Di merasîma şewitandina çekan de ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesî li herêma Şikefta Casenê ya li bejahiya navçeya Dûkanê ya Silêmaniyeyê pêk hat, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat qala ‘qanûnên entegrasyona demokratîk’ kir ku ev gotin di nava raya giştî de tê nîqaşkirin.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ku beşdarî merasîmê bû û envantera çekan radestî wan hate kirin li ser rê û rêbazên avakirina zemîna hiqûqî û pêkanîna entegrasyona demokratîk ji ANF’ê re axivî.
Serhat Çakmak anî ziman ku sparteya qanûnî diviyabû hîn di destpêka pêvajoyê de bihata kirin û got, “Entengrasyona demokratîk a ku di merasîmê de hate destnîşankirin girîng bû. Pêwîstiya bi sererastkirina qanûnî ya ji bo entegrasyona demokratîk, ya rast diviyabû hîn di destpêka pêvajoyê de bihata kirin. Piştî ku herdu aliyan dest bi hevdîtinan kirin, Heyeta Îmraliyê diçû Îmraliyê û li giravê Birêz Ocalan got, ‘Em bi heyeta dewletê re hevdîtinê dikin, eger ûsûl bê avakirin, amade me ku tevkariyê bikim’ herdu aliyan qebûl kirin ku pêvajoyek heye. Di rewşeke bi vî rengî de ji bo rêvebirina pêvajoyê pêwîstî bi mecbûriyeteke qanûnî heye.
Li gorî pîvana dewletê ya ku di destûra bingehîn de hatiye destnîşankirin, karên ku dewlet dikin neçar e ku li gorî qanûnê bin. Her helwest, her nêzîkatî, her kar û daxuyaniyên ku Serokkomar îro dike, her gaveke ku bi navê dewletê tê avêtin, di qanûnê de sparteyeke xwe heye. Ne tenê ji bo Serokkomar ji bo siyasetmedaran û erkanê dewletê yan jî kesên burokratîk jî heman rewş derbasdar e. Her gava ku yek jê diavêje xwedî sparteyeke qanûnî ye.
Ji dema ku pêvajoyê destpê kir û vir ve tişta ku tê gotin ew e ku divê ‘qanûneke sîwanî’ ya pêvajoyê hebe. Lê belê heta niha ev yek nehatiye kirin.”
‘PÊWÎSTÎ BI ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ YA GIŞTÎ HEYE’
Çakmak ragihand ku pêvajo ji aliyê aliyan ve hatiye qebûlkirin û gihîştiye astekê û destnîşan kir ku ji niha û pê ve ya ku dewlet bike divê vê yekê li nava çarçoveyeke qanûnî bi cih bike:
“Aliyan di vir de hewl dan ku şert û mercên maseya danûstandinê di pratîkê de biafirînin. Yanî ew şert û merc hatin afirandin ku pêşî li şerekî gengaz bê girtin û agirbest ne tenê di gotinê de lê di pratîkê de bi cih bê anîn. Mercên dawî yên vê yekê jî weke merasîma çekdanînê ya temsîlî ya li Silêmaniyeyê dikare bê şîrovekirin.
Ji vê saetê û pê ve hemû gavên ku dewlet biavêjin divê li ser bingeha qanûneke çarçoveyê de be. Yanî pêwîstî bi qanûnekê heye ku bibe pişta pêvajoya çareseriyê. Em dikarin ji vê yekê re ‘Qanûna Giştî’ jî bibêjin. Mînak, di nava raya giştî de bi gotina wan pênaseya ‘Tirkiyeya bê teror’ tê bikaranîn. Dibe ku wê pênaseyê êdî di asta qanûnî de divê bi kar nînin.”
Serhat Çakmak diyar kir ku di sernav û xalên jêrîn ên vê qanûnê de pênaseya wezîfeyê ya komîsyonê jî dikare bê kirin û got, “Ev yek dikare bibe qanûneke çarçoveyê ya giştî. Ev qanûn wê hem nîşan bide ku dewlet çiqasî bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê dibe, hem jî divê gavên bêne qavêtin xwedî sparteyeke qanûnî be.
Sibe, dusib eger bê gotin, ‘We ev yek li gorî çi kirin?’ hingî divê qanûnek bê nîşandan. Ev qanûn di heman demê de wê pêşî li darizandineke gengaz a hinekan jî bigire.”
‘KOMÎSYON DIVÊ LI GORÎ MASEYA DANÛSTANDINÊ BIXEBITE’
Serhat Çakmak destnîşan kir ku divê çarçoveya qanûnî teqez hebe û destnîşan kir ku qanûnên entegrasyona demokratîk di heman demê de ji bo tespîtkirina çavkaniya pirsgirêkê pêwîstî ye: “Gotina ‘Qanûnên entegrasyona demokratîk’ ku di pêvajoya çekdanînê d hate gotin, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ya esasî ya pirsgirêka sed salî ya vî welatî reçeteyeke ku pêwîstî pê heye. Ew jî wê bi guhertinên qanûnî bibe. Qanûnên entegrasyonê jî ev bi xwe ne.
Çavkaniya bingehîn a vê pirsgirêkê çi bû? Ev wê ji aliyê komîsyonê ve bê tespîtkirin, lê belê lingekî wê jî wê bi danûstandinên li Îmraliyê re bimeşe. Ya ku ez dibînim û divê bibe; li gel komîsyona li meclîsê bê avakirin, divê karê komîsyonê li hevdîtinên li Îmraliyê bê. Ji ber ku nabe ku yek sê gavan biavêje lê yê din gavekê jî neavêje.
Eger li maseyê di çarçoveyekê de hin tişt hatibe nîqaşkirin, ev yek wê li komîsyonê jî bê nîqaşkirin. Pêşdîtinên guhertinê yên li vê maseyê bêne nîqaşkirin, divê aliyê wê yê qanûnî, amadekirina civakê ya ji vê guhertinê re, vegotina wê ji raya giştî re bêne nirxandin. Ji bo raya giştî paşerojê bi xurtî xwedî lê derkeve divê bi rengekî cidî bi meseleyê zanibe.
Ji ber vê yekê bi dîtina min divê wezîfeya komîsyonê bi du alî be. Yek jê karê xwe li gorî maseya danûstandinê be û di çarçoveya vê ahengiyê de bi meclîsê re li ser guhertinên qanûnî bixebite. Ya duyemîn jî ji bo civak û raya giştî xwedî li vê meseleyê derkeve, serî li rê û rêbazên rewa bide.”