Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin raporek amade kir û li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku pêkanînên qeyûm xespkirina vîna gel e û hat gotin ku “mafê hilbijartinê” mîlyonek, 777 hezar û 120 hilbijêrî hatiye binpêkirin.
Di raporê de hate gotin ku sepana qeyûm di 3’yê Hezîrana 2024’an bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê destpê kir û piştre jî bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih, Xelfetî ya Rihayê, Dersim, Pulur a Dersimê, Miks a Wanê û Akdenîz a Mêrsînê hatiye domandin. Hat diyarkirin ku wezaretê ji bo tayînkirina qeyûm a li her 9 şaredariyan, gotina “Weke tedbîra demkî” bi kar aniye.
DEYNÊN KU JI ALIYÊ QEYÛM VE HAT HIŞTIN
OHD’ê, diyar kir ku ji bo her 9 şaredariyên qeyûm lê hatiye tayînkirin jî Komîsyonên Hiqûqê yên DEM Partî û CHP’ê bi daxwaza “sekinandina cîbicîkirina biryarê” doz vekirine. Her wiha hat diyarkirin ku bi giştî deynê ji serdema berê mayî 8 mîlyar 700 mîlyon TL ye û deynê ku ji aliyê qeyûman ve ji şaredariyên DEM Partiyê re hatine hiştin gihîştiye 24 mîlyar 727 mîlyon TL’yî.
BINPÊKIRINÊN MAFAN
Hat destnîşankirin ku li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirin her wiha walîtiyan qedexeya “çalakî û xwepêşandanan” jî ragihandin û wiha hate gotin: “Li gelek bajaran mudaxileyî çalakiyan hate kirin, di mudaxileyan de polîsan gaza îsotê, guleyên plastîk û ava şid bikaranîn û welatî ji pişt ve destkelemçe kirin.”
BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
Di raporê de agahiyên berfireh li ser binçavkirin û girtinên di çalakiyên şermezarkirina qeyûman de cih girt:
-Êlihê 219 kes hatin binçavkirin, 37 kes hatin girtin
-Xelfetî: 27 kes hatin binçavkirin 12 kes hatin girtin
-Mêrdîn: 41 kes hatin binçavkirin, 9 kes hatin girtin
-Dersim 29 kes hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin
-Colemêrg 26 kes hatin binçavkirin
-Akdenîz jî hevşaredar jî di nav de 5 kes hatin girtin. Di protestoyan de 40 kes hatin binçavkirin û 17 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ji ber lêpirsîn, parvekirinên ser medyaya dijîtal û meş û çalakiyên li Stenbolê jî 25 kes hatin binçavkirin û 17 jê hatin girtin.”
OHD’ê di daxuyaniyê de got: “Qeyûm, binpêkirina mafên mirovan e. Divê tavilê dawî li van sepanên nehiqûqî, ne adilane û yên xespkar berdin ku îradeya gel xesp dikin.”