Fermandariya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ya Kantona Firatê, derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji gelê xwe û niştecihên (kesên ji derveyî herêmê hatine) li herêmên dagirkirî yên Girê Spî (Tal Ebyad) û Serêkaniyê re dibêjin ku dema rizgarkirina van herêman ji dagirkeriya dewleta Tirk û yekkirina Sûriyeyê ji dagirkeriyê hatiye.
Em bang ji malbatên niştecihan û çekdarên komên girêdayî Tirkiyeyê ku bi salane di bin ala Tirkiyeyê de dijî gelê Sûriyeyê şer kirin û welat wêran kiriye, dikin ku ji vê fersenda dawî ya fermandariya me pêşkêş dike, sûd werbigirin û vegerin bajarên xwe yên ku jê hatine.
Dagirkeriya Tirkiyê qet guh nade jiyana gelên Sûriyeyê û bakûrê Suriyeyê veguherandiye cihê terorê, bi vê yekê gefan li bajar û herêmên me dike. Ew dixwaze ji aloziya Suriyeyê sud werbirgire û tevahiya erdnîgariya Suriyeyê dagir bike.
Divê em bi yek destî vê dagirkeriyê têk bibin û ji welatê xwe derxînin. Ji bilî birayên me yên Suriyeyeyî tu kes destek nade Suriyeyiyan.
Em destê alîkariyê dirêjî her çekdarekî yan jî kesekî ku dixwazin bi selametî veerin herêmên xwe yên li hundirê Sûriyeyê yan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hêzên me û Rêveberiya Xweser soz didin ku ji bo derketina bi ewle wê parastinê bikin û mîsogeriya heta cihên aram dide.
Ev banga dawî ye ku fermandariya me derdixîne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) amadekariya operasyonên taybet ên li dijî deverên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dikin. Lewma em bang li gelê xwe dikin ku li dora hêzên xwe kom bibin û piştgiriyê bidin wan.
Malbatên ku me bang li wan kiriye, pêwîste heta dawiya salê biryara xwe bidin. Ji bo vê yekê dikarin li ser hesabên medyaya dijîtal a bi navê ‘Vegera bi ewle’ bikevin nava pêwendiyan.”