistiniya DAÎŞ’ê ya li nava HTŞ’ê jinûve tevdigere

Ji aliyê Stêrk TV

Trump hêvî dike ku meha li pêşiya me bi Îranê re li hev bike!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Aktîvîstên ekolojiyê peyamên piştevaniyê dan Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Di 14’ê Sibatê de em beşdarî meşa mezin a li Strasbourgê bibin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?