Di roja me de bi pirsgirêkên dîrokî yên Rojhilata Navîn re şer, geşedan û pevçûn jî derdikevin holê; şerê desthilatdariyê ya di navbera hêzên navneteweyî û desthilatdarên herêmî de digihije astên nû û kûr dibe. Yek ji wan welatan ên ku ji vî şerî tîmar dibe Tirkiye û desthilatdariya Erdogan e. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ji derfetên demî ya şeran sûd werdigire û ev yek veguherandiye polîtîkayek. Dagirkeriya xaka Sûriye û Iraqê û heyîna dewleta Tirk a li Lîbyayê, tam bi qurnaziyeke wiha pêk hatiye. Tirkiyeyê di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de jî mîsyona bêalîtiyê û dayîna lihevkirinê, li xwe bar kir û hewl dide ku ji her du dewletan jî berjewendiyan bi dest bixe. Di şerê Xezeyê de jî li aliyekî dîmenê ku piştgiriyê dide HAMAS’ê nîşan dide, li aliyê din jî bi Îsraîlê re her cure têkîliyên ekonomîk û bazarî didomîne.
Tirkiye ev qas bêpervayeyî bi hevsengiya şeran dilîze, eger îro nebe jî wê di demek nêz de berdêleke wê ya mezin a maliyetî hebe. Ji ber ku di serî de pirsgirêkên ekonomîk, Tirkiye bi pirsgirêkên siyasî û civakî yên pir cidî re rû bi rû ye. Bi salane ev pirsgirêk tên nixumandin. Civaka Tirkiyeyê û Kurdan di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi cezakirina desthilatdariya Erdogan bersiva van pirsgirêkan da û AKP anî rewşa partiya duyemîn.
Tirkiye û desthilatdariya Erdogan ne tenê di aliyê krîza ekonomîk de, di polîtîkaya derve û dîplomasiyê de jî rû bi rûyê lihevnekirinên cidî ye. Hatiye rewşeke welê ku nikare têkîliyên xwe yên bi DYE, Rûsya û Îranê û Yekîtiya Ewropayê re bidomîne.
Dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan weke yekane rêya derbaskirina vê krîz û xitimînê, şerekî hîn mezintir weke çareserî dibîne. Şefê faşîst Erdogan û AKP di vî alî de biryara xwe teqez kir û hedef jî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Li gorî vê ferasetê fatûraya wê çi dibe bila bibe, dibe sedema çi bila bibe divê teqez îradeya Kurdan bê şikandin û Tevgera Azadiya Kurdistanê teqez bê tasfiyekirin. Niha hemû hewldanên şefê faşîst Erdogan û dewleta AKP’ê, hêrsa wê û rewşa wê ya hêvîkirina ji her kesê bi temamî ji ber vê armancê ye. Ji bo vê yekê her kî dibe bila bibe, tawîzeke ku nedin û dînîtiyeke ku nekin nîne.
Divê serdanên şefê faşîst Erdogan ên li Bexda û Hewlêrê jî bi vê perspektîfê were nirxandin. Erdogan pirsgirêkên esas ên Bexdayê baş dizane. Pirsgirêkên ekonomîk ên mezin, bêîstiqrariya siyasî û pirsgirêkên bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re, pirsgirêkên esas ên Bexdayê ne. Dewleta AKP’ê ya dagirker û qirker têkildarî van hemû pirsgirêkên Iraqê ye. Bi Projeya Rêya Pêşveçûnê, Iraqê teşwîqî têkîliyên bi Tirkiyeyê re dike û hetta hewl dide zorî jî lê bike. Bi bazirganiya petrolê ya jinûve destpê bike, tê xwestin ku têkiliya bi pirsgirêk a Bexda û Başûrê Kurdistanê jinûve bê sorkirin û hîn bêhtir bê xitimandin. Li ser têkîliyên bi PDK’ê û Tirkmenên Sunnî re pêş xistî, dixwaze bêîstiqrariya bi serê Iraqê hatî kûr bibe û bidome. Hewl dide têkildarî avê îştaha Iraqê veke û tawîzê jê bistîne. Dibêjin, eger Iraq têkildarî mijara PKK’ê gavên pêwîst û têrker bavêje, wê li beramberî vê yekê dest ji her tiştê berdin.
