Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye’
Jin

‘Rêber Apo ji bo azadiya jinê şoreşa vejînê ye’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste jin hemû xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin, ji ber ku şoreşeke vejînê afirand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diayr kir ku di şexsê Ocalan de êrîş li jinan hemûyan hate kirin.

 

Şêrîn Hesen di destpêka axaftina xwe komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û got, “Dema em komployê dinirxînin, em di kesayetiya Rêber Apo de teng nahêlin, ji ber ku di bingeha komployê de êrîş li hemû gelê Kurd û gelê azadîxwaz û bi taybetî li jinê hate kirin.”

Şêrîn Hesen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rê li hemberî nûbûyînê ji bo jinan vekir û di nav wan nûbûyînan de kesayeta jinê vejand. Şêrîn Hesen got, “Berî rabûna Rêber Apo gelek fîlozof, kesên şoreşger û siyasetmedar derketin holê û ji bo dozên civaka xwe têdikoşiyan û guhertin û veguhertin di hundirî civaka xwe de didan çêkirin. Lê mixabin ji aliyê jinê ve her tim xwe kilît dikirin û nebûn bersiv ji bo pirsgirkên civakê yê ku sedema wê ya sereke jî koletiya jinê ye. Em dibînin ku ji dîrokê ve dema rêbaza fikirandina însan bi pêş ket weke mîtolojî, felsefe, ol û zanist, rola jinê her tim windayî bû. Ji ber ku her tim bi nêrîneke biçûk li jinê dinêrîn û bi wê nêrînê jî civak didîtin; nikarîn nûbûyînekê ji bo çareserkirina pirsgirêka civak û jinê bidîtana. Lê kesayeta Rêber Apo dema ku dest bi avakirina tevgera azadiya Kurdistan kir herî destpêkê mijara jinê û pirsgirkên wê da pêş, nirxand. Di pirtûka Rêber Apo de ya Sosyolojiya Azadiyê pirsekê dike ku ‘Çima jiyan du alî ye? Mirov li gerdûnê dinêre her tiştên wê du alî ne Nêr û Mê ji ber wê ev pirs e ne pirsgirêk e’ Çima rêbertî dibêje ev mijar pirs e ne pirsgirêk e? Ji ber ku di rastiya civakê de ev mijar bûye pirsgirêkek û di navbera jin û mêr de qutbûyîneke mezin çêbûye. Dema rêber Apo vê yekê dibêje di nava me de fikirandinek da avakirin, ku çima heya niha pêşengên jinê negihiştin armancên xwe. Di heman demê de gelek şoreş jî rabûn weke Şoreşa Fransa, Rûsya û gelek şoreşên din. Gelo çima jin di nava van şoreşan de mafê xwe bidestnexistine, li gorî ku jin di şoreşên dîrokî de bi roleke sereke rabûn. Bi nêrîna min yek ji sedemên sereke ji vê pirsgirêkê re ku sîstema li ser koletiya civakê  di kesayeta jinê de ji Sumeran ve hatiye belavkirin hîn jî di mêjî û hizira însanên me de xwe dide dewamkirin. Lê Rêber Apo ev hemû pirsgirêk bi taybetî pirsgirêka jinê nirxand û weke vejînekê di doza azadiya jinê de çêkir. Di salên 90’î de jî artêşbûyna jinê da îlankirin û damezrandin û di sala 1996’an de projeya îdeolojiya rizgariya jinê ku pênc bendên wê hene çê kir. Li kêlek wê zanista Jin û Jiyanê ‘Jineolojî ‘ diyar hemû jinan kir.”

