Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan di civîneke çapemeniyê de daneyên qurbanî û ziyanên lehiya li Çemçemalê rabûye, eşkere kir.
Daxuyaniya Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan wiha ye;
“Mixabin, ji ber hewaya xirab û barana zêde, îro li Çemçemalê em bi rewşeke nexweş re rûbirû man. Di encama lehiya rabûyî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Asta ziyana madî pir zêde ye ku di nav de ziyanên weke wesayît, xanî, çewlikên ajalan û dikanan hene. Niha zêdetirî 500 xanî zerer dîtine.
Ji bilî xanîyên welatiyan, avahiyên hikûmetê jî zirar dîtin, di nav wan de avahiyên Rêveberên ‘tapo, pasaport, çand, qaymeqamî, perwerde” her wiha çend saziyên din ji lehiyê zerer dîtine.
Me sibe li hemû saziyên perwerdeyê, hem yên xwendina bilind, tevî zanîngeh û kolejên perwerdeyê, hem dibistan, hem jî li hemû ofîsên xizmetgûzariyê yên din, kiriye betlane.”

