Hevsrokên Rêxistina Navçeyê ya Esenyurt a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Bahar Karataş û Fatîh Ergûn di encama serdegirtina malan ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Polîsan li malên her du hevserokan lêgerîn kirin.
Polîsan li avahiya partiyê jî lêgerîn kirin. Pirtûk, kovar û kompîtur hatin desteserkirin.