Sêşem, 6 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî gef li QSD’ê xwar, nerazîbûn nîşanî mikurhatina ‘DAÎŞ’ê ya Yerlîkaya da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa femînîst a Emerîkî Anderson piştgirî da pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakaya: Aştiya mayinde bi aştiya gelan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê di roja 900’an de bi biryardarî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayên Xozistanê banga mezinkirina xwepêşandanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto di roja 8’an de ne: Herî kêm 17 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran xwepêşanderên jin hedef digire: 8 jinên din hatin binçavkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kerkûkê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > RAJIN: Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn ronahiya ku rêya me ronî dikin
Jin

RAJIN: Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn ronahiya ku rêya me ronî dikin

RAJIN bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta du kedkarên Çapemeniya Azad ev peyam da: “Weke şopdarên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê bi pênûsa wan binivîsin, bi zimanê wan baxivin, bi objektîfa wan çavdêr bikin, têkoşîna wan mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşengên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn 23’yê Tebaxa 2024’an li Silêmaniyê bi êrîşa balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Koordînasyona RAJIN’ê daxuyanî da, rojnamevanên şehîd bi hesret û minetdarî bi bîr anî û soza ji bo şopandina têkoşîna wan dubare kir.

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê bi vî rengî ye:

“Kesên şerxwaz û bi şer tîmar dibin, her tim destpêkê heqîqetê hedef digirin. Jinên pêşeng ên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn beriya salekê 23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê dema di wesayîtê de bûn, wesayîta wan ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Komara Tirkiyeyê ve hate bombekirin û di encamê de şehîd bûn. Weke RAJIN em hevalên xwe yên şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî, hesret û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna wan car din dubare dikin. Ew weke lêgerînvanên heqîqetê bûn ronahiya ku rêya me ronî dikin.

HEDEF GIRTINA WAN NE TESADUF BÛ

Gulistan Tara şoreşgerek Çapemeniya Azad bû ku di rêwitiya xwe ya çapemeniya azad a sala 2000’an destpê kir de, li gelek qadên Kurdistanê xebitî, bûye dengê gelê Kurd û jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan teşhîr kiriye, hevkarî deşîfre kiriye, nelirêtî, xizantî û bêedaletî deşîfre kir, perdeya derewan qetand û rastî derxistin holê, weke azadîxwazekê xwe fedayê azadiya gelê xwe kir. Hêro Behadîn jî dema 27 salî weke rojnamevanek ciwan a ji Silêmaniyê guhdarî derdên jinan ên li Başûrê Kurdistanê kir, jiyana wan qeyd kir. Kedkarek çapemeniyê ya bi kelecan û bi îdîa bû û li pey heqîqet û edaletê meşiya. Hedef girtina wan ne tesaduf bû. Yên di wesayîtê de ji ber ku endamên Çapemeniya Azad bûn, hatibûn hedefgirtin. Ji ber ku faşîzm heqîqetê berevajî dike, tune dihesibîne û bi vî rengî xwe ava dike.

Sîstema desthilatdariya mêr-kapîtalîst civak û hawirek rewşenbîr, demokratîk û azad naxwaze. Lewma ronahiyê, jiyanê û jinê hedef digire û bi vî rengî hewl dide Çapemeniya Azad bêdeng bike. Çapemeniya Azad li dijî sîstemên desthilatdariya mêr a despotîk, yek ji bingehên xurt ê civakê ye. Yek ji amûrên esas a ji bo xwe gihandina civaka demokratîk û gel bi rengekî rast agahdarkirin e. Hedef girtina Çapemeniya Azad hedefgirtina azadî, heqîqet û civakê ye.

EM BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIKIN KU HESAB JI BERPIRSYARAN BIPIRSIN

Tevî vê yekê jî dîrokê nîşanî me da ku, li dijî sîstemên despot şervanên azadiyê jî timî hebûn û al dewr kirine. Eger cîhan hîna cihê jiyanê be, ev bi saya têkoşîna wan kesan e yên ku tevî hemû zext, zilm û êrîşên qirkirinê li ber xwe dane û dest ji îdîaya xwe ya demokrasiyê û azadiyê bernedane. Hevrêyên me Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî li dijî hemû gef û êrîşan rabûn û li pey rastî û edaletê çûn, tevî hemû gef û êrîşan dest ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedan. Di dema ku şer herî dijwar de hem êrîşên Tirkiyeyê hem jî polîtîkayên hikûmeta Federe ya Kurdistanê û Iraqê teşhîr kirin û perdeya qirêj a polîtîkayên şerê taybet û derewan qetandin. Bi şêwazê qetilkirina wan hate xwestin ku rastî were veşartin. Lê rastî car din derketin holê, binpêkirina quralên şer û çavên hevkariyê deşîfre bûn. Di ronahiya heqîqeta ku şehîdên me yên Çapemeniya Azad derxistî holê de, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku hesab ji berpirsyaran bipirsin.

EM Ê HÊVIYÊN WAN BIDIN JIYÎN

Êrîşên wiha yên li dijî kevneşopiya Çapemeniya Azad, çawa ku ne destpêk e, nebû dawî jî. Eger mirov bixwaze bibe çapemenî û dengê azad ê gelê Kurd, divê ne tenê jiyana gelê Kurd ragihînin, her wiha divê bi xwe jî bijî. Piştî Gulistan Tara û Hêro Behadîn, di sala dawî de hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojava rojnamevan hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî pênûsa ti ji wan li erdê nema. Gulistan Tara û Hêro Behadîn pênûsa ku ji Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Nûjiyan Erhan û Denîz Firatan dewr girt, dewrî Cîhan Bîlgînan kir. Weke Şopdarên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê bi pênûsa wan binivîsin, bi zimanê wan baxivin, bi objektîfa wan çavdêr bikin, têkoşîna wan a nîvçomayî mezin bikin. Bi hêz û biryardariya ku me ji wan girtî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo xwe gihandina civaka demokratîk-azad bimeşînin. Em hevrêyên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn car din bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêviyên wan bidin jiyîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump û Putîn wê li Alaskayê werin ba hev
Nûçeya Pişt re ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şamê bi şîrketa Çînî re peymaneke razemeniyê ya ji 20 salan mohr kir

Rêveberiya Giştî ya Ragihandina Deryayî û Bejahî ya hikumeta Şamê ragihand ku bi şîrketeke Çînî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê gel ber bi qada mîtîngê ve diherike

Li Colemêrgê ji bo mîtînga bi dirûşma 'Şaredarî yên gel e, em ê rê nedin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hebûn û Xwebûna me

Hebûn û Xwebûn du diyardene ku him hevûdû xwedî dikin û him jî di hêla…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bersiva êrîşan wê di çarçoveya parastina rewa de bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Dorpêç rê li ber karesata mirovî vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Cizîrê: Êrîşên li ser taxên Helebê sûcê mirovahiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?