Bajarê El Faşir, di Cotmeha 2025’an de ketibû bin kontrola Hêzên Piştevaniya Bilez a paramîlîter ku berê hevkarê artêşê bû.
TEKANE ENCAMA MAQÛL, QESTA KOMKUJIYÊ YE
Di rapora bi sernavê ‘’Li El Faşorê Taybetmendiyên Komkujiyê’’ de hate diyarkirin ku tekane encama ji çalakiyên Hêzên Piştevaniya Bilez were derxistin, ‘’hewla komkujiyê’’ ye.
Li gorî raporê çalakî van kiryaran di nava xwe de dihewîne;
– Cînayetên etnîkî,
– Tundiya zayendî û destdirêjiyên berbelav,
-Wêrankirina jîngehan,
-Bangên eşkere yên hedefgirtina civakên ne Ereb – (taybetî jî gelên Zafhawa û Fur)
DI NAVA SÊ ROJAN DE BI HEZARAN KES HATINE QETILKIRIN
Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê, diyar kiribû ku di encama êrşên Hêzên Piştevaniya Bilez ên di sê rojên ewil ên meha Cotmehê de li bajêr herî kêm 4 hezar 400 kesî jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 1,600 kesên ku hewl dane birevin jî hatine kuştin û dibe ku hejmara rastîn zêdetir jî be.
BAJÊR PIŞTÎ DORPÊÇA 18 MEHAN KET
Hêzên Piştevaniya Bilez ji Nîsana 2023’yan ve ye bi artêşa Sûdanê re şer dike. Bajarê El Faşir, piştî dorpêça 18 mehan di 26’ê Cotmeha 2025’an de kete bin kontrola Hêzên Piştevaniya Bilez. Mîsyona NY’yê diyar kir ku di dema dorpêçê de li gel birçîhiştin, xizanî û trawmayan bi awayekî sîstematîk hatiye lawazkirin û piştî ketina bajêr jî ‘’sê rojan hovîtiyeke mutleq’’ pêk hatiye.
Di raporê de komkujî, destdirêjiyên berbelav, êşkence, binçavkirinên kêfî, windakirinên bi darê zorê û bûyerên talankirinê bi detay hatine belgekirin. Serokê misyonê Mohamad Chande Othman anî ziman ku sûc, ne binpêkirinên şer ên îzole ne, çalakiyên plankirî ne ku bi koordînasyon û piştevaniya rayedarên pilebilind ên Hêzên Piştevaniya Bilez hatine birêvebirin.
HERÎ KÊM SÊ KIRYARÊN KOMKUJIYÊ HATINE KIRIN
Mîsyonê diyar kir ku herî kêm sê kiryarên komkujiyê hatine kirin:
– Kuştina endamên komeke etnîkî ya dihat parastin,
-Zirardayîna cidî a yekîtiya fîzîkî û zihnî,
– Ferzkirina bi zanebûnî ya şert û mercên jiyana ku rê li ber tunekirina komê ya qismî yan jî bi temamî.
Pisporê NY’yê Joy Ngozi Ezeilo da zanîn ku li gel belavbûna şer û pevçûnan a li herêma Kordofanê parastina welatiyên sivîl lezgîntir bûye. Di raporê de hişyarî hate kirin ku ger tedbîrên bibandor neyên standin rîska komkujiyeke nû ‘’cidî û mayînde’’ ye.
KRÎZA MIROVÎ
Di encama şerê ku nêzîkî sê sal in berdewam dike bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 11 milyon kes ji cih ûwarên xwe bûne. NY, rewşa li Sûdanê weke ‘’girantirîn krîza mirovî ya li seranserê cîhanê’’ pênase dike.
Mîsyona NY’yê ji bo parastina welatiyên sivîl û darizandina berpirsiyaran bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez pêngavan biavêjin.

