Piştî danê nîvro, erîşkarekî gule li nimêjvanên hundirê dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla ya Şamê barandin û dûre xwe teqand.
Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ev êrîşa terorane şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên hezkiriyên azadî û aştiyê ne, dike armanc û got: “Teror ji bo hemû Sûriyeyiyan metirsî ye û dijminekî hevpar ê mozaîk resen a Sûriyeyê ye.”
QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pabendî têkoşîna dijî terorê ye û amade ye beşdarî her hewldaneke Sûriyeyî ya dijî terorê li tevahî herêmên Sûriyeyê, bibe.