Girtiyê siyasî Soydan Akay ligel ku cezayê wî qediyaye û mafê berdanê bi dest xistiye jî 6 meh in bi neheqî li girtîgehê tê girtin. Girtiyê siyasî yê 30 salî Soydan Akay divê di 11’ê Tebaxa 2023’an de bihata berdan, lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 6 meh in bi awayekî neheq di girtîgehê de tê girtin.
Soydan Akay ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê yê giran li wî hat birîn û ji sala 1983’an ve di girtîgehê de ye, ji sala 2018’an û vir ve di hûcreya yek kesî de tê ragirtin. Ligel ku Berdana Akayê ku nexweşê pençeşêrê ye û divê di 11’ê Tebaxa 2023’an bihata berdan bi rapora Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tê taloqkirin û hevdîtinên bi parêzeran re jî hate sînordarkirin.
Desteya Çavdêrî û Îdareyê ji bo Akay ê ku ev 5 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin û hema hema her gavê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê şopandin, raporek amade kir û wiha got: “Hat tespîtkirin ku ji rêxistina terorê veneqetiyaye.” Hin sedemên ku lijneyê di raporê de ji bo pêşîgirtina berdana Akay destnîşan kir ev in;
• Biryara taloqkirina înfazê li ser peywendiya bi girtiyên din re bû, ku tê wateya astengkirina mafê ragihandinê. Lijneyê diyar kir ku “bi mehkûmên ku ji ber endametiya rêxistinê tên mehkûmkirin re di nava danûstandinan de ye.
• Desteyê biryara taloqkirina înfazê da û naveroka pirtûkên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine pejirandin û dane Akay weke hincet nîşan da.
• Bi hewldana sûcdarkirina wasiyê Akay hat gotin ku “di derheqê wî de ji ber endamtiya rêxistinê doz heye.”
‘DADGEH, BIRYARÊN LIJNEYÊN ÇAVDÊRÎ Û ÎDAREYÊ BÊ LÊKOLÎN ERÊ DIKIN’
Parêzera Soydan Akay, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Bîlen û birazya Akay, Kivilcim Akay der barê rewşa Akayê de ji ANF’ê re axivîn.
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Esra Bîlen anî ziman ku Soydan Akay 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û bi awayekî sîstematîk rastî binpêkirina mafan tê û got: “Muwekîla me Soydan Akay ji ber biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê yên nehiqûqî îro jî di girtîgehê de ye. Soydan Akay 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ji ber biryara astengkirina dîtina parêzeran bi kamereyan tên şopandin. Biryarên Lijneya Çêvdêrî û Îdareyê bêyî lêkolîn ji aliyê dadgehan ve têne pejirandin. Ev rewş tê serê gelek girtiyên siyasî. Ev rewşeke ku li Tirkiyeyê her kesî eleqedar dike û bandorê çêdike. Ji ber ku ketina girtîgehê heye, lê derketina ji girtîgehê nîne. Ketina girtîgehê bi biryara dadger pêkan e, lê derketina ji girtîgehê bi biryara desteya ku ne xwediyê pisporiya hiqûqê ye tê astengkirin. Ev rewşeke wisa ye ku hemû hemwelatiyan dixe talukeyê.”
‘BIRYAR DERHIQÛQÎNE’
Bîlen da zanîn ku biryarên der barê Akay de hatine girtin derqhiqûqî ye û wiha got: “Astengkirina berdana Akay ji ber windakirina maf û azadiyên bingehîn pêk hatiye. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ne xwedî rayeya nirxandineke wiha ye. Di der barê kesên ku ji ber endamtiya rêxistinê hatine cezakirin gelek biryarên dadî hene ku piştî ketina girtîgehê têkiliya wan bi rêxistinê re nemaye. Maf û azadiyên bingehîn tên astengkirin û berdana Soydan Akay tê astengkirin.”
‘MALBATA ME JÎ TÊ CEZAKIRIN’
Biraziya Akay, Kivilcim Akay jî anî ziman ku bi neberdana Akay, malbat jî tê cezakirin û wiha got: “Ev ceza piştî 30 salan veguherî pêvajoyeke ku ne tenê Soydan Akay hem malbata wî û hem jî hezkiriyên wî hatin cezakirin. Ev biryar ne tenê me, bondor li tevahiya civakê dike. Ev biryarek e ku nîşan dide ku qanûn ne fonksîyonel e û baweriya me bi qanûnê nemaye. Ji ber ku pirsgirêkên diya wî yên tenduristiyê hene û li benda kurê xwe ye. Diya wî niha bi bendemayînê têdikoşe. Em di meha Tebaxê de bi taloqkirina înfazê hatibûn cezakirin, lê hefteya borî dîsa em hatin cezakirin. Ez ji zarokatiya xwe di nava vê pêvajoyê de me û êdî mezin bûme. Ji bo me gelekî giran e ku hêj li welat hin tişt nehatine guhertin û dibînin ku ber bi xerabiyê ve diçe.”