Yadê Reda Hesen a dayika şervanê YPG’ê Lewend Amûdê ye têkildarî pêvajoyê, rol û mîsyona malbatên şehîdan nêrînên xwe parve kirin.
Dayika şehîd Lewend di destpêka axaftina xwe de ji tevahî malbatên şehîdên HPG û YJA Starê yên van demên dawî şehadetên wan hatin îlankirin re sersaxî xwest û got, “Ez li beramberî wan fedaiyên hêja, xweşik û bedew bejna xwe ditewînim. Em ê timî di rêya şehîdan de bimeşin. Kî berde û biçe jî divê malbatên şehîdan û gaziyên şer dest ji têkoşîna şehîdên me di oxira wê de gihiştine şehadetê bernedin.”
Yadê Reda behsa Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk jî kir û got, “Ev du sal in Rêber Apo ji bo aştiyê û rêgirtina li ber xwînê dest bi pêvajoyeke nû kir. Tesîra vê pêvajoyê li ser Rojava û giştî Sûriyeyê jî çêbû. Weke dayik û malbatên şehîdan em bi Rêberê xwe re ne. Bi saya têkoşîna şehîdan û Rêbertî êdî ti kes nikare hebûna Kurdan ji nedîtî bê. Tevî ewqas berdêlên me dane jî li hember neheqî û êrîşan em ji her tiştî re amade ne.”
Yadê Reda Hesen li hember kesên xêrnexwaz ên dev diavêjin destketiyên li Rojava çêbûne ev anî ziman, “Heya îro jî ji bo vê axê û vî gelî tiliyeke wan xayînan bi xwîn nebûye. Li welatên Ewropayê di nav rehetiyê de dev diavêjin nirxên me. Xwedê başî nekiriye nesîbê wan xêrnexwazan. Hewce ye gelê me qet guh nede wan rûreşan.”
Dayika şehîd Lewend Amûdê, Yadê Reda axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Jin û mêrên Kurd li hember teror û zilmê destanên qehremaniyê nivîsandin û tevahiya herêm parastin. Kurd ti carî ne alîgirên şer in. Naskirina maf û çanda wan bingehê aştiya rastî ya herêmê ye.”

