Erdnigariya Botanê ku lê polîtîkayeke qirkirina ekolojîk a sîstematîk tê sepandin, di bin gefeke mezin de ye. Xwezaya ku li gel birîna daran bi xebatên bendav û xebatên lêgerîna madenan jî hatiye talankirin, bi polîtîkaya bêmirovîkirinê û tunekirina bîrê re rû bi rû ye.
Ji bo rawestandina vê talanê wê di 9’ê Îlonê de li navenda Şirnexê meşeke mezin û piştre jî li Bestayê li qada ku lê dar têne birîn çalakiya nobetê werin lidarxistin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram banga tevlîbûna çalakiyê kir û got: ‘’Em dikarin bi hev re vê talanê bidin sekinandin.’’
‘DARISTAN HATIN TINEKIRIN’
Adnan Şenbayram da zanîn ku ji sala 2018’an vir ve li herêmê birîna daran berdewam dike û talankirina xwezayê ji aliyê dewletê ve bênavber didome.
Şenbayram, Rapora Cûdî bibîr xist û got ku di navbera salên 2013 û 2022’yan de gelek dar hatine birîn û wiha domand, “Piştî gilînameyeke sûc a Komîsyona Jîngeh û Bajarî ya Baroya Şirnexê, derket holê ku ji sedî 8’ê hebûna daristanan winda bûne.”
Şenbayram diyar kir ku piştî sala 2018’an birînda daran zêde bûye û li gorî nerazîbûnan carnan bi eşkere carnan jî bi veşartî tê berdewamkirin.
Şenbayram da xuyakirin ku birîna daran piranî li “herêmên qedexekirî” pêk tê û wiha domand, “Walîtî her 15 rojan carekê biryara qedexeyê dide. Ev biryar bi giştî çiyayên Şirnex, Elkê, Qilaban, Cizîr, Silopî û Basa digire nava xwe. Birîna daran ji bo rantê li van deveran berdewam dike û ji ber qedexeyan daneyên fermî bi dest xistin, ne pêkan e.”
Şenbayram bal kişand ser texrîbata ekolojîk a li Cûdî û Gabarê û diyar kir ku herêm ji ber fealiyetên petrol û komirê bêweç bûne û got ku curbicurbûna biyolojîk wêran bûye.
‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN’
Şenbayram koçberkirina bi zorê ya Kurdan di salên 1990’î de bi rêya polîtîkayên şewitandina gundan bi bîr xist û diyar kir ku îro ji ber rant û hincetên ewlehiyê, hewl tê dayîn ku xwezayê bê mirov bihêlin û got, “Wê demê gund hatin şewitandin û valakirin. Îro daristan ji bo rantê têne wêrankirin. Ev yek polîtîkaya wêrankirina ekolojîyê pêk tîne. Gundiyên herêmê di bin zextek wisa de tên hiştin. Gundiyên li Komate neçar man ku îmzeyan berhev bikin û li gundên Gunyuz û Beşagaçê, hewl hat dayîn ku wan razî bikin ku “bixebitin û pere qezenc bikin.”
Şenbayram diyar kir ku walîtî û rêveberiya daristanan birîna daran înkar dikin, lê rojane bi dehan kamyon dar têne veguhastin. Şenbayram, anî ziman ku divê şitl li gorî Qanûna Daristanan werin çandin û got ku lê ev nayê kirin. Şenbayram, diyar kir ku walî soz daye “ji niha û pê ve dê tu dar neyên birîn” û got ku divê ev soz jidil were bicîhanîn.
Şenbayram bang kir ku destûr neyê dayîn ku yek dar jî were birîn û got, divê hemû komên ku li dijî birîna daran in bi tundtir nerazîbûn nîşan bidin û got, “Divê her kes vê talankirinê rawestîne û dengê xwe bilind bike.”