Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a rojnavanan a sala 2024’an raporek eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku 122 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin, ku 14 ji wan jin bûn. Di raporê de hate xwestin, “Peymana navneteweyî ya têkildarî parastina rojnamevanan” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku li Rojhilata Navîn û welatên Ereb 77 rojnamevan hatin kuştin. Her wiha hate gotin, di êrîşên Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara rojnamevanên Fîlîstînî yên hatin kuştin gihîştiye 147 kesan.
ROJNAMEVANÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIN KUŞTIN
Di raporê de rojnamevanên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, hate bibîrxistin û hate gotin, li Herêma Kurdistanê ya Federe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Di raporê de hate ragihandin ku li Iraqê bi giştî 3 rojnamevan, li Sûriyeyê jî di 4’ê Kanûnê de wênevanek hatin kuştin.
REWŞA LI WELATÊN DIN
Li gorî raporê li herêma Asya-Pasîfîkê; li Pakistanê 7, li Bangladeşê 5, li Hindistanê 3, li Kamboçyayê 1, li Fîlîpînê 1, li Endonezyayê 1, li Kazakistanê 1 rojnamevan hatin kuştin.
Hate ragihandin ku li Myanmarê 3 rojnamevan ji aliyê rejîma leşkerî ve hatin kuştin.
Her wiha hate gotin, li Efrîkayê 10, li parzemîna Emerîkayê 9 rojnamevan, li Ewropayê jî 4 rojnamevan hatin kuştin.
Li gorî rapora IFJ’ê heta 31’ê Kanûna 2024’an 516 rojnamevan girtî ne.