Têkildarî hevdîtin û peymanên ku şefê faşîst Erdogan li Bexdayê pêk anîne, gelek nîqaş û nirxandin hatin kirin. Ya tê dîtin ew e ku Bexdayê gelek tawîz dane şefê faşîst, dagirker û qirker Erdogan. Dibe ku hin ji van di raya giştî de hatibe nîşakirin, dibe hin mijar jî veşartî hatibin hiştin. PKK û Kurd têkildarî van mijaran ji dewleta Iraqê dixwaze ku îdîa û gotinên heyî, şîrove bike. Qasî vê yekê, nûkirina polîtîkayên xwe ya li gorî rewşên tên guhertin û her cure tedbîrên pêwîst bêyî ku bibe dereng di demê xwe de girtin, pêdivî û neçariyek e.
Eger Iraqê destûr dabe şefê faşîst Erdogan ku artêşa Tirk li ser xaka Iraqê di kûrahiya 40-50 km de bi cih bibe û operasyonê bike, yanî eger têkildarî vê yekê pê re li hev kiribe, helbet ev rewşeke cidî ye. Herhal PKK wê vê rewşê binirxîne. Ya duyemîn, eger weke hatî îdîakirin Iraqê bi dewleta Tirk re li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê odeya operasyonê ya hevpar danî be, ev jî rewşeke xeter e. Dîsa tê diyarkirin ku kesê jê re gotin musteşarê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, têkildarî PKK’ê talîmat, biryarnameyek amade kiriye û ev talîmat ji hemû saziyên eleqeder ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê re şandiye. Li gorî gotinan, di vê talîmatê de hatiye gotin ku PKK bi ti hincetê, bi ti çalakiyeke siyasî, leşkerî û civakî divê li ser xaka Iraqê (Başûrê Kurdistanê jî di nav de) li ti derê nebe. Di vê talîmata navborî de tê xwestin ku çalakiyên bi vî rengî bên astengkirin.
Mijareke din jî hin agahî ji bin ve, bin ve belav dibin ku hêzên sînor Heres Hudut bi taybetî wê li qadên Pencêwîn û Asosê bên bicihkirin, Iraq amadekariyên vê yekê dike û di vê yekê de bi biryar e. Bi cih bûna hêzên Heres Hudut a Iraqê ya li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, bi taybetî posîzyona hêzên PDK’ê ya ku li Behdînanê li ser sînorê Tirkiyeyê di bin ala Iraqê de karên dewleta Tirk a dagirker hêsan dike, pirsgirêkan hîn girantir dike.
Tevî ku têkildarî van mijaran zexteke mezin li ser YNK’ê heye, mirov nikare bêje ku YNK rasterast û tam di nava vê planê de ye. Tê dîtin ku YNK polîtîkayeke welê dişopîne ku bêyî ku bi her kesê re bibe dijber, her kesê îdare dike.
Dibe ku Îran nexwaze dewleta Tirk li herêmê bi hêz bibe û bibe hevkarê polîtîkayên ku xizmetê ji berjewendiyên înîsiyatîfa dewleta Tirk re dikin. Lê bi muhtemel dibe ku mijara herî rehet û herî bêpirsgirêk bi dewleta Tirk re li hev bikin ew be ku artêşa Iraqê (Hêzên Heres Hudut) bi rengekî tam li ser hemû sînorên Iraqê serwer bibe. Bi vî rengî ji bo dorpêçkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, par û roleke diyar a Îranê jî wê çêbibe. Li gorî geşedanan îhtimala vê yekê jî heye. Tişta li vir derdikeve pêş, bê guman nebûna îradeya Iraqê ye. Divê dewleta Iraqê bizane ku ji ber kîjan sedemê dibe bila bibe, piştî dewleta Tirk ket xaka welatekî din êdî ew der hatiye dagirkirin û binpêkirin. Ev li Qibirs, Lîbya û Sûriyeyê wiha çêbûye. Li Iraqê jî qasî 40 salane bi rehetî dikeve xaka Iraqê û derdikeve, dagirkerî û operasyonên xwe bêyî pirsgirêk didomîne. Niha di serî de li Mûsil û Başîka (ji xwe Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li van deran nîne), li ser xaka Iraqê zêdeyî 50 baragehên leşkerî ava kiriye. Di van baragehan de bi hezaran hêzên leşkerî bi cih kiriye. Ev yek helbet divê ji bo dewleteke mîna Iraqê neyê qebûlkirin. Ji ber ku li vir ji gef û tacîza li dijî xaka Iraqê hîn zêdetir, rasterast êrîşeke dagirkerî û tecawizê mijara gotinê ye. Bi van êrîşan re mafê serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Eger dewleta Iraqê tevî vê yekê jî, ku eger rast bi dewleta Tirk re divê astê de peyman çêkirine, ev beriya her tiştî rewşeke welê nîne ku li rûmeta welatekî serwer û serbixwe tê. Ji her kesê zêdetir Iraq baş dizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da û ewlehî û berjewendiyên civaka Iraqê parast, ji bo vê yekê şer kir û berdêlên giran dan. Lewma ne ji PKK’ê ne jî ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ti gef û metirsî ji bo gelên Iraqê û dewleta Iraqê nabe mijara gotinê. Ya rast gef û metirsiya herî mezin, dewleta Tirk a mêtinger û qirker e ku li Rojhilata Navîn xaka Sûriye û Iraqê dagir kiriye û binpê kiriye. Eşkere ye ku eger Iraq derbarê Tevgera Azadiya Kurdistanê polîtîkayê çêbike û biryar bigire, divê teqez van rastiyên esas bibîne û esas bigire.
