Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Îro sibehê, di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên QSDˊê bi rayedarên hikumeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir.
Her du aliyan li hev kir ku di qonaxa bê de jî civînan bidomînin, da ku nîqaşan temam bikin û vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamekê bi dest bixin.”

