Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevserokê MATUHAYDER’ê Zekî Kiliç hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber peyva ‘Birêz Ocalan’ berdana Alî Adiman 6 sal hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Protesto didomin: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin!
Rojane

Protesto didomin: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin!

Di çalakiyên ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn têde hatin protestokirin de, peyama “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn didomin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û komkujî hate şermezarkirin.

RIHA

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşar a Rihayê qetilkirina rojnamegeran protesto kirin.  Daxuyanî, li pêşiya rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşarê hate dayin. Hevşaredar Bedriye Yorgun, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û pankarta “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wêranşarê Ramazan Dîrîl diyar kir ku qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, nîşaneya dijminatiya li hemberî gelê Kurd e.

Dîrîl, bi domdarî destnîşan kir ku rojnamegerên hatin qetilkirin di nava şert û mercên pir zehmet de ji bo ragihandina rastiyê têdikoşiyan û wiha got: “Çapemeniya Azad ku di nava şert û mercên herî zehmet de li her çar aliyên cîhanê hewl dide rastiyan bi raya giştî re parve bike, kedeke mezin dide. Lewma jî gelek rojnamevan hatin qetilkirin û girtin. Tevî van zextan û zilmê jî têkoşîna Çapemeniya Azad mezin bû û dê mezintir bibe. Nazim û Cîhan her tim bûn dengê heqîqet û Rojava.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” û bi çepikan bi dawî bû.

ÇEWLIG

DEM Partiyê li Çewligê jî daxuyanî da. Rêveberên partiyê yên bajar û navçeyan, rêveberên DBP’ê yên bajar û aktîvîstên TJA’yê tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” ku wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin li ser bû hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Hasan Soysal, wiha got: “Qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, encama hêrs û tirsa ji xebatên rojnamevaniyê ye. Li dijî heqîqetê şer dikin. Ev êrîş, dikevin çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê û hiqûqa gerdûnî. Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe derxîne.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” bi dawî bû.

WAN

Bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê li Wanê çalakî hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî jî tevlî bûn. Girse, li Taxa Karşiyakayê hate gel hev lê polîsan nehiştin meşa li vir were lidarxistin.

Koma ku ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Rojava neket dê nekeve”, “Rojava rûmeta me ye” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.  

Piştî demekî dirêj, beşdaran sirûd xwendin û çalakî bi dawî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hewldana dagirkeran hate têkbirin
Nûçeya Pişt re Desthilatdariya Tirk li dijî hebûna Kurdan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tu êrîş nikare dengê heqîqetê qut bike’

MKG’ê û DFG’ê êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Azadiya çapemeniyê yek ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên DAÎŞ’ê ji Kampa Holê hatin revandin

Dîmenên li ser platformên dîjîtal hatin parvekirin, nîşan dan ku çeteyên HTŞ’ê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM li ber cezayê darvekirinê rabû

Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Pexşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Champi’ gefan li Taywanê dixwe: Leza bayê gihîşt 213 kîlometreyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?