Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama zelal a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re û aştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Garê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Bîranîna rast pêşxistina têkoşînê ye
Rojane

Rêber Apo: Bîranîna rast pêşxistina têkoşînê ye

Rêber Apo ku ji Kongreya ANKA-DER’ê re peyam şand, diyar kir ku “girêdanbûna şehîdan” ji cihê ku wan hiştiye avakirina civakek demokratîk û mirovî ye û wiha got, “Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANKA-DER), 4’emîn kongreya xwe ya asayî li saloneke dawetê ya Okmeydanî ya Stenbolê li dar xist. Gelek kes tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bajêr Arîfe Çinar û Çinar Altan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Dayikên Aştiyê, Komaleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (MATUHAY-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Kongre piştî deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya pevçûnê de gelek êşên wan çêbûne û wiha got, “Em êdî naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxê vê gelî ne. Ger em îro dikarin qala demokrasî û azadiyê bikin û bi zimanê xwe biaxivin ev bi saya wan e. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê di nava berxwedanê de ne. Hêviya me zêde ye! Her wiha em di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Ev pêvajo bi banga Birêz Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de destpê kir. Ez di wê baweriyê de me ku Rêbertî jî difikire ku berdêlên çawa hatin dayîn. Eger têkoşîna ku em di nav de ne bi ser bikeve, em ê bi hev re bikenin. Li aliyê din em îro nikarin bibêjin ku tecrîd rabûye. Hevdîtinên li Îmraliyê hîna jî bêyî erêkirina wezaretê nayên kirin. Lê li gorî duh îro hevdîtin rehettir çêdibin. Hizr û gotinên Birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn re dibe rênîşander. Girêdayî vê hêviyê, deklerasyon, hizir û pirtûkên wî cîhanê ronî dike. Em guh bidin Birêz Ocalan. Em ê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwîn rijandinê û bêyî ku tu mirovên xwe winda bikin bi rêya siyaseta demokratîk birêxistin bikin.”

PEYAMA RÊBER APO HATE XWENDIN

Piştre Kurdiya peyama Rêber Apo ji aliyê Mehmet Bulut ve û Tirkiya vê jî ji aliyê Dayika Aştiyê Rewşan Doner ve hate xwendin.

Temamiya peyamê bi vî rengî ye: “Girêdanbûna me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku di van xakan de ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fedakariya van di meşa azadiyê ya vî gelî de wekî hişmendî, îrade û daneheva dîrokî jiyan dike. Ew wîjdanê têkoşîna me û rastiyên dîrokî ne ku di bîra gelê me de şopên nayên jêbirin hiştine. Lê divê bi eşkerayî bê gotin ku di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye. Bîranîna şehîdên me, ne bi windahiyên nû, lê bi avakirina wê jiyana demokratîk, wekhev û birûmet a ku wan di oxira wê de li ber xwe daye, bi wate dibe. Her windahî, ji bo min çiqasî sedema têkoşînê be, ewqasî jî êşeke giran e ku ez di dilê xwe de hildigrim. Ez dixwazim rê li ber şehadeta ciwanek bi tenê jî bigrim û nehêlim ku dayikek din jî li pey zarokê/a xwe şînê bigre.

Dilsoziya rastîn ne vekirina rêya windahiyên nû ye; berovajî wê, bi wêrekiya avakirina zemîna siyasî û civakî ya ji bo têkoşîneke aştiyane ye. Mîrasa ku wan ji me re hiştiye ne domandina şer e, nîşandana vîna çareseriya demokratîk e. Wan têkoşîn kir ji ber ku bawer dikirin ku pêşerojeke ku gel tê de bi hev re û bi azadî bijîn pêkan e. Erka ku îro dikeve ser milê me, tacîdarkirina vê keda dîrokî bi aştiyê ye û vekirina deriyê serdemeke nû ye ku li ser bingeha lihevkirina demokratîk hatibe avakirin. Rêzgirtina rastîn, rêgirtina li windahiyên nû ye. Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e. Dilsoziya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cihê ku wan lê hiştiye, civakeke demokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike. Bi vê hest û berpirsiyariyê, ez li ber bîranîna hemû pakrewanên têkoşînê bi rêz bejna xwe ditewînim û xizmên wan bi rêz û hezkirineke bêdawî silav dikim.”

‘FELSEFEYA BIRÊZ OCALAN LI CÎHANÊ DENG VEDIDE’

Piştre Hevseroka Bajarê Stenbolê ya Partiya DEM’ê Arife Çınar wiha axivî: “Di encama şerê ku 52 sal in didome de berdêlên giran hatin dayîn û windahiyên mezin çêbûn. Hişmendiya dewleta Tirk her tim li ser girtina ser rastiyê û tinehesibandina wê bûye. Lê belê, ya ku rastiyê derdixe ronahiyê, têkoşîna wê dide û jiyanê bi wate dike, têkoşîna pakrewanên me ye. Birêz Ocalan bi banga aştiyê û civaka demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de kiribû, ji bo pêkanîna aştiyeke bilez li ser vê axê her cure nexşerêyekê datîne holê û ji bo vê yekê li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Lê dema em lê dinêrin, aliyekî ku hebûna hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide û gelê Kurd tine dihesibîne jî heye. Îro gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hebûna xwe nîşan daye û pergala xwe ava kiriye. Felsefeya kûr a Birêz Ocalan ne tenê li Bakur, li hemû cîhanê ye. Ronahiya felsefeya wî di vê cîhana tarî de diçirûse.”

Piştî axaftinan, di hilbijartinên hatin kirin de İlhami Kurt û Hulya İlbars wekî hevserokên ANKA-DER’ê hatin hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îranê li dijî DYE’yê pêşniyara piştgiriyê da Venezuelayê
Nûçeya Pişt re NBC News: Netanyahu wê li dijî Îranê planeke nû ya êrişê pêşkêş bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ciwanên ku ji bo Rojava seferber bûn: Em bi hev re Rojava biparêzin!

Ji bo parastina Rojava, di serî de Başûr û Rojhilatê Kurdisatnê gelek Kurdistanî tevlî seferberiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şamê parlementerê berê hat revandin

Li gundewarê Şamê komek çekdarên rûgirtî bijîşkek ku berê parlamenter bû, revand.

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisa Jinan : Divê ji bo jinên Êzidî yên winda têkoşîna hevpar berfireh bikin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê got, “Ji bo dîtina jinên Êzidî yên hatine windakirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Newroz li Garê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Siwêda bi çekên giran hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?