Jîmena di nava Komûnên Ciwanên Enternasyonalîst de dixebite û anî ziman ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurdan di raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ de ya ku di sala 2022’yan de ya li Îranê pêk hat, nas kiriye. Jînema dibêje ku ew têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, hewce ye li seranserê cîhanê belav bibe û vê yekê gelekî girîng dibîne.
Jîmena yek ji beşdarên Meşa Enternasyol e ku ew zaroka bavekî Perûyî û dayikeke Elman e. Ji aliyê bavî ve koka wê digihîje Qûechayan ku yek ji gelên Abya Yalayê ye. Jînemeyê anî ziman ku bapîr û dapîra wê demekê bi zimanê Qûechayê diaxivîn lê belê niha wan ev ziman ji bir kirine û nikarin biaxivin. Û dibêje: ‘’Ez weke Elmanekê mezin bûm, lê belê ez weke keseke li diasporayê dijî, kokên min ên herêmî ji bo min gelekî girîng in û mezinbûna weke Elmanekê û tevlîbûna jiyana civakî ya wiha, ji bo rastiya min gelekî girîng e.’’ Jînema vê rewşê wiha tîne ziman: ‘’Têgihiştina min a ji siyasetê û analîzkirina min a Ewropayê ev yek derxist holê. A niha ez hewl didim ku bi gelê xwe yê herêmî re têkiliyan ava bikim.’’
PKK DI TEKOŞÎNA MIN DE ALIKARIYA MIN DIKE
Jîmena bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û xurtkirina nasnameya xwe û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo min gelekî dijwar e ku ez weke yeka Elman û Ewropî mezin bibim û û her wiha yeka Perûyî û ji Abya Yalayê bim. Li aliyekî rastiya min a gelê ku ji aliyê Ewropayê ve hatiye mêtîngehkirin heye û li aliyekî din jî rastiya min a Elmanbûna min heye ku ez nikarim bi çanda xwe re têkiliyeke baş ava bikim. Ez neçar im ku bi van her du nasnameyan re têkiliyekê ava bikim. Tekoşîneke dijwar e lê di heman demê de jî gelekî xweşik e. Di vê têkoşîna min de Tevgera Azadiyê ya Kurdan gelekî alîkariya min dike.’’
NIRXÊN KAPITALIST TÊN TUNEKIRIN
Jîmenayê girêdayî malbata xwe jî derbarê tehrîbatên kapîtalîzm û mêtinkariyê de ev yek anîn ziman: ‘’Malbata min a li Perûyê bi kokên xwe re eleqedar e û malbateke baş e jî lê belê li aliyekî jî nirxên kapîtalîst malbata min tune kiriye. Pergala kapîtalîst girêdayî mijarên weke pere û milk, û parvekirina mîrateyê di nava malbatê de şer pêk hatin. Mêtingehbûn destpêkê di mejîyî de pêk hat. Dema ku qala tekoşîna gelên herêmî yên li Perûyê dikin, ez vê yekê bi awayekî eşkere dibînim. Bi taybetî jî serdema Sandîno Lûmînoso (Rêya Ronahî) û terora dewletê gelekî bandor li gelê Perûyê kir. Her wiha ji ber ku bavê min çûye akademiya leşkerî, piraniya kesên ku min li Perûyê nas dikir, yan leşker bûn yan jî faşîst bûn. Mirovên ku bi feraseta mîlîtarîst û hiyerarşîk dijîn, zêde girîngiyê didin hêzê; tim difikirin ku ew ê çawa bikarin ji cîranên xwe zêdetir bibin xwedî mal û milk. Yanî rastiya, feraseteke kapîtalîst û dewletparêz a xurt heye. Pir patrîarkal. Hemû gavan yek li ser yekî din zorê dike.’’
