Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 12 şehîdan eşkere kir ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên QSDˋê destanên lehengiyê dinivîsînin, bi taybet li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê. Ev 28 roj e şervanan tevahî êrişên komên leşkerî şikandin û efsaneya pozbilindiya dewleta Tirk têk birin. Şervan bi hevgirtineke xurt a ji Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din berxwedaneke mezin raber kirin û raber dikin û rûmeta şêniyan heta dawiyê diparêzin. Bi giyanên xwe pirek ava kir ku gelên herêmê bi rêya wê bigihêjin azad, aştî û ewlehiyê.
Di daxuyaniyê de soza têkbirina xeyalên dagirkeran, hate dayîn û hate diyarkirin ku destana dîrokî ya ku şehîdan bi fedakariyên xwe nivîsiye, alfebeya destana Bendava Tişrînê ye.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya fedakarî û mezinkirina têkoşînê li hember êrişên hovane hate dayîn. Her wiha soz hate dayîn ku wê tu carî nehêlin çete bikevin herêmê û dê li ser soza xwe ya dane şehîdan bimînin.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Avzem Çiya
Nav û paşnav: Tulay Mihemed
Navê dayîkê: Necah
Navê bav: Ciwan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo-2006
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025
Nasnav: Bêrîtan Şoreş
Nav û paşnav: Xalîde Ebdullah
Navê dayîkê: Fatme
Navê bav: Salih
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 4`ê Çileya 2025
Nasnav: Mistefa Hemo
Nav û paşnav: Mistefa Reşîd
Navê dayîkê: Eyşe
Navê bav: Reşîd
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Xatûniye 2004
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Curniye, gundê Huriye, 3`yê Çileya 2025
Nasnav: Can Efrîn
Nav û paşnav: Mahir Hesen Omer
Navê dayîkê: Melek
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Heleb/2007
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 2`ê Çileya 2025
Nasnav: Şam Qamişlo
Nav û paşnav: Luqman El Xemîs
Navê dayîkê: Cemîle Hesen
Navê bav: Hemîdî
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo/ 1978
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025
Nasnav: Ciwan Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Hemad
Navê dayîkê: Şuai
Navê bav: Haşim
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Şam/1998
Cih û dîroka şehadetê : Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025
Nasnav: Şahîn Tirbespiyê
Nav û paşnav: Ednan Mitras
Navê dayîkê: Sahiye
Navê bav: Yehya
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Hilwe Cedîd/ 1991
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025
Nasnav: Zuhêr Ebdullah Elî
Nav û paşnav: Zuhêr Elî
Navê dayîkê: Cîhan
Navê bav: Ebdullah
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Girbik/ 2000
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Curniye, gundê Huriye, 3`yê Çileya 2025
Nasnav: Mîrxan Ebdulqadêr Îbrahîm
Nav û paşnav: Mîrxan Îbrahîm
Navê dayîkê; Zubeyde
Navê bav: Ebdulqadêr
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Kobanê, Cib El Fereh/ 2005
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Curniye, gundê Huriye, 3`yê Çileya 2025
Nasnav: Ehmed Mihemed
Nav û paşnav: Ehmed Mihemed
Navê dayîkê: Henaa
Navê bav; Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Semra Kebîr/2006
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Curniye, gundê Huriye, 3`yê Çileya 2025
Nasnav; Diyar Qamişlo
Nav û paşnav: Bîlal Îbrahîm
Navê dayîkê: Nenîhe Îbrahîm
Navê bav: Satam
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo/2004
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025
Nasnav: Silo Qamişlo
Nav û paşnav: Hemze El Hebîb
Navê dayîkê: Xedîce
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo /2003
Cih û dîroka şehadetê; Bendava Tişrînê, 2`yê Çileya 2025