‘KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO LI DIJÎ ŞOREŞA JINÊ BÛ’

Şêrîn Hesen di dewama axaftina xwe de wiha got, “Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo eger em di xeta wê ya zirav de binirxînin, em dikarin bêjin ku di şexsê rêber Apo de şoreşa jinê kirin hedef. Ji ber ku rêbertî careke din hebûna jinê derxist pêş û rastiya jinê ku hatibû veşartin dîsa vejîn kir û mijara jinê vegerand dozekê. Cara yekem ji dîrokê ve kesayetekî weke rêber Apo bi vê fikir û felsefeyê û berfirehî rastiya jinê derxist holê û ji bo azadiya jinê têkoşiya. Bêguman dema em dibêjin azadiya jinê azadiya civakê ye û azadiya hemû jiyanê ye. Ji ber wê rêber Apo xwest şoreşekê di hundirê civakê de çêke û civaka bi rola sereke bilîze.”

‘RÊBER APO RÊBERÊ HEMÛ GELÊ AZADÎXWAZ E’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen got, “Ji xwe fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo jina Kurd bû, ji bo azadiya hemû jinên cîhanê bû. Mînaka vê yekê jî di konferanseke Jinên Cîhanê li Ewropayê, jineke Efrîkî piştî ku fikir û felsefeya Rêber Apo hat nirxandin got ‘Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd û jina Kurd tenê ye; rêberê gelê azadîxwaz û bindest e’. Bi vê gotinê teqeziya ku Rêber Apo rêberekî cîhanî ye eşkere dibe.”

Şêrîn Hesen di dewamiya axaftina xwe de wiha got, “Komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibatê de li dijî Rêber Apo pêk hatiye em şoq kir. Her wiha rêbaza ku rêbertî revandine gelek bi êş bû. Ji ber ku di navbera gelê Efrînê û Rêber Apo de girêdaneke bêsînor hebû di wan dema de û heya niha em her roj bi roj difikirin ku çawa em ê vê komployê têk bibin û bibin bersiv ji vê bêbextiya navneteweyî. Efrîn weke tê zanîn bi bajarê jinê tên naskirin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêve dibir û jinên Efrînî jî bi doza rizgarkirina jinê yê ku rêber Apo ji me re pêşkêşkirî têkoşîn dikin. Ji ber wê jî em şerê Berxwedana Serdemê yê ku 58 rojan ji berxwedanê derbas kir weke dewamiya komployan navneteweyî ya li dijî rêber Apo pênase dikin. Ji ber ku herêma Efrînê bi fikir û felsefeya rêber Apo xwe birêve dibir, ji ber wê jî Tirkiyeyê bi rengekî hovane êrîş kir û di 18’ê Adara 2018’an de dagir kir. Em jî weke jinên Efrînê me ji kaniya azadiya rêber Apo vexweriya ji ber wê em rojane têkoşîna xwe bilindtir dikin heta ku em vê komployê têk bibin.”

‘BILA DOZA HEMÛ JINAN BIBE DOZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Dewleta Tirk xwest ku Îmraliyê weke cihekî tê de dengê rêber Apo qut bike û tê de biçewsîne bide çêkirin. Lê rêber Apo Îmrali veguherand navenda belavkirina fikirê azad. Ji ber wê tenê bi xwe kûrkirin di fikir û felsefeya rêber Apo de em armancên xwe pêk bînin û rêberê xwe azad bikin. Her wiha banga me ji Şehbayê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re heye ku xwedî li azadiya fîzîkî ya rêber Apo derkevin. Ji ber rêber Apo ne tenê ji ber ku ji bo gelê Kurd  û jina Kurd têdikoşiya dîl hate girtin, ji ber ku ji bo azadiya hemû gelên azadîxwaz û cîhanê têdikoşe li Îmraliyê tê hiştin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK’ê bang kir: Di salvegera komployê de li her qadê berxwedanê geş bikin
Nûçeya Pişt re Jinên Tolhildêr li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Planeke nû ya tasfiyeyê di dewrê de ye, wê destûr jê re neyê dayin!

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrişa li ser kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê û binçavkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba…

Ji aliyê Stêrk TV

Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

2025 ku ji aliyê hikumetê ve bi îlana 'Sala Malbatê' destpê kir, ji bo jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?