Ya din jî rol û wezîfeyên PDK’ê hene ku weke partnerekî samîmî yê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de girtiye ser milê xwe. Bi rastî jî ev ji bo hemû Kurdan şermezarî û lekeyeke rû ye. Pozîsyona PDK’ê ya heyî pir qirêj û xirab e. Tê zanîn ku malbata Barzanî ji destpêkê heta niha berjewendiyên malbatî li ser hemû berjewendiyên neteweyeyî re digire. Niha bi dewleta Tirk a dagirker re serî daye hev, ji bo PKK û dewleta Iraqê li dijî hev şer bikin plan û provokasyonan dike. PDK dixwaze ala Iraqê bi kar bîne û van provokasyonan pêk bîne. Bi eşkere dixwaze li Başûrê Kurdistanê şer çêbibe. Ji ber ku weke tê zanîn di meha Hezîranê de wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê pêk bên. Nêrîna hevpar a çavdêrên siyasî û her kesê ew e ku PDK wê di hilbijartinên meha Hezîranê de têk biçe. Bi taybetî têkîliyên wê yên bi dewleta Tirk re, dijminatiya PKK’ê, weke malbat xwe têkilî her cûre berjewendiyên rant û ruşvetê kirin, jiyana wan a luks a li ser standartên jiyana civakê re, avakirina rejîmeke desthilatdar û totalîter a zextdar, di nava civakê de îtîbara wê bi rengekî cidî hejandiye. Lewma PDK ji hilbijartinan ditirse û jê direve. Ji bo hilbijartin bên taloqkirin û pêk neyên, serî li her cûre rê û rêbazên qanûnî û ne qanûnî dide. Tê gotin ku li gorî qanûnên Iraqê di holeke şer de hilbijartin nayên kirin. PDK tam li ser vê esasê ji bo li Başûrê Kurdistanê rewşeke awarte û şer çêbibe, hewl dide çi ji destê wî tê pêk bîne. Bi vî rengî hem hewl dide hilbijartinan taloq bike, hem jî bi dewleta Tirk a qirker û mêtinger re li dijî xeta welatparêziyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê êrîşên hevpar bimeşîne.
Bi kurtasî divê Iraq rewşa heyî û geşedanan bi perspektîfeke dîrokî binirxîne û teqez nekeve şaşitiyeke wisa ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re hevpar tevbigere û di şerê li dijî Kurdan de cih bigire.
Iraq welatekî serwer û serbixwe ye, ev yek û berjewendiyên wê neçarî çêdike ku Iraq li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê rabe û li gorî vê yekê helwest û polîtîkayekê çêbike.
Di serî de xelkê Başûr, gelê Kurd ê li hemû parçeyan û dervey welêt, partiyên siyasî û sazî divê di pozîsyoneke pasîf de nemînin. Divê destûr nedin ku xaka Kurdistanê jinûve û car din were dagirkirin û binpêkirin. Divê her kes li dijî hewldanên nû yên dagirkeriya Tirkiyeyê derbikevin û nerazîbûnê nîşanî hevkariya PDK’yê ya bi dewleta Tirk re bidin.