Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 şehîdên HPG’ê merasîma sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rêber Apo û PKK sextekariyên dewleta Tirk dizanin’
Kurdistan

‘Rêber Apo û PKK sextekariyên dewleta Tirk dizanin’

Derbarê hewla sexte ya dewleta Tirk a bi navê pêvajoya aştiyê nivîskar Adil Osman dibêje: “Dewleta Tirk li qadên şer têk çûye, hewla siyaseta sextekariyê dide. Bangewaziya aştiyê dike lê mesele ne aştî ye, şêweyekî din ê şerê taybet e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk bi navê pêvajoya aştiyê hewla siyaseta sextekariyê dide da ku ji bo êrişkirina li ser gelê Kurd xwe amade bike. Têkildarî vê rewşê nivîskar Adil Osman ji ANF’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Adil Osman behsa wê yekê kir ku şerekî dîrokî li gel dewleta Tirk li Kurdistanê didome û got: “Dewleta Tirk niha êrişên xwe li ser başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê zêde kirine, dixwaze ji bo pêkanîna siyaseta qirkirinê encamekê bi dest bixe. Li hemberî êrişan berxwedan û têkoşîneke mezin heye û vê yekê dewleta Tirk neçarî sekinandinê kiriye û li başûrê Kurdistanê xeniqandiye. Dewleta Tirk hewl dide li hemû qadan destkeftiyan bi dest bixe da ku bikare careke din xwe zindî bike û êrişî ser gelê Kurd bike. Di êrişên xwe de encamek bi dest nexistiye, li qadên şer û cîhanê bi tenê maye, şiyana wê ya serkeftinê tune ye.”

‘DEWLETA TIRK HEWLA SIYASETA SEXTEKARIYÊ DIDE’

Adil Osman her wiha got: “Dewleta Tirk hewla siyaseta sextekariyê dide, bangewaziya aştiyê dike lê mesele ne aştî ye, şêweyekî din ê şerê taybet e, dixwaze Birêz Ocalan were parlamentoyê û bibêje PKK belav dibe. Li pişt van tiştan armancek heye, ew jî rewakirina êrişan e û xweamadekirin e ji bo êrişên din. Di rewşa niha de hikûmeta Iraqê bi dezgehên xwe yên sîxuriyê dixwaze here cem PDK’ê û paşê biçe ba Tirkiyeyê da ku peymanekê pêk bînin.”

‘RÊBER APO Û PKK SEXTEKARIYA DEWLETA TIRK DIZANIN’

Her wiha Adil Osman diyar kir ku Rêber Apo û PKK kesayetên asayî nîn in ku bên xapandin û wiha domand: “Rêber Apo û PKK bi sextekariya dewleta Tirk dizanin, demekê gotûbêj hebûn ku gihîştibûn Lihevkirina Dolmabaxçeyê, lê sîstema faşîst a dewleta Tirk û Erdogan ev yek hilweşand, ji ber ku dizanin aştî li berjewendiyên wan nayê.

Çareseriya doza Kurd divê rasteqîne be, bi sextekariya dewleta Tirk nabe. Birêz Ocalan û Murat Karayilan jî ev yek anîn ziman ku eger pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîne hebe, ew dikarin vê mijarê ji qada tundûtijiyê biguherînin bo qada hiqûq û siyasetê, ji ber ku dema ku bû hiqûqî, wê demê hebûna Kurdan tê naskirin.”

‘DIVÊ ÇAVÊ GELÊ KURD LI PROPAGANDAYA DEWLETÊN DAGIRKER NEBE’

Adil Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê çavê gelê Kurd li propagandaya dewletên dagirker nebe, bi taybetî li başûrê Kurdistanê. Ez daxwazê ji xelk dikim ku baweriya xwe bi wê bangewaziya aştiyê ya dewleta Tirk neynin û nexapin û nebêjin ku pêvajoya aştiyê heye û PKK xwe nade ber, ji ber ku di rastiyê de ev yek ne aştî ye, siyaseteke xapandinê ye.

Li derveyî gotûbêjkirina li gel Birêz Ocalan aştî tune ye, pêwîst e gelê Kurd li ser maseya gotûbêjkirinê hebe, ne ku dewleta Tirk bi xwe biryaran bide. Pêwîst e têgihîştina rewşenbîr û xelkê başûrê Kurdistanê bi wijdanî be, pêwîst e li hember hewl û têkoşîna bakurê Kurdistanê û têkoşîna azadiya gelê Kurd, bi pîvanên bakurê Kurdistanê tev bigerin û her tim li dijî dewleta Tirk bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike
Nûçeya Pişt re Li Êlihê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê

Li Bircên Sûrê ya Amedê ku Zekîye Alkan agirê Newrozê geş kiribû bi govend û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê paqijiya etnîkî, revandin, xespkirin û bombebaran didome

Dewleta Tirk a dagirker a ku di 2018’an de Efrînê dagirker operasyona paqijkirina etnîkî, xespkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji MAK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Geverê çalakî

MAK'ê ragihand ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?