Şemî, 7 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê 3 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera erdhejên 6’ê Sibatê de bîranîn û bertek: Ne erdhej, pergala rantxwir kuşt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Haykir piştî 32 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dorpêça Kobanê dewam dike: Leşkerên Tirk 9 roj in li sînorê Kobanê xendekan dikolin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Di 10 mehan de 153 êrîşên DAÎŞ’ê pêk hatin
Rojava

QSD: Di 10 mehan de 153 êrîşên DAÎŞ’ê pêk hatin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku di 10 mehan de DAÎŞ’ê 153 êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de 30 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn. 6 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan. Di 70 operasyonên QSD’ê de hewldanên DAÎŞ’ê hatin pûçkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSD’ê der barê têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniya berdevkê fermî yê QSD’ê ya li bajarê Hesekê de, wiha hate gotin:

“Ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011’an ve û dûre valahiya ewlehiyê, rêxistinên tundraw berfireh bûn, di serî de rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst. Van rêxistinan ev valahî kir firsend û li dijî hebûna gelên herêmê gefek çêkir, qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin pêk anîn û veguherî xetereyeke cîhanî, sînorê Sûriyeyê û herêmê derbas kir.

Ji bo rûbirûbûna vê gefê, QSD’ê bi hevkariya aktîf a Koalîsyona Navneteweyî yek ji şerê serdemê yê herî dijwar li dijî terorê da meşandin. Ji şerê Kobanê ku nuqteya veguherînê çêkiriye ve, heta bi rizgarkirina Reqayê qaşo “paytexta xîlafetê” ya îdiakirî, heta bi şerê Baxozê ku baregeha dawîn a terorê bû û dûre operasyonên berdewam ên li Dêrazor, Hesekê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên me vîna xurt û şiyana profesyonel a bilind îsbat kir. Sazûmaniya rêxistinê ya DAÎŞ’ê têk bir, piranî cihên lê xurt ziwa kirin.

Ruxmî zirarên mezin ên pê bûne jî hîna DAÎŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di vê yekê de sûdê ji rewşa aloz a li gelek herêmên Sûriyeyê, ji hin jîngehên nearam ên li derveyî herêmên di bin kontrola me de, sûdê werdigire. Lê operasyonên ewlehî û leşkerî yên hêzên me yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî nehişt ew careke din xwe xurt bike, bi dehan hewlên wan ên têkbirina ewlehî û îstîqrara gelên me bi bin xistin.

Di heyama piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Şamê de anku ji 8’ê Kanûna 2024’an heta bi 20’ê Îlonê, şaneyên rêxistinê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne. Ew hejmar nîşan dide ew xwe jinûve bi rêxistin dike û çarçoveya êrişên xwe berfireh dike.

Ji dema têkbirina “xîlafetê” di şerê Baxozê yê 2019’an de, awayê çalakiya DAÎŞ’ê ji “rêxistina dewletê” veguherî torên şane û komên şerê çetetiyê. Bi wê re êrişên xwecihî, sûîqastkirin û çalakiyên tevlêkirinê yên veşartî zêde bûn. Ev guhertin di hejmara bûyeran de diyar bû. Piştî hejmara êrişan di 2020 û 2024’an de kêm bû, di 2025ˋan de êrişên terorane zêde bûn.

Bi hevkariya berdewam a bi Koalîsyona Navneteweyî re û bi piştevaniya hêzên me re, hêzên me di 10 mehên borî de rêzeêrişên meydanî û pêşîn kirin, şane bê bandor kirin, bi dehan tawanbar girtin, bi dehan planên êrişkirinê têk birin. Bi wê re şiyana rêxistinê ya pêkanîna êrişên mezin hatin sînordarkirin.

Weke bîlanço, hêzên me bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî 70 operasyon, (3 jê operasyon paqijkirinê) yên berfireh pêk anîn. Di encamê de, jê 3 serçete, 95 terorîst hatin girtin. Di operasyon de jê 2 serçete, 6 terorîst hatin kuştin. Mîqdareke mezin a çek, cebilxane û belge hatin desteserkirin.

Di êrişên DAÎŞ’ê de 30 şervanên me şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn, 6 sivîl jî şehîd bûn.

Li ser wê bingehê, em QSD van xalên li jêr diyar dikin:

1- Berdewama şerê dijî DAÎŞ’ê: Xetereya rêxistinê hîna bi dawî nebûye, hîna ew li ser astên xwecih û navneteweyî gefeke cidî ye.

2- Girîngiya hevkariya navneteweyî: Hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re hêmaneke krîtîk di pêşîgirtina vegera DAÎŞ’ê de ye û em daxwaza piştgiriya operasyon û lojîstîk a zêde dixwazin.

Aramî û tamîrkirin: Têkoşîna lli dijî terorê ji bilî projeyên geşepêdanê û xizmetguzariyê ku hêviyê ji gelên herêmên rizgarkirî re vedigerîne û rê li ber fikra tundraw bigire, temam nabe. Ev yek jî bêyî piştgiriya navneteweyî ya sabit û demdirêj pêk nayê, ji ber ku rewşa herêmê ya ji ber krîza Sûriyeyê ya berdewam zehmet e.

Ji nîşaneyên dawîn diyar dibe ku DAÎŞ hîna jî hêzek e ku dikare bi êrişên bêserûber û planên girêk zirarê bide, di heman demê de li herêma me hejmareke mezin ji endamên DAÎŞ’ê yên girtî û malbatên wan hene. Li ser vê bingehê, hewcedarî bi zexta operasyonelî ya berdewam û hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina vê şerî bi awayekî lezgîn heye.

Di dawiyê de, em bejna xwe li hember şehîdên di oxira parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daye ditewînin, soza xwe ya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê heta têkbirina wê û misogerkirina siberojeke ewle û aramtir dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE statuya parastina koçberên Sûriyeyî bi dawî dike
Nûçeya Pişt re Hejmara Komkujiya Dêr Hafirê derket 8 kesan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan bang kir: Em ji vê desthilatdariya dijminê ekolojiyê rizgar bibin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li konferanseke ekolojiyê ya li Balikesîrê axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi rojeva Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen têkildarî rewşa Sûriyeyê çû Tirkiyeyê. Seroka Komîsyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrîşa li ser girtiyên jin da: Hewl didin tolê hilînin

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî bertek nîşanî êrîşa gardiyanan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşa çeteyên HTŞ’ê yê li ser Siwêdayê de ciwanek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyên HTŞ’ê êrîşî herêmên rojavayê Siwêdayê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandariya QSD’ê Şandeya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê qebûl kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanên azadiyê: Em ê parastina xaka xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?