HER KU EZ DIÇIM EZ MANENDIYÊN NÛ DIBÎNIM
Ez dibînim ku faşîzm û mêtinkariyê rasterast bandor li malbata min kiriye. Ev veguherîna şexsî û civakî nasnameya çanda gelê me tune dike. Vê pergala qirêj nirxên wan tune kirin û li şûna wan dînê katolîk û pere anî. Bi rastî jî ev guhertina mezin, wan kêfxweş nake. Ew difikirin ku ev ye ne rast e, lê belê dizanin ku nakokiyek jî heye. Di vê mijarê de têgihîştineke wan a bi vî rengî heye heye lê belê naxwazin tiştekî bikin. A rastî ez çîroka gelê xwe zêde nizanim, lê belê her ku ez diçim wir, bi taybetî ji aliyê kozmovîzyonê ve ez dibînim ku gelekî dişibin gelê Kurd. Şêwejiyana wan a ku xweza çawa dixebite, têkiliya di navbera mirov û xwezayê de û girêdana di navbera her tiştî de. Manendiya du gelên cîhanê yên cuda, xwezaya me nîşan dide. Em hemû mirovên vê cîhanê ne.’’
PARADÎGMAYA RÊBER ABDULLAH OCALAN
Jîmenayê anî ziman ku wê dema ku wê Rêberê Gelê Kurd û paradîgmaya wî nas kir, nedizanî ku wê çawa bijî û çi bike û dibêje ku piştî demekê têgihîştiye ku paradîgma Rêber Apo wê di tevahiya jiyana wê de ji wê re bibe rênîşander. Jîmenayê anî ziman ku ew her ku li ser paradîgmayê kûr dibe, bi taybetî jî mijara ekolojiyê û her wiha weke jinekê, îdeolojiya azadiya jinê bandoreke mezin li wê kir. Û got: ‘’Her wiha ez weke jinekê divê em bi awayekî xweser xwe birêxistin bikin û ev yek ji bo min gelekî girîng e û ji bilî Jîneolojiyê birêxistinbûna ku ev qas mirovan bîne li ba hev tune ye, min nedîtiye.’’ Jimenayê ev yek jî anîn ziman: Eger em bixwazin ji bo civakê siyasetê bikin, siyaseteke bingehîn û birêxistinbûna xweser pêwîstiyeke mezin e. Tekane rêya birêxistinkirina ew qas mirovan jî ev e. Rêyeke din tune ye. Ev hêza jinan e. Rêber Abdullah Ocalan ev yek fêm kir û hêza serkeftinê da jinan. Ev tiştekî pir bi qîmet e û girêdayî vê yekê em dikarin hemû cîhanê biguherînin. Ez yek ji ciwanên serdema tarî me û vê yekê ne ku tenê ez hêvîdar kirim, di heman demê de bû sedem ku azweriya têkoşînê jî li ba min peyda bibe. Ji ber vê yekê ez paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo hemû civakan girîng dibînim.’’
ABDULLAH OCALAN NE KESEK E EW RÊBEREK E
Jîmenayê got ku ew binçavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê weke binçavkirina fizîkî nabîne û wiha ev yek anîn ziman: ‘’Divê em dîlgirtina Abdullah Ocalan weke hewldana binçavkirina fikrên wî jî şîrove bikin. Ev yek êrîşeke li ser Konfederalîzma Demokratîk û fikrên ekolojî û azadiya jinan e. Ew êdî ne kesek e, ew Rêberê vê tevgerê ye. Azadiya Abdullah Ocalan ya fizîkî di warê têkoşîna rizgariya gelan û têkoşîna diyarkirina çarenûsa gelan de gelekî girîng e. Fikr û têkoşîna wî ji bo hemû gelan rênîşander e. Bi saya fikr û ramanên wî, em îro hemû di vê Meşa Dirêj de li vir in. Hewce ye ku em ji malên xwe û ji civakên xwe yên ku me di nava xwe de winda dike derkevin û rûyê xwe nîşan bidin û nîşan bidin ku hejmara me gelek e. Divê em weke; ‘Gel li ba hev in û em hemû dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe’ li kolanan biqîrin. Abdullah Ocalan azad nebe, em nikarin azad bibin. Hêzên ku Rêbertî dîl girtine ew hêz in ku dixwazin me jî dîl bigirin. Her tişt girêdayî hev e.’’