Di civîna çapemeniyê de ya li Enqereyê hate lidarxistin, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin e.
Kuçukbalaban diyar kir ku pêvajoya çekdanînê nabe ku tenê ji aliyê ewlekariyê ve bê nirxandin û destnîşan kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi veguherîna hiqûqî û siyasî heye.
Ji bo civakîbûna aştiyê jî işaret bi girîngiya edaleta dema derbasbûnê ya çêker kir û armanca xwe pêkanîna rûbirûbûna bi rabirdûyê, jinûve avakirina baweriya civakî û kêmkirina travmaya şer a li ser mirovan e.
Kuçukbalaban got, “Ji bo pêkhatina vê pêvajoyê ku em weke edaleta dema derbasbûnê pênase dikin, divê mekanîzmayên pêwîst bêne avakirin. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, ji bo aliyên şer dikin karibin danûstandinan bikin, ev yek gelekî girîng e.”
PÊŞNIYAR
Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter Moray jî pêşniyarên xwe yên ji bo tevkariya li rêveçûna pêvajoyê amade kir, pêşkêş kir:
“Ne tenê aliyên şer, divê hemû civak tevlî pêvajoyê bê kirin; di pêvajoyên wergirtina biryaran de divê girîngî bi tevlîbûneke berfireh bê dayin; mekanîzmayên vekirî yên kontrola civakî û pirrengî bêne avakirin.
Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê yên jî di asteke bilind de tecrîdkirî ye, divê mafê wî yê ragihandin bi rengê ku karibe bi awayekî çalak tevlî danûstandinan bibe, bêne dayin, şert û mercên fîzîkî jî li gorî hiqûqa navneteweyî bêne sererastkirin.
Divê destûreke bingehîn a nû ya damezrîner, hevpeymaneke civakî ya nû bê amadekirin ku pêşî li veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê veke, aştiyê mayinde bike û ev yek jî li gorî tevlîbûna civakî bê kirin. Di serî de naskirina çand û zimanê dayikê yê gelê Kurd, mafên welatîbûna wekhev bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya Antîdemokratîk divê bê rakirin, li gorî pîvana serweriya hiqûqê sererastkirinên qanûnî bi cih bêne anîn ku li gorî pîvanên mafên mirovan bin.
Di serî de nêzîkatiyên cihêkar ên li hemberî girtiyên nexweş, nêzîkatiyên cihêkar ên li dijî hemû girtiyên siyasî ji kiryarên qanûna înfaza ceza bêne derxistin, têkildarî mafê hêviyê di mewzûatê de sererastkirin bê kirin.
Siyasetmedarên hilbijartî yên girtî tavilê bêne berdan, şaredarên ku dawî li wezîfeya wan hatiye danîn, tavilê li wezîfeya xwe bêne vegerandin.
Şert û fikarên Tirkiyeyê yên li ser peymanên navneteweyî yên weke Şertê Xweseriyê yê Rêveberiya Xweser, Peymana Mafên Mirovan û Sivîl, Peymana Mafên Zarokan bêne rakirin, ku li pêşiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ev fikar dibin asteng.
Bibe aliyê peymanên mafên mirovan ên weke Peymana li dijî Windakirina bi Zorê ya Mirovan, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (Statuya Romayê) û Peymana Stenbolê.
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bêne anîn.
Milîtanên ku çek danîne divê karibin tevlî nava jiyana demokratîk û siyaseta sivîl bibin û astengiyên li pêşiya vê yekê bêne rakirin.”
RAPORA ÇAVDÊRIYÊ
Di rapora çavdêriyê ya têkildarî merasîma şewitandina çekan de jî ev agahî hatin dayin:
“Merasîm bi 23 deqeyan bi derengî, bi dema Tirkiyeyê saet di 11:23’an de destpê kir. Hate hînbûn ku ev derengmayin ji ber guhertina cihê rêxistinên civaka sivîl bû ku wê envanterê çekan û nasnameya milîtanan werbigirta.
Merasîm li Şikefta Canese, bi hatina koma çekdar a ji 30 milîtanan ku 15 jin, 15 mêr pêk dihat û Hevseroka KCK’ê Besê Hozat (Hulya Oran) li pêş bû, destpê kir.
Komê yekser berê xwe da platforma berê hatibû amadekirin, li ser dîwarê pişt ê platformê wêneyê Abdullah Ocalan hate nîşandan ku li Îmraliyê hatibû kişandin û berê di çapemeniyê de hatibû belavkirin.
Piştî ku kom li ser platformê bi cih bû Besê Hozat (Hulya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) bi Tirkî û Kurdî metn ji çapemenî û raya giştî re xwendin. Di heman demê de metn li beşdaran hate belavkirin.
Piştî ku daxuyanî qediya li gorî rêza ku ji şikeftê hatin, li pêş Besê Hozat koma ji 30 milîtanan çekên xwe yek bi yek xistin nava argehê. Ji bo wergirtina agahiyên li ser nasnameya milîtanên çek danîn û envantera çekên bêne îmhakirin, bang li nûnerên 2 saziyan, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Seroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter Moray û Sekrterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkûn Ustercî hatin kirin, piştî ku agahdariya pêwîst ji wan re hate kirin, derbasî cihê ji bo wan hatibû veqetandin bûn.
Ji nava komê milîtanekî ku piştre em hîn bûn navê wî Tekîn Mûş (Mehmet Demîrer) e, piştî ku çeka xwe xist nava argehê, berê xwe da qada ku nûnerên ÎHD, OHD û TÎHV’ê lê bûn, agahiyên li ser nasnameya milîtanên çek danîn û envantera çekên bêne şewitandin bi dosyayekê radestî heyetê kir. Li vê derê got, ‘Ew dixwazin di çareseriya meseleya Kurd de êdî tundî ji dewrê derkeve, ji ber vê yekê li vê derê bi rengekî sembolîk çekan dişewitînin, ji niha û pê ve dixwazin rêxistinên civakî yên sivîl di çareseriya meseleya Kurd de hîn bêhtir bi rol rabin, lewma jî guncaw dîtine ku vê dosyayê radestî rêxistinên civakî yên sivîl bikin’.
Piştî ku milîtanan hemûyan çekên xwe xistin nava argehê, Besê Hozat (Hulya Oran) û Behzat Çarçel (Nedîm Seven) li ber argehê bi alîkariya wezîfedaran agir berdan çekan.
Piştî ku çek hatin şewitandin bi rêzê koma ji 30 milîtanan bê çek berê xwe dan Şikefta Casene ku jê hatibûn.
Merasîm saet di 12:00 de qediya. Di sohbeta li qadê ya bi endamên çapemeniyê, nûnerên civakî yên sivîl, rewşenbîr û siyasetmedaran re hate destnîşankirin ku çek bi rengekî sembolîk hatin şewitandin, ji bo çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk ev yek werçerxeke krîtîk bû.
Heyeta Çavdêriyê piştî merasîmê di 11’ê Tîrmeha 2025’an de destpêkê vegeriya Hewlêrê, ji wir jî bi otobusan berê xwe da Amedê. 12’ê Tîrmeha 2025’an saet di 06:00 de endamên heyetê gihîşt Amedê û ji vir li bajarên jê hatibûn belav bûn.”